1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şervanên YJŞ'ê: Em ê di şopa Leyla Qasim de bimeşin
Şervanên YJŞ'ê: Em ê di şopa Leyla Qasim de bimeşin,şervanên,yjş,ê,em,ê,di,şopa,leyla,qasim,de,bimeşin

Şervanên YJŞ'ê: Em ê di şopa Leyla Qasim de bimeşin

Şervanên YJŞ'ê yên niha li eniyên Şengalê ne diyar kirin ku wê heya dawiyê şopdarên jinên leheng yên weke Leyla Qasim û hevalên wê bin û gotin ku niha bi hezaran jin şopa wan di meşînin

A+ A-

ŞENGAL / ROJNEWS

Leyla Qasim ji ber têkoşîna xwe ji aliyê rejîma Baas ve tê girtin û di dadgehek ne adil de cezayê darvekirinê jê re tê dayîn. Hêj du hefte li ser girtina wê ve derbas nebûye, roja 12’ê Gulana 1974’an seat 07:00’ê serê sibê Leyla Qasim û çar rêhevalên wê tên darvekirin. Şervanên YJŞ'ê bi boneya 42. salvegara bi darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê ji ajansa me re axivîn. Şervana YJŞ'ê Zeyneb Cûdî di serî de Leyla û hevalê wê bi bîr anî û got: "Weke YJŞ'ê em Leyla û hevalên wê bi bîrtînin. Îro salvegera bi darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê ne. Weke jin niha em jî li berxwe didin. Xeta Leyla ji bo me bingehe. Em ê li pey şopa wan bin. Em ê şopdarê her jinekî li berxwedayî û têkoşîn kirî bin. Ji 74'an ve heya niha li Başûrê Kurdistanê hêzek weke YJŞ'ê nehatiye avakirin. Di roja îro de berxwedaniyek gelek mezin tê meşandin. Ji ber ku artêşa jinan li vir hat avakirin. Ji berî niha jî berxwedaniyek hebû, lê ne weke artêş. Weke kesayet jinên pêşeng derketine. Piştî berxwedana wan jinan niha jî artêş hat avakirin. Yek ji wan jinên pêşeng Leyla Qasim bû. Dîsan weke endamê YJŞ'ê wan jinan bi bîr tînin."

'Di roja îro de berxwedaniyek herî mezin tê meşandin' Cûdî diyar kir ku di roja îro bi sedan jin şopdarên Leyla Qasimin û wiha destnîşan kir; "Rojekî gelek bi êş bû, di heman demê de rojekî berxwedaniyê jî bû. Dema ku Leyla birin bi darve bikin Leyla got, 'Eger îro hûn min bi darve bikin jî wê sibe, bi hezaran jinên Kurd rabin serhildanê û berxwedanê bikin.' Ev yek rast derket. Niha weke YJŞ'ê hat avakirin. Niha jî bi sedan jin şopdarên Leyla û lehengên weke wê ne. Herî dawiyê jî li vir bi dehan şehîdên me yên Şehîd Gulçîn, Şehîd Nûjiyan çêbûn, ev şehîn jî di şopa Leyla Qasim de bûn. Di roja îro de berxwedaniyek herî mezin tê meşandin. Em vê berxwedanê li Leyla Qasim pîroz dikin. " Şervana YJŞ'ê Cîhan Salih da zanîn ku di sala 1974'an de Leyla Qasim zulim nepejirand û serê xwe lihemberî wan rakir û wiha got: "Leyla keçek xwendevan bû. Di dema Sedam de gelek zulim dît, lê zulim nepejirand. Dema ku Leyla û 4 hevalên wê birin darve bikin. Leyla got ku eger hûn me bi dar ve jî bikin wê bi hezaran keç û xortên Kurdan rabin. Piştî gotina wê jî YJŞ û YPJ rabû. Niha bi hezaran şopa wê dimeşînin."

'Em weke şervanên YPJ'ê Leylayan ji xwe re mînak digrîn' Şervana YJŞ'ê Nûjiyan Agir jî got: "Em di salvegara şehadeta Leyla Qasim de wê bîr tînin. Leyla Qasim ji ber zulim nepejirand serî hilda. Me jî got weke Leyla Qasim em zulimê napejirînin. Em ê li pey şopa wê bin. Sedam Leyla û 4 hevalên wê darve kirin. Ji ber vê yekê me keçên Şengalê û Bakûr jî zulima DAIŞ'ê nepejirand. Me jî got; em li pey şopa Leyla Qasim in. Niha em keç û jin çekê radikin. Bi dehan jinên şoreşger weke wan rabûne. Em weke şervanên YJŞ'ê Leylayan ji xwe re mînak digrîn."

Leyla Qasim di sala 1952’an de li gundê Bamêlî yê ser bi Xaneqînê di malbatek hejar û welatparêz de hat dinê. Qasim Hesen bavê Leyla, karkerê Şîrketa Elwend a Refîneya Petrolê bû. Piştî ku teqawit bû, di sala 1971’an de ji Xaneqînê çûne Bexdayê. Êşa koçberî, hejarî û zulima rejîma Baas li ser gelê Kurd di Leyla Qasim de bîra azadîxwaziyê û îradeya têkoşînê çêkir. Ji ber têkoşîna xwe ji aliyê rejîma Baas ve tê girtin û di dadgehek ne adil de cezayê darvekirinê jê re tê dayîn. Hêj du hefte li ser girtina wê ve derbas nebûye, roja 12’ê Gulana 1974’an seat 07:00’ê serê sibê Leyla Qasim û çar rêhevalên wê li Bexda tên darvekirin. (ab/ge)