1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Şertên îro ji bo derketina Leyla Qasiman guncav in’
‘Şertên îro ji bo derketina Leyla Qasiman guncav in’,şertên,îro,ji,bo,derketina,leyla,qasiman,guncav,in

‘Şertên îro ji bo derketina Leyla Qasiman guncav in’

Di salvegera darvekirina jina şoreşger a Kurd Leyla Qasim de çalakvanên jin ên Helebceyê behsa têkoşîna wê kirin û danzanîn ku Leyla Qasim di qada siyasetê de bû sembolek ji bo jinên Kurd

A+ A-

ŞIRAM HEWRAMÎ / HELEBCE

Îro 12’ê Gulanê, 42 sal li ser darvekirina jina şoreşger a Kurd Leyla Qasim û rêhevalên wê ve derbas dibe. ‘Divê em Leyla ji xwe re bikin wane û perwerdeyek’ Çalakvana mafê jinan û Cîgira Serokşarevaniya Helebceyê Kuwêstan Ekrem ji RojNews re axivî û got: “Di dema ku Leyla Qasim di qada siyasetê de xebat dikir, xebatkirin di wê qadê de ji bo mêran jî zehmet bû. Ji bo wê jî divê em Leyla ji xwe re bikin wane û perwerdeyek.”

Kuwêstan Ekrem di berdewam axaftina xwe de bal kişande ser jiyana Leyla Qasim û wiha pêde çû: “Leyla bixwe di malbatek hejar de hatiye dinê. Bav û birayên wê karker bûne. Di sala 1971’an de ji ber wê yekê ji Xaneqînê diçin Bexdayê. Ji bo wê jî Leyla Qasim bi hewldan û têkoşîna xwe bû navek naskirî. Pişta xwe neda pere û têkiliyên xizmayetiyê. Cêwaz ji jinên wê demê zulim û zordariya Baasiyan li dijî gelê Kurd têdigihê û fam dike. Ji bo wê jî bi rêya birayê xwe Selam Qasim bi Tevgera siyasî ya gelê Kurd re peywendî daydine. Hebûna xwe wek jin îfadekirin wê demê gelekî zehmet bû, lê belê Leyla dikare vê yekê bike.” Cîgira Serokşarevaniya Helebceyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Darvekirina Leyla Qasim wê demê hem li derve hem jî li hundir gelekî deng veda. Di rojnameyên cîhanî de hat gotin ku Leyla Qasim di dîroka siyasî ya Iraqê de yekemîn jin bûye ku hatiye darvekirin. Ji ber vê yekê ez wek jinek Kurd şanaziyê bi Leyla dikim, ji ber ku di qasa siyasetê de ji bo jinên Kurd bû sembolek.” ‘Leyla Qasim de dema xwe de karî di warê siyasî û netewî de rola xwe bilîze’ Li ser heman mijarê mamosta Geşaw Mehmûd jî bi ajansa me re aixvî û diyar kir ku kesayeta Leyla Qasim di dîroka siyasî û civakî ya gelê Kurd de cihê xwe girt û got: “Divê hemû jinên Kurd şanaziyê pê bikin. Leyla Qasim de dema xwe de karî di warê siyasî û netewî de rola xwe bilîze.” ‘Divê em Leyla ji xwe re bikin lîderek di warê azadiya jinan de’

Geşaw Mehmûd di dawiya gotinên xwe de wiha axivî: “Rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û beşên din ji her demî zêdetir derfetan ji bo derketina Leyla Qasiman diafirîne. Şert û mercên heyî ji bo derketina Leylayan guncav in. Ji ber ku ger em wê demê û niha daynin ber hevdû, gelek guhertin çêbûne. Ji bo wê divê em Leyla ji xwe re bikin lîderek di warê azadiya jinan de û bi destxistina mafê rewa yê jinan.” (ge)