1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredariya Colemêrgê kompleksa sporê çêdike
Şaredariya Colemêrgê kompleksa sporê çêdike,şaredariya,colemêrgê,kompleksa,sporê,çêdike

Şaredariya Colemêrgê kompleksa sporê çêdike

A+ A-

Şaredariya Colemêrgê ji bo bername û xebatên sporê yên bajar li Herêma Gupsiyê ya taxa Yeniyê kompleksa sporê çêdike.

Şaredariya Colemêrgê ji bo piştgiriyê bide lîstîkvanên sporê yên bajar li herêma Gupsî ya taxa Yeniyê dest bi çêkirina kompleksa sporê kir. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu li cihê xebatê lêkolîn kirin û diyar kir ku ew wekî şaredarî girîngiyê didin sporê û di vê mijarê de xebatan dikin. Bedîrhanoglu, anî ziman ku heta niha li Colemêrgê tu kompleksên sporê tunebûn û wiha got: "Me jî ji ber vê yekê dest bi xebatekî wisa kir. Lê mixabin li bajar erd û zeviya rast a ku em li ser xebatê bikin tuneye. Ji ber vê yekê jî em dê vî girî rast bikin û kompleksê li ser vê yekê çêbikin. Xebatên me yên vir 10 roj berê dest pê kirin û xuyaye ku dê 10 rojên din jî bidomin. Ji vir bihayê xizmetê gelek buha ye. Lê bênavber em dê xebatên xwe bidomînin. Çiqas zor be jî ciwanên me vê yekê heq dikin."

'Me bi butçeyekî kêm gelek kar kirin'

Bedîrhanoglu, bilêv kir ku li gel derfetên şaredariyê bi alîkariya welatiyan xizmetên şaredariyê pêkanîn û wiha axivî: "Di nav 2 salan de me bi butçeyekî gelek kêm gelek xizmet kirin. Di xebata vir de jî em tenê butçeya sotemeniya wesayîtan didin. Butçeya xebatên din hemû ji aliyê welatiyan ve tê dayin. Me soz da gelê xwe. Ji ber ku gelê me rewşa me baş dizane alîkariya xwe ji ser me qut nake. Dema em li qadên din ên bajar xebatên wekî raxistina kevirên parkeyan û boriyên kanalîzasyonan dikin gelê me piştgiriyeke gelek mezin dide me. Em jî li hemberî vê yekê bi şev û roj dixebitin."

'Tîma me ya futbolê dê li vir antremanan bike'

Bedîrhanoglu, da zanîn ku tîma wan a futbolê heye ji bo antremanan zahmetiyan dikşîne û wiha pê de çû: "Wekî tê zanîn li bajar gelek tîmên futbolê hene. Tîmekî me jî ya futbolê heye. Tîma me heta niha li tesîsên Midûriyeta Sporê ya Ciwanan xebat dimeşandin. Li wir jî hin caran pirsgirêkê derdiketin, derfet tunebûn. Ji ber ku bi pere bû hin caran jî pere tunebû. Bi vê kompleksa sporê em dê hemû pisgirêkên xwe ji holê rakirin. Lîstikavanên sporê dê li vir bi rihetî xebatên xwe bikin." Bedîrhanoglu, destnîşan kir ku ew dê di nava salê de kompleksê bi dawî bikin û têkildarî lêçûna wê de jî agahî dan: "Lêçûna hemû xebatên vir bi giştî butçeya wê 3 mîlyon e. Lê wekî min berê jî got butçeya gelek xizmetên me ji aliyê sazî û kesên din ve tê dayin."

'Colemêrg her tim rastî zilma dewletê hat'

Bedîrhanoglu, derbirhî ku bi salan Colemêrg ji aliyê dewletê ve hate paşguhkirin û wiha bi axaftina xwe bi dawî kir: "Ez gelek caran dibêjim Colemêrgê gelek hatiye îhmalkirin. Colemêrg rastî zilma dewletê hatiye. Bajarekî wisa ye. Li gel ku bihayê xizmetên wê gelek giran in dewlet vê yekê li ber çavan nagire. Wekî bajarekî ku erdnîgariya wî rast e û asayî ye butçeyê dişîne. Hêj ev butçe nagihêje me gelek jê tê qutkirin. Serokwezîr behsa 13,5 mîlyonan dike. Kesê nizanibe dê bêje ev pere hemû gihiştine destê me. Lê ji 13,5 mîlyonan hêj negihiştiye me. 2 mîlyon û 800 hezar lîra ji aliyê dewletê ve tê birîn."

DÎHA (ft/mae)