Şervanan 13 çeteyên xwe veşartibûn girtin
A+
A-
KOBANÊ – Şervanên QSD’ê di operasyona li bejahiya Kobanê de 13 çeteyên DAIŞ’ê ku xwe di nava gundan de veşartibûn girtin.
Li gorî nûçegîhana ANHA’yê ku ji qada şer agahiyan dide, di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li başûrê gundewarê Kobanê dewam dike de şervanan 12 çeteyên ku li gundê Denedewşan xwe bicih kiribûn, girtin.
Çete ji bo neyên naskirin cilên sivîl li xwe kiribûn û di nava şêniyên gund de xwe vedişartibûn.
Di şerê li gundê Girêdan qewimî bû jî, şervanan çeteyek girtin. Çek, cebilxane û bêtêleke pêre jî hatin bidestxistin.
(ne/he)
ANHA
Bêjeyên Miftehî şervanan,13,çeteyên,xwe,veşartibûn,girtin