1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredarî Seferber Bûn
Şaredarî Seferber Bûn,şaredarî,seferber,bûn

Şaredarî Seferber Bûn

A+ A-

Şaredariyên BDP'ê ku 98 heb in, bi riya daxuyaniyan gazî gel kirin ku betanî, paçê zarokan, kon, doşek, lihêf, cil û bergên zivistanê bigihînin şaredariyan.

Şaredarî û saziyên kurd bi riya SMS (peyamên telefonan), daxuyaniyên çapemeniyê, radyo û televizyonan gazî gel kirin ku ji bo Wanê û navçeyên wê alîkariyê bişînin.

Her wisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku li Amedê li 5 navendan berhevkirina alavan dest pê kiriye û hinek hêzên rizgarker û lêgerîna rewşên afet û tofanê ber bi Wanê ve bi rê ketine.

Li aliyê din hate ragihandin ku riya navçeya Erdîşê ji ber erdhejê têk çûye û hatiye girtin.


Bêjeyên Miftehî