Şervanên Minbicê pêşde diçin: 30 çete hatin kuştin
Di şerê duh êvarê yê li rê û xaçerêya El Cezîre ya Minbicê de zêdeyî 30 çete hatin kuştin. Li taxa El Niêmî jî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her bi pêş ve diçin
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li taxa El Niêmî ya li rojhilatê navenda bajarê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de duh danê êvarê şerekî dijwar qewimî. Pêş ve çûna şervanan a li vê taxê dewam dike.
Wekî din, di şerê li rê û xaçerêya El Cezîre de 30 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li aliyê din, li bejahiya başûrrojavayê gundê Dendeniyê, 14 cenazeyên çeteyan hatin dîtin. Duh bi giştî 29 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.
Bêjeyên Miftehî şervanên,minbicê,pêşde,diçin,30,çete,hatin,kuştin
