1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Şervanên YPJ'ê tabûyan dişkînin
Şervanên YPJ'ê tabûyan dişkînin,şervanên,ypj,ê,tabûyan,dişkînin

Şervanên YPJ'ê tabûyan dişkînin

A+ A-

SEDAT SÛR - KOBANÊ Şervanên YPJ’ê yên li hember êrîşên du mehên dawî pêşengiyê dikin darbeyên giran li çeteyan û di heman demê de li tabûyên zilamên serwer didin.

Li Kobanê piştî şoreşê yek ji beşa tevlî şerê parastinê bû jin in. Jinên di nav refên YPJ’ê cihê xwe girtin, di bê encamhiştina êrîşên çeteyan de rolekî diyarker lîstin, di aliyê nêrîna civakî de jî veguhertineke şoreşî afirandin.

Şervanên jin diyar kirin ku YPJ’ê tenê wek eniyeke parastinê nabînin, ji bo wan adresa dilsoziya bi azadiyê re ye. Jinan rola jinan a di şerê parastinê de û guhertina di civaka Kobanê de ji ANF’ê re vegotin.

Destan, got ku berî niha bi 2 salan beriya ku YPJ ava bibe tevlî nav refên YPG’ê bûye û têkildarî jiyana xwe ya berê bi kurtasî wiha got, “Jiyaneke min a di nav çar dîwaran de hebû. Tu aktîvîteyeke min a civakî û aborî tune bû.”

Guhertina radîkal a piştî şoreşê di nav civakê de Destan û xizmeke wê jî bandor dike û bi hev re tevlî nav hêzên YPG’ê dibin. Piştî çend mehan bi avakirina YPJ’ê re tevlî nav refên YPJ’ê dibin.

JI BO MIN NE TENÊ PARASTINA XAKÊ YE

Destan li ser pirsa me ya, “Piştî hûn tevlî nav refên YPG/YPJ’ê bûn çi hat guhertin” wiha dibêje:

“Heta wê demê min bawer nedikir wê jinek bi zilamekî re bi her alî ve wekhev be. Mînak di malbata min de feraseta wekheviyê tune bû. Mêr timî serwer bû û min ew heta wê demê ev mijar weke parçeyek asayî ya jiyanê dinirxand. Li vir bi her alî ve feraseta wekhevî û azadiyê heye. Di pêwendiyên jin û zilam de ew wek rêgezeke pir girîng tê parastin. Vê di min de dilsoziyeke mezin a bi azadiyê re afirand.”

Destan jî di meha Tîrmehê de dema êrîşên çeteyên DAIŞ zêde bûn di eniya herî pêş de şer dikir.

Destan parastina “Girê Şehîd Xabûr” ê di berxwedana Kobanê de xwedî cihekî girîng e wiha vedibêje, “Li Girê Şehîd Xabûr hevalên jin heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan. Berxwedaneke pir mezin hat nîşandan. Hevalên jin ji bo çekên wan nekevin destên çeteyên DAIŞ hewldaneke mezin nîşan didan. Ev çekên hevalên şehîd in. Çekeke me ya Bîsvîng di nav şer de ma. Hevalek jin dema xwest çekê bîne şehîd ket.”

Destan xizma xwe Awaz a bi hev re tevlî nav YPG’ê bibûn di meha Gulanê li eniya rojava gundê Zor Mixare di şerekî de winda dike.

Destan piştî Awaz xizmê xwe Şervan di meha Tîrmehê de û Rûhat jî di meha Adarê de li eniya rojava di şerekî li Sewame winda dike.

Destan mafê axaftina xwe dide Berfîna ku dibêje, “Cihgirtina di nav YPJ’ê de ji bo min ne tenê parastina xakê, dilsoziyeke bi azadiyê re ye.”

TÊGIHIŞTIN GUHERT

Berfîn bi banga seferbertiyê re tevlî nav refên YPJ’ê dibe û tevlîbûna xwe wiha tîne ziman: “Jixwe hezkirinek min ji bo YPJ’ê hebû. Lê belê piştî êrîşên dawî êdî nedibû ez li cihê xwe bisekinim.”

Berfîn wiha dewam dike, “YPJ’ê têgihiştina, jin kêm e nikare tiştekî bike guhert. Min heta refa heftan xwend. Eger şoreş nebûya dibe ku piştî demekê ez ê zewicîbama û bibama xwedî zarok.”

TABÛYÊN FEODAL CAREKE DIN HATIN ŞKESTIN

Şervana bi navê Rêvana jî tiştên rûda dane bi van hevokan tîne ziman.

Rozaya berî niha bi 6 mehan tevlî nav refên YPJ’ê bûye berxwedana jinan bi kurtasî wiha tîne ziman: “Li gor min destketiya herî mezin a vî şerî ev e ku careke din tabûyên feodal hatin şkestin. Di şerê meheke dawî de jinan di eniyên pêş de cih girtin. Mirov dikare bêje ku jinan darbeyên giran li çeteyên DAIŞ dan. Jinan gelek çîrokên lehengiyê li pey xwe hiştin û gihiştin şehadetê. Em ê jî ji niha û şûn ve di rêya şehîdên xwe de têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin.”