1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Şaredarî ji bo jinan derfetên kar amade dike
Şaredarî ji bo jinan derfetên kar amade dike,şaredarî,ji,bo,jinan,derfetên,kar,amade,dike

Şaredarî ji bo jinan derfetên kar amade dike

Şaredariya Wêranşarê ji bo jinan derfetên kar amade dike

A+ A-

Li navçeya Wêranşarê Şaredariya Wêranşarê li Kompleksa Anfiya Şanoyê 7 kargerî dan îhaleyê û dê bi kirê bide jinan. Alîgira Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken, anî ziman ku bi van kargeriyan dixwaze rê li pêşiya pêşxistina jinê ya aborî û civakî veke.

Şaredariya Wêranşarê ya Rihayê ji bo jin di qada aborî û civakî de pêş bikevin li salona Kompleksa Anfiya Şanoyê 7 kargeriyan vedike. Meclîsa Şaredariyê bi zêdebûna dengan biryar da ku 7 kargeriyan piştî îhaleyê bide jinan û jin li van kargeriyan xebetê bike. Îhaleya 5 dikanên din jî dê di roja pêş de bên kirin. Alîgira Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken, der barê biryarê de anî ziman ku ew armanc dikin ku jin di qada aborî, çandî û civakî de pêş bikevin. Ulugturkan, da zanîn ku ji bo jin di qada bazirganî û civakê de pêş bikevin pêxiste ku jin bibin xwedî pîşe û kar û karibin civakê jî bi rêve bibin û wiha got: "Ji bo ku jin di nava civakê de bibin xwedî gotin xebatên me berdewam dikin."

'Xebatên me dê berdewam bikin'

Ulugturkan, da zanîn ku piştî di hilbijartina 2009'an de Leyla Guven hate hilbijartin, nerîna xizmeta şaredariyê ya li seir jinê hate guhertin û wiha berdewam kir: "Piştî feresat hate guhertin, jinan di gelek qadên civakî û siyasî de cihê xwe girt. Em bi van projeyên ji bo jinê pir kêfxewş û bextewar in." Ulugturk, da zanîn ku ew sozên dane yek bi yek bi cih tînin û dê xizmeta xwe ya ji bo jinê berdewam bikin.

Jina bi navê Aysel Buyukturan, ku li gargeriyê bixebite anî ziman ku ji ber vê proje û xizmetê pir kêfxweş e û xwest projeyên bi vî rengî berdewam bike û wiha got: "Min xwest azadiya aboriyê bi dest bixim û bêtir karibim bi serê xwe tev bigerim. Ev ceribîna min a yekem e. Piştî min ev projeya şaredariyê dît min serî lê da. Jina bi navê Ayşe Azimlî ku salona kuafêriyê vekir jî kêfxweşiya xwe anî ziman.

(mae)