1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredariya Mexmûrê û Projeyên Nû
Şaredariya Mexmûrê û Projeyên Nû,şaredariya,mexmûrê,û,projeyên,nû

Şaredariya Mexmûrê û Projeyên Nû

A+ A-

BERÎTAN KARA

MEXMÛR (DÎHA) - Li Wargeha Penaberan a Mexmûre her ku diçe pirsgirêka ave zêde dibin. Şaredariya Mexmûrê ji bo pirsgirêka avê çareser bike qenalên avê dikole û ji bo gel projeyên nû dane despekirin. Her wiha gelek projeyên din jî dê di meha kanûnê de bi dawî bibin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê her ku diçe pirsgirêka avê zêde dibe. Ji bo pirsgirêka avê çareser bibe Şaredariya Wargeha Mexmûrê qenalên avê dikolînin û ji bo gel pirojê nû dane despêkirin. Piroje dê di kanûnê de bi dawî bibin. Şaredarê Mexmûrê Ehmet Ozer diyar kir ku, wan proje ji bo pêwistiyên wargehê amade kirine, der barê pirojên xwe de pirtukek amede dikin. Ozer, da zanîn ku dê pirtûkê ji sazî, hikumeta heremê û qeymeqamê Mexmûrê re ragihînin. Ozer da zanîn ku dema pirojeyên wan hebin ji qeymiqamê Mexmûrê re radigihinin. Ozer, anî ziman kun projeyên wekî binesatiya Wargehê, qenalen avê, rê û hwd bi pirojeyan pêşkêşi qeymeqamê wargehê drikin û wiha got: "Projeyen ku me dane destpêkirin dê di konûnê de bi dawî bibin. Dê 3 hezar metre kanala avê bê çêkirin. Ji bo pirsgirêka avê ya wargehê çareser bibe qanalên boruyan dikole û dê 1000 metre borî di navbera 2 taxan de dirêj bike.

Qanalên avê dê wargehê bike du beş

Şaredar Ozer anî ziman ku, xetên giştî û xetên navber ji bo di nava taxan de zêde pisgirêka avê zêde tê jiyandin dê di nava taxan de xet bê kişandin da ku pirsgirêk bê çareser kirin û wiha axivî: "Xeta ku ji depoya avê tê ber derê Saziya Malbatê Şehîdan xetên giştî ji ve xetê bê kişan û dê sê xetê giştî ji bo kolanan bê kişandin. Kurahiya van xetan wê nezî 1.20 cm be. Ev boriyên îsal me ji bo avê bi karbinîn marqeyek başe, çiqas bikeve bin erdê de xirap nabe."

Ozer, destnîşan kir ku pirojeyên ku di hezirana 2010'an de dabûn despêkirin yek jê parq bû û wiha got: "Ji xwe me niha dest bi çêkirina parqê kiriye. Me pirojeyek ji bo Çand û Hunerê dabû despekirin. Ev temam bû. Pirojeyek din jî bo bazara giştî ya Wargehê bû. Ev hêj didome. Şaredariya Hewlerê ev proje daye ser xwe û hêj didome. Ev proje dê di meha 12’an de bi dawî bibe. Niha li şaredariyê 16 dikan hene. Dê di sala pêş de 16 dikanên din bên avakirin. Dîsa salonek ya dawetê ji aliye hukumeta heremê ve hatiye cekirin. Pirojeyên ku me radestî Hukumeta Heremê kir, dê 3 hezar û 500 metre kolan bê çêkirin. Me di 2010'an de ev daxwaz pêşniyar kiribû. Lê ji ber ku hinek pirsgirêk di navbera Qeymiqam û Hukumeta Heremê de derket, ev piroje didome. We sê xetên esfatê yê giştî ku yek ji Nexweşxwanê despê bike heta semta yek direj bibe, xeta duyem ji semta çar ber Çiflikê re despê bike heta Eqedemiya jinan bi dome û xeta siyem ji, ji semata yekê despê bike û heta semta çara bi dome. Wê cadên ku di nava taxa de heyîn wê werin nukirin. Ji bo projeyan jî pere hatiye veqetandin. "

Ozer, destnîşan kir ku ji bo hemû projeyan milyarek û 300 hezar dolar pere hatiye veqedandin. Ozer, bilêv kir ku wan dibistana 18 polî ji bo Hukumeta Heremê pêşniyar kiribûn û wiha pêde çû: "Proje amade ye, lê li benda îmzeya Qeymeqamê Mexmûrê ye. Hikumeta Heremê dê ji bo semta Çar û semta Sisê mizgeftan ava bike. Projeya vê yekê jî dê di kanûnê de bi dawî bibe."

'2 bîrên avê dê bê kolandin.

Qanala avê ku ji 2 hezar û 500 metreyî pek tê dê di taxa yekem re derbas bibe. Dê ser qanalên taxên din jî bên girtin. Dê 2 birên sontajê yên avê ji bo gel bên kolanin. Dê di demek nezik de kolandin dest pê bike.

Ozer, daxuyand ku wan biçeyek ji bo şaredariyê jî veqetandine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me butçeyek ji bo Şaredariyê veqetandiye. Ji bo ku em wekî Şaredariyen Hereme bên ditin me fonek veqetandine. Dê ji bo 18 karkeren ku di Şaredariye de kar dikin pere ji bo wen bê veqetandin. Wê her meh bi rêk û pêk ev pere bê razandin. Em hinekî di vî alî de zahmetiyê dikişînin. Ev pirojeyên ku em peşniyar dikin saziyên derve jî arikariyê didin. Pêşniyarek me ji bo Qendilê jî hebû. Ji bo şînê vedana kon e. Me xwestibû ku ji bo sewalan ciftlikek jî bê sazkirin. "

(mae)