1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Şer û zarok'
'Şer û zarok',şer,û,zarok

'Şer û zarok'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Şerên ku li cihanê di qewimin her çiqas bandorê li ser civakê dike jî herî zêde bandorê li ser zarokan dike. Zarokên ji Sûriyeyê reviyane li Stenbolê parsê dikin.

Di şerê Sûriyeyê degelek welatiyên sûriyêyî koçberî deverên cur bi cur bûn. Yek ji wan deveran jî bajarê Stenbolê ye. Li gel navçeyên Stenbolê zarok di sir û sermayê de li erdê rûdinin û parsê dikin. Li Taksîma Stenbolê keça 5 salî di bin baranê de li erdê rûnişye parsê dike. Ev zaroka 5 salî di wêneyê me de xuya dike rastiya şer û bandora li ser zarokên çêkiriye radixe ber çavan.

Li gorî daneyên walîtiya Stenbolê 67 hezar sûriyeyî li Stenbolê dijîn û nîvê wan jî zarok in.

(nvt/wk)


Bêjeyên Miftehî