1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Şaredariya Barmanê dest bi xebatên hunerê kir
Şaredariya Barmanê dest bi xebatên hunerê kir,şaredariya,barmanê,dest,bi,xebatên,hunerê,kir

Şaredariya Barmanê dest bi xebatên hunerê kir

A+ A-

Şaredariya Bajaroka Bermanê li gel pirsgirêkên aborî dîsa xebatên çandî û civakî jî dimeşîne. Şaredariya Barmanê ji bo hunerê pêş bixe bi beşdariya 30 şagirtan kursên erbane, gîtar û tembûrê dest pê kir.

Şaredariya Bajaroka Barmanê ya navçeya Stewrê ya Mêrdinê, li gel ku hatina wê pir kêm e û derfetên wê yên xizmeta civakî û çandî tune ye jî dîsa bi armanca çand û hunerê pêş bixe, dest avêt xebatên çandê jî. Şaredariya Barmanê, bi armanca pêşxistina hunerê, bi piştgiriya Navenda Çand û Hunerê ya Qoserê ji bo 30 şagirtan kursên erbane, gîtar û tembûrê kirin. Kursa erbane, gîtar û tembûrê ji aliyê 3 mamosteyên NÇM'a qoserê ve tê dayin

Mamosteya NÇM'ê Kudret Uçuk, diyar kir ku bi armanca li bajaroka Berhamê jî xebata çand û hunerê bimeşînin hefetyê 2 rojan perwerdehiya amûrên muzîkê didin. Uçuk, anî ziman ku di kursa gîtarê de 6, kursa erbanê de 6 û di kursa tembûrê de jî 15 xwendekar tên perwerdekirin.

Şaredara Bajaroka Berhamê Gulbeyaz Guneş jî diyar kir ku ew tenê di qada xizmeta bingehîn de xebatê nakin û armanc dikin ku di qada çand û hunerê de jî xizmetekê bidin. Guneş, anî ziman ku derfetên wan ên aborî tune, lê dîsa bi piştgiriya NÇM'a Qoserê vê xebatê dimeşînin. DÎHA (mae)