1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Şanoya ‘Demokrasî’ li Mexmurê hate pêşandan
Şanoya ‘Demokrasî’ li Mexmurê hate pêşandan,şanoya,demokrasî,li,mexmurê,hate,pêşandan

Şanoya ‘Demokrasî’ li Mexmurê hate pêşandan

Şanoya bi navê ‘Demokrasî’ ku ji aliyê Hêvî Şanoger û Yekta Herekol ve hatibu nivîsandin ji aliyê koma Hêvî Yekta ve li Wargeha Şehîd Rostem Cudî (Mexmur) hat nîşandan

A+ A-

ROJNEWS/MEXMÛR Şanoya bi navê ‘Demokrasî’ ku ji aliyê şehîdên hunera Kurdî ya şanoyê Hêvî Şanoger û Yekda Herekol ve hatibû nivîsîn li Mexmûrê hate nîşandan. Senarîstên vê şanoya ‘Demokrasî’ yê Hêvî Şanoger di 27’ê Tebaxa 2004’an de li Başûrê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, Yekda Herekol jî di 27’ê Adara 2004’an de di roja Şanogeriya Cîhanê de li bajarê Helebê di encama lidarxistina çalakiyekî de jiyana xwe ji dest dabu. Duh êvarê Koma Hêvî Yekta ya Wargeha Mexmûrê di saet 19:00’an de li Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay bi tevlîbûna dehan kesî hate nîşandan. Şano bi yek deqîqe rêzgirtin ji şehîdan re destpê kir. Şanoya ku bi navê ‘Demokrasî’ hate nîşandan, behsa girîngiya Demokrasiyê dike. Peyama şanoyê ewe ku demokrasî ji bo herkesê ji nan û avê zêdetir pêwîste. Her wiha girîngiya demokrasiyê ji bo jinan jî yek ji aliyê şanoyêye. Şanoya bi navê ‘Demokrasî’ nêzî 20 deqîqeyan ajot.