1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şer li tevahiya Sûrê belav dibe
Şer li tevahiya Sûrê belav dibe,şer,li,tevahiya,sûrê,belav,dibe

Şer li tevahiya Sûrê belav dibe

Piştî ku van çend rojên dawî li taxên neqedexekirî jî pevçûn, teqîn û çalakiyên çekdarî çêbûn, îro dewleta Turkî li tevahiya navçeya Sûrê qedexe îlan kir.

A+ A-

Wekî tê zanîn do Serokomarê Turkî R. T. Erdoğanî civînek bi qeymeqaman re çêkir û ji wan re got, "ku pêwistî çêbû, pîvan û rêzikan daynin aliyekî".

Îro qeymeqamê navçeya Sûrê li tevahiya navçeya Sûrê derketina derve qedexe kir. Malbatên ku xwestin xaniyên xwe vala bikin jî, ji ber siwareyên bar hinek ji ber qedexeyan, hinek ji ber tirsê neketin nav Sûrê, nekarîn ku mala xwe jî bar bikin.

Gelek çavkaniyên polîs û çeteyên tirk di riya înternetê de tînin zimên, ku li taxa Melikahmedê xendeq û bend hatine çêkirin. Gelek çavkaniyên çalakgeran jî ji do ve bi riya Twitterê dinivîsandin ku YPS ketiye hinek taxên ku berê ji destê wan derketibû.

Lê tu ji van agahiyan heta niha ji aliyê çavkaniyên pêwar ve nehatine piştrastkirin.

Taxên ku îro qeymeqamiya dagirkeran a Sûrê qedexe lê îlan kiriye:
Taxa Abdaldede,
Taxa Ali Paşa,
Taxa Lalebey,
Taxa Süleyman Nazif,
Taxa Ziya Gökalp.

Riyên ku îro qedexe lê hatiye îlankirin:
Riya Melikahmet

Taxên berê qedeya derketina derve lê hatibû îlankirin:

Taxa Cevatpaşa,
Taxa Fatihpaşa,
Taxa Dabanoğlu,
Taxa Hasirli,
Taxa Cemal Yilmaz
Taxa Savaş

Li jêr di Google Maps de nexşeyên taxên jorîn hene: