1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Şandeya Riyadê dê li ser perçekirina Sûriyê danûstandinê bike’
‘Şandeya Riyadê dê li ser perçekirina Sûriyê danûstandinê bike’,şandeya,riyadê,dê,li,ser,perçekirina,sûriyê,danûstandinê,bike

‘Şandeya Riyadê dê li ser perçekirina Sûriyê danûstandinê bike’

A+ A-

QAMIŞlO – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî Kurdî Sûrî, Cemal Şêx Baqî diyar kir ku şandeya Riyad dê li Cinêvê bi rejîma Sûriyê re li ser perçekirina Sûriyê, danûstandin bike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî Kurdî Sûrî, Cemal Şêx Baqî derbarê civîna cinêv-3 û aliyên ku dê tê de beşdar bibin, ji ANHA’yê re axivî.

Şêx Baqî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku civaka navnetewî bi taloqkirina civîna cinêv -3 dema xwe wenda dike.

Şêx Baqî destnîşan kir ku gelê kurd xwedî projeyeke ku dikare pirsgirêka Sûriyê çarerser bike û ev 5 salin hewl dide ku projeya xwe pêk bîne û got: “Gelê kurd di warê pêkanîna vê projeyê de, gelek gavên girîng avêtin. Lê hêzên din tu projeyên wan ên ji bo çareseriyê tune ne.”

Şêx Baqî got ku ferq û cudahiya di navbera gelê kurd û aliyên din ên weke Riyadê û rejîmê ku dê beşdarî danûstandinên Cinêv- 3 bibin, mezine û ev tişt anîn ziman: “ Şandeya Riyadê dê li ser esasê perçekirina Sûriyeyê bi rejîmê re, rûnê.”

Cemal Şêx Baqî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê kurd xwedî projeyeke diyar e û dê tu carî ji pêkanîna projeya xwe gav paşve neavêjin.

(dm)

ANHA