1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Şahiyên Nisêbînê bi Dawî Bûn
Şahiyên Nisêbînê bi Dawî Bûn,şahiyên,nisêbînê,bi,dawî,bûn

Şahiyên Nisêbînê bi Dawî Bûn

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Şahiya Şaredariya Nisêbînê ya bi navê "Rengên Nisêbînê di nîsanê de diherike" bi konsera Koma Hîvron dawî bû.

Şahiyên çand û hunerê yên ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve bi navê "Rengên Nisêbînê di nîsanê de diherikin" bi çalakiyên fînalê dawî bû. Şeva fînalê ku li Navenda Çandê ya Mîtanî hate li darxistin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, xebatkarên şaredariyê, rêveberên BDP'ê, nûnerên KURDÎ-DER'ê û MEYA-DER'ê, Sendîkaya Genel Îş'ê û KESK û hezaran kes beşdar bûn. Gokkan di şahiyê de anî ziman ku wan meha nîsanê meha şahiyê îlan kirine. Gokkan meha nîsanê li gelên kurd, tirk, ereb û suryanî pîroz kir.

Piştre Koma Dilcuwan (kemençe), Koma Nergizen Botan û Hivron derket ser dîkê û demên xweş dan jiyandin. Piştî şahiyê bi hezaran kes çûn serdana "Konê çareseriye demokratîk" ê li Parka Yuzuncu Yil'ê hatiye vegirtin.

(ay/tt)