1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Şefê îstîxbaratê yê berê hat girtin
Şefê îstîxbaratê yê berê hat girtin,şefê,îstîxbaratê,yê,berê,hat,girtin

Şefê îstîxbaratê yê berê hat girtin

Li Îranê şefê îstîxbaratê yê berê hat girtin

A+ A-

Hat diyarkirin ku alîkarê Wezîrê Îstîxbarata Îranê Huccetulîslam Muhemmed Riza Nûrûllahiyan hat girtin û avêtin girtîgeha Evînê.

Li gorî malpera înternetê ya bi navê “Kelîme” ya alîgirê Mîr Huseyîn Musewî, endamê buroya rayedarên Rêberên Şoreşê Mihemmed Riza Nûrûllahiyan roja înê di dema merasima cenazeyê bavê Mîr Huseyîn Musewî, Mîr Îsmaîl Musewî de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat giritn û veguhestin girtîgeha Evînê.

Malperê ragihand ku Wezîrê Îstîxbarata Îranê Huccetulîslam Muhemmed Riza Nûrûllahiyan di dema merasima cenaze de hatiye girtin û di dadgehê de 5 seet ketiye ber lêpirsînan û piştre ew şandine girtîhega Evîn a li Tehranê.

ANF NEWS AGENCY