Şahiyên Serê Gulanê dest pê dikin
Şahiya Serê Gulanê yên her sal li Farqînê tên pîrozkirin îsal dê 3 rojan berdewam bike
FERHAT ARSLAN
AMED (DÎHA) - Şahiya Serê Gulanê yên her sal li Farqînê tên pîrozkirin îsal dê 3 rojan berdewam bike. Bi hezaran welatiyên li navçeyê dijîn di çarçoveya şahiyê de warên dîrokî û pîroz tên ziyaret dikin.
Şahiya Serê Gulanê yên li navçeya Farqînê ya Amedê yên ku her sala tê pîrozkirin dê îsal jî bê pîrozkirin. Di şahiyên salên dawî de ji aliyê şaredariya BDP'î ve tên organîzekirin çand, folklor û mûzîka kurdan tên danisandin. Ligorî Salnameya Hîcîr 1'ê gulanê li gorî salnameya Mîladî jî 14'ê gulanê Şahiyên Serê Gulanê pêk tên û hemû kanî û çavkaniyên li derdorên Farqînê 4 rojan pîrozbahî pêk tên. Şahî dê ji aliyê Şaredariya Farqînê ve bên organîzekirin. Li bendêne ku şahî di rewşekî mîhrîcanê de derbas bibe û şahî dê li gorî reseniya wê bên pîrozkirin. Bi hezaran welatî dê qadên seyrangehan û cihên din ziyaret bikin. Ferqîniyên derveyî bajar û derveyî welat ji bo tevlî Şahiyên Serê Gulanê bibin dest bi hatina navçeyê kirin. Salên borî tenê rojekê şahî dihatin kirin lê îsal dê ji 12'ê gulanê dest pê bikin heta 14 gulanê dê bidomin. Şaredariya Farqînê dest bi amadekariyên şahiyê kir.
Ji bo rûmeta jinekê tên pîrozkirin!
Di şahiyên 12'ê gulanê de dest pê dikin hinek hûnerên xwe yên dengbêjiyê, hinek govendên herêmî, hinek xwarinên çêdikin û hinek jî bi kincên gelerî qada şahiyan vedigerinin deryaya rengan. Hinek welatî Şahiyên Serê Gulanê ji bo rûmeta jinekê tên li dar xistin ji ber vê yekê di civaka kurd de navê "Gulan" li zarokan tê kirin. Li gorî hinek gotinan jî di dema Fermandariya Mervaniyan de di 14'ê gulanêde di şerekî de serketin û ji ber vê yekê her sala di 14'ê gulanê de pîrozbahî pêk dihatin.
Ligel cînayetên 'Kiryar nediyar' berdewam kir
Li navçeyê heycana Şahiyên Serê Gulanê dest pê kir û amadekariyên dest pê kirin jî vê yekê nîşan didin. Li Farqînê di salên 1990'an de ligel 900 welatiyên ji aliyê JÎTEM-Hîzbullahê ve hatin qetilkirin jî dest ji çanda xwe bernedan.
(bd/mae)
