1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Şerê Cêrikiya û GDO´yê!..
Şerê Cêrikiya û GDO´yê!..,şerê,cêrikiya,û,gdo,yê

Şerê Cêrikiya û GDO´yê!..

Dêrikî li dijî çandiniya GDO, Firengiyê Çiyê diçînin

A+ A-

Li Tirkiyeyê piştî bandora pergala kapîtalist li ser jiyan û xwezayê zêde dibe, berhemên li dijî ekolojî û xwezayê yên GDO jî zêde dibe. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li hemberî berhemên GDO'yê firengên çiyê ku bi tam û ekla xwe balê dikişînin rastî eleqeyên gelek mezin tên.

Berhemên GDO (tovên navik û genetika wan hatiye guhertin) li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Bi belavbûna çandinî û berhemên GDO re tam û ekla fekî û nebat jî kêm bû. Li hemberî berhemên GDO, rênçberên ku çandiniya ekolojîk û xwezayî dikin jî hene. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê rênçberên ku Firengê Çiyê dişînin, li bazarê rastî eleqeyek mezin tên. Firengên Çiyê ku reng, tam û ekla xwe bala mirovan dikişînin ser xwe, rastî eleqeyek gelek mezin tên. Li herêmê di salên 1990'an de gund vala bû û çandiniya ekolojîk û xwezayî li gelek cihan têk çû. Ji ber gund vala bûn û çandiniya li gundan bi dawî bû, gelek berhem û teamên ekolojîk û xwezayî jî koç bû û li şûna wî berhemên GDO'yê cihê xwe girt.

Piştî li hin deveran gundî dîsa li gund û warên xwe vegeriyan dîsa dest bi çandiniya ekolojîk û xwezayî kirin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî welatiyên ku li gundê xwe veriyan dîsa dest bi çandiniya ekolojîk û xwezayî kirin. Ev berhemên ekolojîk û xwezayî ku bê derman û horman şîn dibe û mezin dibe, bi tam û ekla xwe, bi bêhn û rengê xwe bala hemû kiryar û serfkaran dikişîne ser xwe. Firengên Çiyê yên li Dêrikê tên çandin li bazarê rastî eleqeyek gelek mezin û germ tê.

Welatiyê b navê Sadettin Azlag, anî ziman ku ew ferhengan bêyî derman û gubre diçîne û her tiştê wî ji xwezayê ye. Azlag, anî ziman ku ew li dijî berhemên GDO ne û ev berhemên GDO genetîk û sîsika wî hatiye xerakirin û êdî tama wî nema ye û wiha got: "Em niha Firengên Çiyê yên xwezayîe û ekolojîk kîloya wî bi 1-1.5 TL difiroşin. Hem erzan e û hem jî tam û ekla wî pir xweş e. Ji ber vê yekê rastî eleqeyek gelek mezin tê.

Komeleya Organîsazyona Çandiniya Ekolojîk anî ziman ku ger ev berhemên GDO pêş bikeve dê di pêşerojê de cehwerê her tiştî xera bibe û êdî dê bandonek gelek xerab li ser jiyanê bike. Komeleyê xwest dîsa hemû rençber û çotkar li ser kok û cewhera çandiniya ekolojîk û xwezayî vegerin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî