1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şer li dora Minbicê dijwar dibe
Şer li dora Minbicê dijwar dibe,şer,li,dora,minbicê,dijwar,dibe

Şer li dora Minbicê dijwar dibe

A+ A-

MINBIC (DÎHA) - Li rojava, bakur û bakûr rojavayê bajarê Minbicê di navbera hêzên rizgarkirina Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 69 çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ku ji bo rizgarkirina Minbicê hatiye destpêkirin di roja 12’an de didome. Li aliyekê pêşvçûna şervanan didome, li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê ku li Minbicê hatine dorpêçkirin, ji bo ku dorpêçê bişikînin her rêbazekê bikar tînin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê şandine, çeteyan di navbera gundên Sultaniyê û Hemduniyê de ku kîlometreyekê dikevin rojavayê Minbicê êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê şervanên hêza Minbicê bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. Pevçûn di van kêliyan de jî berdewam dikin.

Li bakûrê Minbicê jî li derdora gundê Medna çeteyan şevê din ji 3 aliyan ve êrîş kirin. Şervanan jî bersiv dan û ber bi serê sibehê ve pevçûn derketin. Di pevçûnên li vê herêmê de 48 cenazeyên çeteyan hatin dîtin. Li herêmê pevçûn didomin.

Li gundê Kebirca Mezin ku ji çeteyan hatiye rizgarkirin, şevê din di encama xebatên lêgerînê de 21 cenazeyên çeteyan hatin dîtin.

(mae)