1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Şervanên ku li her derê bûne nimûneya hevaltiyê
Şervanên ku li her derê bûne nimûneya hevaltiyê,şervanên,ku,li,her,derê,bûne,nimûneya,hevaltiyê

Şervanên ku li her derê bûne nimûneya hevaltiyê

A+ A-

KOBANÊ - Pênc şervanên YPG'ê ku li hemû qadan, li hemû çeperan bi salan li hemberî dijminên mirovahiyê sekinîn û liber xwe dan, nimûneya havaltiya rast nîşanî mirovahiyê kirin. Hertim bi hev şer neyaran dikirin, bi hev re kêfxweş û xemgîn dibûn.

Çawa hev nas dikin!

Gurûpa Şehîd Agir ji pênc ciwanên Rojava pêk tê. Di nava şerê li herêma Cizîrê hevdu nas dikin. Di destpêkê de ew pênc kes in. Agir Kobanê yê bi navê Dijwar Şêxî sala 1991'an li gundê Nûmana Kor yê dikeve rojavayê Kobanê jidayîk bûye û sala 2011'an tevlî nava refên YPG'ê bûye. Rizgar Efrîn yê bi navê Rizgar Hesen di 1991'an de li gundê Hayat ê girêdayî navçeya Mabeta ya herêma Efrînê jidayîk bûye û sala 2010'an tevlî nava refên YPG'ê bûye. Agir û Rizgar di şerê Serêkaniyê de hevdu nas dikin.v Her du bi hev re wekî doçkaçî cihê xwe di çeperan de digrin. Agir û Rizgar, Hemze Kobanê yê bi navê Mustefa Mihemed, sala 1991'an li Kobanê jidayîk bûye û sala 2011'an tevlî nava refên YPG'ê bûye li Serêkaniyê dinasin. Piştre hersê hevalên hev şervanê YPG'ê Sîpan Efrîn ê bi navê Reşîd Bîlal û sala 1993'an li gundê Şiketo yê girêdayî navçeya Şiyê ya herêma Efrînê jidayîk bûye nas dikin.

Li Serêkaniyê herçar heval bi hev re ne

Agir, Rizgar, Sîpan û Hemze di sala 2012'an de beşdarî şerê bajarê Serêkaniyê bûn û li wir fêrî şerê bajaran dibin. Her 4 şervan bi tevlîbûna xwe ya xurt dihatin nasîn. Wan 11 mehan bi hev re cihê xwe di nava berxwedana Serêkaniyê digirt. Piştî şerê Serêkaniyê bidawî bû, tevlî perwerdeyekê dibin. Hemze û Agir li Qamişlo, Rizgar û Sîpan jî di perwerdeyê de bi hev re bûn. Piştî perwerdeyê herçar hevalên hev derbasî bajarê Helebê dibin û li wê derê şervanê YPG'ê Xemgîn Heleb ê bi navê Xemgîn Hebîb ku di sala 1993'an de li Helebê jidayîk bûye û sala 2011'an tevlî bûye dinasin. Li Helebê hejmara şervanên girûpê bû 5 kes.

Li Helebê du salan şer dikin

Girûpa Şehîd Agir ku ji pênc kesan pêk tê di sala 2012'an li Helebê beşdarî şerê Helebê dibe. her 5 hevalên hev li hemberî êrîşan û di gelek çalakiyan de bi hev re ne. Her ku dem derbas dibe bîranînên wan bi hev re zêde dibin. Êdî kêfxweşî, xemgînî û dijwariyê hertim bi hev re parve dikin. Hevaltî û girêdana wan bi hev re zêde dibe.

Vê carê berê xwe dan Kobanê

Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê zêde bûn û di 15'ê îlonê de dest bi êrîşên dijwar kirin, Girûpa Şehîd Agir pêşniyar û israr kir ku tevlî berxwedana Kobanê bibe. Bi hev re nayên, lê belê herpênc jî tên Kobanê û cihê xwe di berxwedaniyê de digirin. Herpênc heval jî li eniya rojhilat a Kobanê di çeperên herî pêş de cihê girtin. Girûpê 11 mehan li Serêkaniyê û 2 salan li Helebê şerê bajaran kiriye û xwedî tecrûbeyên leşkerî ye. Ji ber vê tevlî şerê parastina Kobanê dibin. Her yek ji wan girûpekê birêve dibe. Her pênc heval ji bo berxwedaniya Kobanê pêşengtiyê dikin.

Li eniya Rojhilat Agir jiyana xwe jidest dide

Di çalakiyeke ku roja 7'ê mijdarê li hemberî çeteyan hat lidarxistin, hevalê wan Agir Kobanê jiyana xwe jidest da. piştre 4 hevalên wî yên girûpê bi şehadeta wî agahdar dibin û gelek bandor li ser wan çêdibe. Di wê demê de herçar heval soz didin ku tola hevalê xwe Agir Kobanê hilînin. Ji ber vê jî navê girûpa xwe dikin 'Girûpa Şehîd Agir'. Niha Xemgîn, Sîpan, Hamze û Rizgar li eniya rojhilatê Kobanê cihê di nava qadên berxwedanê de digrin û şer birêve dibin.

NEHÎR PALE

(he)