1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Şervanên jin ên di eniyê pêş de: Dê negihîjin armaca xwe
Şervanên jin ên di eniyê pêş de: Dê negihîjin armaca xwe,şervanên,jin,ên,di,eniyê,pêş,de,dê,negihîjin,armaca,xwe

Şervanên jin ên di eniyê pêş de: Dê negihîjin armaca xwe

A+ A-

ERSÎN ÇAKSÛ / ÎBRAHÎM ASLAN

KOBANÊ (DÎHA) – Şervanên jin çawa sembola Şoreşa Rojava ne di heman demê de sembola berxwedana Kobanê ne jî. Şervanên YPJ’ê yên ku di eniyên pêş de wekî di eniyan de govendê digirin, şer dikin nirxandina “Jin tenê ne di eniya şer de di hemû qadên jiyanê de pêşengiyê dike. DAIŞ di bin navê ol de êrîş dike. Feraseteke wan a ‘hêza jinan nîn e’ heye. Her tim dixwazin jinan li malê bibînin. Mînak dibêjin heke ji aliyê jineke ve bêm kuştin nikarim biçim bihuştê. Ev feraseta wan a li dijî jinan nîşan dide. Li vir berxwedaneke bêhempa heye. Em weke jin cihê xwe yên li mewziyan de digirin. Ew çiqas êrîş dikin, em jî ewqas li ber xwe didin. Ew ê tu caran negihîjin armanca xwe” kirin.

Li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana YPG û YPJ’ê roja 56’emîn li pey xwe hişt. Rola pêşengiyê ya jinan a di Şoreşa Rojava de, di berxwedana Kobanê de jî bûye semboleke mezin. Çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan a YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji bo şervanên jin sembolek e. Di zimanê hemû jinên eniyê şer dikin de sonda “bûna Arîn Mîrkan” heye. Dema hûn li eniyên herû krîtîk şervanên YPJ’ê dibînin di vê biryarbûnê de ne, ev yek tê dîtin. Şer wekî govendeke li dijî neheqî dibîni. Şervanên jin ên ku temenê wan di salên navîn de he bi sekna xwe ya gihandî balê dikêşin, ciwan jî dema ji mewziyeke diçin mewziyeke wekî lîstîkê dilîzin. Tilîliyên şervanên jin di mewziyan de morala çeteyên DAIŞ’ê serobino dike û li aliyê din jî morelê dide şervanên YPG’ê.

‘Rola bingehîn YPJ dilîze’

Şervana bi navê Pelîn Avaşîn a li eniya Rojhilat şer dike nêrînên xwe wiha anî ziman: “Rewşa me pir baş e. Berxwedana li vir û şehadeta hevalan moralê dide me. Mirov şer neke jî dema berxwedaneke wiha û şehadetan dibîne hêzê digire. YPJ li vir roleke dîrokî dilîze. Di civakê de feresaket heye dibêjin jin nikare şer bike, lê li vir di nava şer de rola bingehîn jin dilîzin. Ango em cudatiyê naxin navbera jin û zilam. Lê jin rola pêşengiyê dilîze.”

Avaşîn der barê rola jinan a hem di Şoreşa Rojava û hem jî di berxwedana Kobanê de ev nirxandin kir: “Jin tenê ne di qada şer de, di hemû qadên jiyanê de pêşangiyê dike û moralê dide. Morala herî mezin jî dê serkeftinê bîne. DAIŞ di bin navê ol de êrîş dike. DAIŞ di bin navê ol de êrîş dike. Feraseteke wan a ‘hêza jinan nîn e’ heye. Her tim dixwazin jinan li malê bibînin. Mînak dibêjin heke ji aliyê jineke ve bêm kuştin nikarim biçim bihuştê. Ev feraseta wan a li dijî jinan nîşan dide.”

‘Heta Kobanê azad nebe ez ê nemirim’

Avaşîn di eniyên pêş de banga “Peyama min a ji bo gelê kurd e; heta Kobanê azad nebe ez ê nemirim. Dibe ku em birîndar bibin, şehîd bikevin lê em dijminê xwe mazin nakin. Em dikarin têbikoşin” li gelê kurd kir.

Gulbahar Koçer a ku bi Avaşînê re di heman mewziyê de şer dike jî der bar êşerê li Kobanê de ev tişt anî ziman: “Li Kobanê şerekî dijwar heye. Em jî di eniyên pêş de cihê xwe digirin. Li vir berxwedaneke mezin heye. Em jî wekî jin di mewziyan de cihê xwe digirin. Ew çiqas êrîş dikin em jî ewqas li ber xwe didin. Heta niha negihîştin armanca xwe dê îro şunde jî negihîjin armanca xwe. Taktîkên şerê bajar ên li gorî xwe hene. Mînak em li eynika li vir wan dişopînin. Dema ev vê daynin nehewce ye em serê xwe derxînin. Ew ji ku diavêjin em jî wê derê gulebaran dikin. Li Kobanê pevçûnên herî dijwar li eniya Rojhilat çêbûn. Wan xwestin ji vir derî bi dest bixin. Ji ber vê yekê jî pevçûnên herî dijwar li vir e. Em li vir gav bi gav pêş ve diçin.”

‘Jin bûn sembola berxwedanê’

Koçer bilêv kir ku jin bûn sembola berxwedana Kobanê û wiha berdewam kir: “Di herî pêş de jin şer dikin. Mînak hevala me şehîd Arîn, di xeta Zîlanan de berxwedanek pêk anî. Em ê heta dawî vê berxwedana xwe bidomînin. Em ji bo gel û welatê xwe şer dikin. Di vî warî de bareke giran dikeve li ser milê jinan. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe berxwedana xwe bidomînin.”

(sa/wk)