Şarederekî din ê BDP'î ji peywirê hate girtin
Şaredarê bajaroka Pazarcixê yê navçeya Têkorê yê Qersê Ayhan Erkmen ê girtî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywirê hate dûrxistin.
Wezîrê Karên Hundir, Şaredarê Pazarcixê Ayhan Erkmen ê BDP'î ku di 16'ê kanuna 2011'an de di serdagirtina mal û şaredariyê de hate binçavkirin bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtin ji peywirê dûr xist. Wezareta Karên Hundir di nivîsa fermî ya şandî de Erkmen li gorî madeya 127'an a Makezagonê ya fireya 4'an û zagona şaredariyan a madeya 27'an a hejmara 5393'yan ji pewyirê hate dûrxist.
Erkmen di 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê bi îdîayên "Endamê rêxistinê", "Gef xwarin" û "Propagandeya rêxistinê kir" 15 sal û 2 meh cezayê girtîgehê girtibû û ceza ji Dadgeha Bilind re şand.
Bi Erkmen re 17 şaredarên BDP'î hêj girtî ne
Navên şaredarên girtî wisa ne: Şaredara Dêrsîkê Çaglar Demîrel, Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Şaredarê Sîlopiyê Emîn Togurlu, Şaredarê Bajêrgeh Hurşît Altekîn, Şaredara Geverê ya ji peywirê hate girtin Ruken Yetîşkîn, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Gund Melê Abdurrezak Yildiz, Şaredarê Pazarcixê Ayhan Erkmen, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredarê Hezexê Resul Sadak, Şaredarê Îdîrê Mehmet Nurî Guneş, Şaredarê Pirsusê Ethem Şahîn, Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk, Şaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr.
(bd/mae)
