1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şandeya KNK’ê li Xurmatû ye
Şandeya KNK’ê li Xurmatû ye,şandeya,knk,ê,li,xurmatû,ye

Şandeya KNK’ê li Xurmatû ye

A+ A-

KERKÛK – Şandeyek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) çû Xûrmatû, ku di dema dawî de şer di rojevê de ye.

Şandeya KNK’ê, li navçeya Xûrmatû ya ser bi wîlayeta Selahaddîn a ku Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijîn û di dema dawî de bi şerê navbera pêşmerge û milîsên Şîa Heşd El Şabî de ket rojevê, dest bi lêkolînan kir.

Şandeya ku Pervîn Ezîz Seîd serokatiya wê dike, ji Şukrûllah Hemed Emîn, Ferhat Dostkî, Fûat Zindanî û Yûsûf Mûhammed pêk tê. Şandeya KNK’ê di destpêkê de bi Qeymeqamê Xûrmatû Şelal Abdul re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku niha rewşa li navçeyê aram e, lê belê Hêzên Bedir û Hîzbûllahê li navçeyê tûbayek ku di nav de mirovên ji navçeyê jî hene ava kirine, her wiha 6-7 komên ser bi Heşd El Şabî hene, ev kom ser bi xwe jî tevdigerin, lewma tirs û fikar hene.

Şandeya KNK’ê wê bi nûnerên YNK, PDK, Yekgirtû, Şûî û Tevgera Goran re jî hevdîtinan bike. Dûre wê li taxên şer lê qewimî lêkolînan bike û bi gel re biaxive. Şande wê çavdêriyên xwe bi raporekê ji raya giştî re aşkera bike.


Bêjeyên Miftehî