1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-3
Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-3,şerê,jinûve,dîzayînkirina,rojhilata,navîn,3

Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-3

A+ A-

NAZDAR EBDÎ

Li Suriyeyê şerê cîhanê yê sêyemîn, li Rojava şerê xweparastinê

NAVENDA NÛÇEYAN – Sala 2015`an ji bo dîroka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê saleke şer û xweparastin û sudgirtina ji têkoşînê bû. Saleke pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî û seferberkirina hemu hêzên neteweyên herêmê li hember êrîşên li ser Rojava bû.

Sala 2014`an di dîroka Rojavayê Kurdistanê de saleke tijî êrîş, şer û pevçûn bû. Di wê salê de DAIŞ Li Surya û Îraqê derket holê û piştî ku gelek herêm ji destê hêzên rejîmê û opezîsyona Suryeyê wergirtin berê xwe dan herêmên Rojavayê Kurdistanê. Hemu deverên li derdora hersê herêmên xweser ku berê di destê çeteyên El-Nusra û Artêşa Azad û Rejîmê de bûn ji wan standin

Kobanê di çaryeka dawî ya sala 2014`an de dest pê kir û di sala 2015`an de dom kir. Lewre sal a2014`an di dîroka Rojavayê Kurdistanê de weke sala şer û tekoşînê hatibû binavkirin.

Sala Sudgirtina ji tekoşînê û zeferê

Di destpêka sala 2015`an de Endama Fermandariya YPJ`ê ya herêma Kobanê Meryem Kobanê sala 2015`an weke saleke encamgirtina berxwedanê û serkeftinê bi nav kir.

Di vê salê de riya di navbera Kobanê û Cizîrê bi temamî hat vekirin û 2 kantonên Rojava gihiştin hev. Li ber Hêzên YPG`ê di nava şerê parastina xaka Rojava de gelek hêzên din ên ji pêkhateyên din ên herêmê hêzên xwe ava kirin (Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Zîrevanên Xabûr, Burkan El-Firat, Şoreşgerên Reqayê (Siwwar El-Reqqa), Şems El-Şemal, Lîwa El-Selaciqa, Tugayên Cizîrê (Elwiyet El-Cezîra), Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El Suwar, Lîwa 99, Odeya Çalakiyan a taybet 455, Lîwa El-Selaciqa, Ehrar El-Zawiya, Lîwa Sultan Selîm, Lîwa Şehîdên Etarib), Lîwa El-Tehrîr û Lîwa 99 a Muşat) û hevbeş bi YPG`ê re tevlî wan şeran bûn. Herî dawiyê QSD`ê ku weke Hêza Parastina Suryeyê û aliyê leşkerî yê Meclîsa Suryeya Demokratîk hat pejirandin hat avakirin.

Ev hêz di demek kurt de, Ji asta şerê ji bo parastina Rojava û herêmên kurdî derket û bû hêzeke parastina tevaî xak û gelê Suryeyê. Di şerê xwe yê li hermber terorê jî wîsama têkbirina terorê ji hemû cîhanê wergirt. Hevkariya Koalîsyonê vê re jî nîşana wê ya herî ber bi çav e.

Dîsa jî di nava rojên vê salê de, şerê gel ê şoreşgerî hat pêşxistin. Li tevaî tax, gund, bajar û herêmên Rojava komîteyên parastinê di bin sîwaneya Hêzên Parastina Civakî hatin avakirin. Di wir de zêdeyî 11 hezar kes li Rojava hatin perwerdekirin.

Bi gîştî di nava rojên vê salê de firehiyeke bi qasî 18560.094 ji gîştî xaka Rojava û Suryeyê jji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û di van şeran de jî zêdeyî 6 hezar û 57 Çete hatin kuştin.

Di rêzikên vê panoramayê de me roj û kêliyên vê salê pelandin, jê hin buyer, kêlî û rudanên ku derketibûn pêş derxistin û rêz kirin.

Berxwedana Kobanê di lutkeyê de ye

Operesyona rizgarkirina bajarê Kobanê ku di 18`ê Kanûna 2014`an de dest pê kiribû di rojên destpêkê yên sala 2015`an dom dikir. Di 26`ê Çileya 2015`an de, roja dîrokî ya rizgarkirina Kobanê bû. Piştî derbasbûna 134 roj şer û berxwedan navenda bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin. Di temamî operesyonê de 3 hezar û 710 çete hatin kuştin, ji wan 316 cenaze di destê YPG`ê de bûn. Li wir yekser operesyona rizgarkirina bejahiya Kobanê dest pê kir.

Rêjîmê êrîş kir, YPG`ê kolanên Hesekê rizgar kirin

Di 17`ê Çileyê de, Hêzên rejîma Baas êrîşî taxên Kurdan ên bajarê Hesekê kirin. li ser bersivdayîn hêzên YPG`ê benda kontrolê ya Sabax a li ser riya Qamişlo, benda kontrolê ya taxa Xişman û qereqola hêzên rejîmê ya li bakûrê bajar ji rejîmê hatin girtin û ew ji taxên Mesakin û Telai dûr xistin.

Di meha çileyê de pîlanço

Li gora daxuyaniyeke YPG`ê, di meha çileyê de hêzên wan 44 çalakî û operesyon pêk anîn. Di encamê de 608 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û ji wan cenazeyê 201`an di destê wan de ne.

Her wiha di gîştî şerên Çielyê de 36 şervanên YPG’ê û YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan.

Muaz El-Kesasîbe şehîdê Kobanê ye

Di roja ..`ê Sibatê pîlotê Urdunî Muaz El-Kesasîbe ku balafira şer a Koalîsyona navnetewî diajot, ji aliyê DAIŞ’ê ve bi awayekî hovane hat şewitandin. YPG`ê El-Kesasîbe wekî “Şehîdê Kobanê” bi nav kir û nirxand.

Operesyona Silêman Şah

Di 21`ê Sibatê de, Artêşa dewleta Tirkiyeyê ji bo parastina gora Silêman Şah ku di axa Sûriyeyê de ye bike, bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê re kete nava têkliyan de. Di encamê de Rêveberiyê destûra derbasbûna Artêşa Tirk erê kir. Artêş derbasî Rojava bû û gora Silêman Şah ji cihê xwe yê li ser ava Firatê anî gundê Aşmê yê li ser sînorê Rojava bi Bakurê Kurdistanê re.

Li Til Temir şer!

Di 23`ê Sibatê de, çeteyên DAIŞ`ê êrîş birin ser herêma Til Temir ku kurd, ereb û asûr lê dijîn. Gelek gundên asûriyan dagir kirin û bi sedan gundî revandin. Bi hezaran şêniyên herêmê ji hemû pêkhateyan koçber bûn û malê xwe terik kirin. Çeteyan li herêmê dêrên asûriyan (Reban Masiyo ya gundê Til Hirmiz, dêra Marik Cercis a gundê Qebir Şamiyê, dêra gundê Şamiran û ya gundê Til Cizîrê jî, şewitandine. Li ser buyerê Hêzên YPG`ê li herêmê opereyon dest pê kirin.

Xweparastina erka her giyanderekî ye

Qanûna Xweparastinê ku di 19`ê Gulana 2014`an de li herêma Cizîrê ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hatibû erêkirrin, îsal bi awakî berbiçav ket meriyetê. Li herêmê ji destpêka salê ve 11 û bi gîştî 15 dewre hatin perwerdekirin. Li Efrînê jî di 20 Hizêrana 2015`an de derket. Di nava salê de û bi gîştî 3 dewre hatin perwerdekirin.

Di 23`ê Sibatê de, yekemîn şehîdên tabûrên Erka Xweparastinê çêdibin. Di êrîşên li ser Til Temir de 9 Leşkerên Erka Xweparastinê ku 7 ji wan ereb û 2 kurd ji bo parastina Til Temirê ji êrîşan şehîd ketin.

Tola Til Hemîs rabû; 2 hezar û hatin rizgarkirin

Di 21`ê Sibatê de, Hêzên YPG`ê, El-Senadîd, Meclîsa Leşkeriya Suryanî û Hêzên Asayîşê ji bo ber terefkirina êrîşên rêxistina “teror” a DAIŞ’ê li Kantona Cizîrê operesyonek dan destpêkirin. Di roja 6`emîn a operesyonê ango di 27`ê Sibatê de bajarokê Til Hemîs ku wekî Navenda çeteyên DAIŞ’ê dihat naskirin bi temamî hate rizgarkirin.

Ev operesyon di 9`ê Sibatê de bi dawî bû. Qadeke bi qasî 2 hezar û ku 390 gund û bi sedan mezra tê de ne hat rizgarkirin.

Di 28`ê Sibatê de, bajarokê Til Berek jî ji çeteyan hat rizgarkirin.

Li gora daxuyaniyeke YPG`ê, Di meha Sibatê de di nava 28 rojên Sibatê de YPG`ê 54 operasyon û çalakî lidar xistin. Di wan çalakiyan de 782 çete hatin kuştin, ji wan cenazeyê 235 ketin destê YPG`ê de. Di tevahiya mehê de 67 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan.

YPG`ê li Firatê ye

Bajarokê Şêxler ê ku dikeve rojavayê Kantona Kobanê û li rex Çemê Firatê ye, di 5`ê Adarê de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Bi vê yekê re hemû herêmên di navbera bajarokê Cerablus û Kobanê yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin û herêma rojavayê Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê hat paqijkirin.

Tarîtiya beriya Nû rojê (Newrozê)

Beriya rojekê ji Newrozê ango di 20’ê Adara 2015’an de, dema ku welatiyên taxa Muftî ya bajarê Hesekê bi armanca Newrozê pîroz bikin li du cihan li hev kom bibûn û agirê Newrozê dadabûn, 2 teqîn pêk hatin. Di encamê de 45 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 130 yên din jî birîndar bûn. Bi vê nevê, li hemu deverên Kantona Cizîrê pîrozbahiyên Newrozê hatin îptalkirin.

Li ser vê buyerê, hêzên YPG`ê li Kobanê û Cizîrê ji bo rakirina tola şehîdên komkujiya Hesekê, operesyon dan destpêkirin.di encamê de firehiyên mezin ji çeteyan hatin rizgarkirin û bi sedan çete hatin kuştin.

Hostahiya şerê gel ê şoreşgerî!

Sala bihurî komîteyên parastinê di hundirê komînan de li herêmên Rojava hatibûn avakirin, ji wan komîteyên parastina tax û bajaran hatibûn sazkirin. Di sala 2015`an de Hêzên Parastina Cewherî jî ji Hêzên parastina bajaran hatin avakirin. Li vir di nava salê de li herêma Cizîrê 6 hezar kes û li Efrînê 5 hezar kes hatine perwerdekirinm, li Kobanê jî 50 tabûr hatine perwerdekirin.

Di pêngava rizgarkirina bajarokê Til Hemîs û Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de 2 endamên wan jiyana xwe jidest dan.

Di 23’yê Adara 2015’an de HPC konferasa xwe ya li ser asta kantona Cizîrê lidar xist û têde Meclîsa Leşkerî ya Kantonê ava kir.

Adar û Nîsana 123 pakrewnan

Navenda Çapemeniya YPG’ê di dawiya meha Adarê de bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê Adarê ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wan 74 çalakî û operasyon lidar xistin. Di encama wan de hezar û 342 çete hatine kuştin û cenazeyên 202 çeteyan ketine destê şervanan de. Her wiha 61 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Di şerên Nîsanê de jî 497 çete hatin kuştin. 62 şervanên YPG`ê jî jiyana xwe ji dest dan.

Operesyona Rubar Qamişlo; ji Kizwana ta Girê Spî

Di 6’ê gulanê de, Hêzên YPG`ê li ser daxwaza gelên herêmê li Til Temir, Hesekê û Serêkaniyê bi navê “Hemleya Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizirê” operesyonek da destpêkirin.

Di 12`ê Gulanê de, navê operesyonê veguherî “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo”. Opereyon li ser 2 qonaxan pêk hat. Di qonaxa destpêkê de Çiyayê Kizwanan di 21`ê Gulanê de, herêma TIl Temir û gundên Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirin û ewlekariya herêmê pêkan bû.

Di qonaxa duyemîn de jî bajaroka Mebrûka di 27`ê Gulanê de û Silûk ji çeteyan hatin rizgar kirin. Herî dawiyê di 15`ê hizêranê de bajarê Girê Spî yê stratejîk ji çeteyan hat rizgar bikin.

Di 23`ê Hizêranê de, baregeha Liwa 93`an a leşkerî û di 7`ê Tîrmehê de jî bajaroka Eyn Îsa ku 55 km dikeve bakûr rojhilatê bajarê Reqayê, ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Operesyon di 10`ê Tîrmehê de ango piştî 65 rojan bi dawî bû. Di encamê de qadeke 11 hezar fireh ji çeteyan hat rizgarkirin. Li wir hezar û 315 çete hatin kuştin, cenazeyên 529 ji wan tevî gelek çek û cebilxane ket destê hêzên YPG`ê de.

“Biratiya Gelan” Operesyona rizgarkirina Girê Spî

Her wiha ji bo destekdayîna Operesyona Rubar Qamişlo, di 29`ê Gulanê de, ji aliyê Kobanê ve Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat bi diruşmeya “Biratiya Gelan” îlan kir ku ew operasyonên xwe yên li herêmê heta rizgarkirina bajaroka Girê Spî didomînin. Zêdeyî 10 tugayên Artêşa Azad û hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parasatina Jin (YPJ) tevlê operesyonan dibin.

Di 12`ê Hizêranê de jî, Hêzên YPG`ê li Kobanê Operesyona Şehîd Gelhat Rumet li başûr-rojavayê Girê Spî dan destpêkirin.

Gulan; goristana hezar û 5 çete yî

Di tevahî meha Gulenê de li herêmê hezar û 5 çete hatin kuştin û cenazeyê 353 ketin destê YPG`ê de. Her wiha 86 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan.

Peyama Paramaz Qizilbaş veguherî rêxistinekê

Di 10`ê Hizêranê de,tabûra bi navê ˮTabûra Azad a Enternasyonalîst ˮ bi armanca parstina hemû pêkhateyên Rojava û hemû Rojhilata Navîn, her wiha şerê li dijî desthiladaran û çeteyên DAIŞ’ê hate avakirin.

DAIŞ car din êrîşî Hesekê kir

Çeteyên DAIŞ’ê di 24’ê Hizêranê de êrîşî bajarê Hesekê kirin û taxên başûrê bajar ên bi navê Neşwa Şerqî, Neşwa Xerbî û Lêliyê xistin destê xwe. Hêzên rêjîmê jî tenê di çarçoveya parstina navendên xwe de sînordar man. Di heman demê de beşek mezin ji alîgirên rêjmê yên Dîfa Wetenî (Muqeneîn) tevlî çeteyan bûn û rê ji wan re vekirin. Di 25’ê Hizaranê de jî çeteyan xwestin êrîşî taxên bakurê bajar ku ji aliyê hêzên YPG û Asayîşê ve têne parastin bikin.

Komkujiya Kobanê; 253 qurbanî

Di 25’ê Hizêranê de, komeke çeteyan ku ji 80-100 kesan pêk tê, bi armanca ku jin, zarok, pîr û kal jî di nav de li hemberî gelê sivîl komkujiyê pêk bînin, ketine Kobanê. Di encama êrîşê wan de 253 sivîlên kobanî hatin qetilkirin. Her wiha hemu çeteyên ku ketin bajar ji bilî 7 ên ku reviyane aliyê Tirkiyeyê ji aliyê Hêzên YPG`ê ve hatin kuştin.

Bîlançoya Hizêranê

Di tevahî meha Hizêranê de li herêmê 483 çete hatine kuştin, ji van cenazeyên 223 çeteyan ketine destê hêzên YPG’ê de. Her wiha di tevahî şerê Hizêranê de 61 şervanên YPG’ê, şervanekî Artêşa Azad û şervanekî Şemis El-Şemal jiyana xwe ji dest dane.

Tola xwîna qurbaniyên komkujiyê rakirin

Di 1`ê Tîrmehê de, Hêzên YPG`ê li li başûrê Kobanê Operasyona Tolhildane Şehîdên Kobanê da destpêkirin. Di encamê de di 27`ê Tîrmehê de, bajarokê Sirînê, tevî 25 gundên girêdayî wê û 20 Mezra û Depoyên genim ên Sirînê bi temamî ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Dîsa di 1`ê Tîrmehê de, li hundir bajarê Kobanê Komîteya Rêxistinkirina Taxan ku ji aliyê Rêveberiya Xwerseriya Demorkatîk a Kobanê ve hat avakirin, komîteyên parastina hemu taxên bajar ava kirin.

Hesekê gav bi gav dihat rizgarkirin

Di 16`ê Tîrmehê de, Hêzên YPG`ê Girtîgêha Zarokan a ku di destê çeteyan de bû azadkirin û ji wir gav bi gav navenda ceyranê, herêma Vîlatê Sor, çerxeriya Neşwa Xerbî, Neşwa Rojhiat (Şerqî) rizgar kirin.

Xelata parastina niştimanî ya Çîkî dan YPG`ê

Di 28`ê Tîrmehê de, Fermandara Hêzên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah ji 7’emîn konferansa ewlekariyê ya dewletên nîvê Ewropa ku li paytexta Çîk Praha hatibû lidarxistin de, xelata parastina niştimanî ya Çîkî wergirt.

Di tîrmeha azadiyê de 71 şervan şehîd bûn

Di meha tîrmehê de 831 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, ji wan 679 cenazeyên çeteyan ketin destê YPG`ê de. Di wan pevçûnan de 71 (64 YPG/YPJ, 2 Artêşa Azad, 2 HPC, 1 Asayiş, 2 Erka xwe parastinê)

El-Nusra û Turkiyê pevre mudaxeleyî herêmê kirin

Di 3`ê Tebaxê de, çeteyên EL-Nusra bajarê Ezaz bi temamî ji destê komên Artêşa Azad derxist. Di 10`ê Tebaxê de jî , plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Sûriyê gava yekemîn avêt, Tirkiye di deriyê sînor yê Bab El-Selamî yê bajarok Ezazê ket axa Sûriyê. komên ku girêdayî Dewleta Tirkiyê “Tugaya Sultan Selîm” û “Tugaya Fatih Sultan Mehmed” yên ku ji aliyê MIT’a Tirkiyê ve hatin rêxistinkirin û komên girêdayî Tırkiyê di deriyê sînor yê Bab El-Selamî yê bajarok Ezaz derbasî axa Sûriyê kirin.

Jinên Suran jî tevlî parastinê bûn

Di 30`ê Tebaxê de, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî avakirina hêzên parstina jinên suryanî bi navê “Jinên Bêtnehrên” tagihandin.

Tebaxê de operesyon rawestiyabûn

Di şer û pevçûnên meha tebaxê de bi gîştî 53 çete hatine kuştin û 5 cenaze ketin di destê YPG`ê de. Her wiha 8 şervanên YPG`ê jiyana xwe ji dest dan.

Konferansa Berxwedana Kobanê

Di 23`ê Tebaxê heya 1`ê Îlûnê de, li Kobanê “Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG’ê” hate lidarxistin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku biryar hatiye girtin ku berxwedana yekpare ya ji hemû hêz û pêkhateyan bê berfirehkirin û di çarçoveya ji nûve birêxistinkirina YPG/YPJ’ê de hostahiya şerê gel ê şoreşgerî bê pêşxistin.

Di navbera 4 û 8`ê Îlûnê de jî, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li herêma Kobanê konferansa xwe ya yekemîn lidar xist.

Di heman rojê de, Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Qamişlo yekemîn Tabûra taybet ya ciwanan ku di nava Hêzên Parastina Cewherî (HPC) de, ragihandin.

Di 19`ê Îlûnê de, Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê qanûna têkoşîna li dijî terorê erê kir.

Di 29`ê Îlûnê de, 1. Konfransa Gaziyên Rojavayê Kurdistanê, bi duruşmeya ’Soza me bi xeta Şehîd Arîn û Şehîd Gelhat, heta serkeftinê’, hat lidarxistin.

Di meha Îlonê, de şervanên YPG/YPJ’ê 5 çalakî li dijî çeteyan lidar xistine, 16 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. Cenazeyê 3 çeteyan ket destê YPG’ê.

Piştî 4 salan şerê navxweyî; ji bo Suryeyê QSD`ê ava bû

Di 15`ê Cotmehê de, 13 hêzên şoreşger ên Sûriyeyê (YPG, YPJ, Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Navenda Çalakiyên Hevbeş a Burkan El-Firat, Şoreşgerên Reqayê (Siwwar El-Reqqa), Şems El-Şemal, Lîwa El-Selaciqa, Tugayên Cizîrê (Elwiyet El-Cezîra), Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran (Cebhet El-Ekrad, Lîwa 99, Odeya Çalakiyan a taybet 455, Lîwa El-Selaciqa, Ehrar El-Zawiya, Lîwa Sultan Selîm, Lîwa Şehîdên Etarib), Lîwa El-Tehrîr û Lîwa 99 a Muşat) bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekîtiya xwe fermî ragîhandin.

Di 14`ê Mijdarê de, Kombûna Tabûrên Firat Cereblûs tevlî wan bû.

QSD`ê gava xwe ya yekem avêt

Di 31`ê Cotmehê de, Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) piştî îlankirinê, li bejahiya başûrê Hesekê, yekemîn operasyona xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin.

Di 13`ê Mijdarê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku hêzên wan bajarokê Holê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Di operasyonê de qadeke ku hezar û 400 ye, hat rizgarkirin. Di nava vê qadê de bajarokên Hol û Xatuniyê û 196 gund û gundik cîh digirin. Li vir 493 çete hatin kuştin. Her wiha 33 şervanên QSD`ê jiyana xwe ji dest da.

Ji wê û pê ve operesyona QSD`ê li Hesekê didome. Di dewama operesyonê de li başûrê Hesekê foca Melebiyê ji çeteyan hat rizgarkirin.

Turkiyeyê êrîşî Kobanê û Girê Spî kir

Di 24’ê Cotmehê şev û 25’ê Cotmehê ber bi sihare Arteşa Tirk li hember çeperên hêzên me ya li ser xeta sînor a Girê Spî ya giredayî Kobanê êrîş li dar xistin.

Êrîşên li ser Efrîn û Helebê

Di 28`ê Mijdarê de, êrîşên çeteyên EL-Nusra û Ehrar El-Şam li ser taxên kurdan ên bajarê Helebê Şêx Meqsûd dest pê kirin û heya niha jî didomine.

Di 30`ê Mijdarê jî, êrîşên heman koman li ser kantona Efrîn a Rojvayê Kurdistanê dest pê kirin.

Di gava yekemîn a parastina herêmê ji çeteyan Hêzên QSD`ê gundên Meryemîn û Enabê di dîroka ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li gora daxuyaniyeke YPG`ê, di meha mijdarê de dewleta Tirk 13 caran êrîşî xaka Rojava kirin, li aliyê din di encama şer û pevçûnan de 44 çete hatin kuştin. Û 15 şervanên YPG`ê jiyana xwe ji dest dan.

Piştî tîfaqên derve li hundir komkujiyên gel

Piştî tîfaqa li Riyadê û bi taybet di demek ku li Rojavayê Kurdistanê civîna avakirian Meclîsa Suryeya Demokratîk hat lidarxistin, di 10`ê Kanûnê de li bajarê Til Temir 3 teqînên hemwext ru dan. Di wan êrîşên xwekujiyê de 28 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.

Car din fermanênTurkiryeyê

Di 7`ê Kanûnê de, Çeteyên DAIŞ’ê bi fermana Tirkiyeyê hin gundê Ezazê (Gundê Dodiyan û penzînxaneya nêzî gund, gundê Qezil Mereha, gundê Koperî û gundê Kefrradestî) radestî çeteyên Ehrar El-Şam kirin.

Salek din jî boriya û êrîş hîna didomine

Herêm heya niha rastî êrîşên kom û hêzên çete tê. Li Efrîn, Kobanê û Cizîrê ev rewş bewam dike. Di heman demê de parastin didomeye. Li gora biryara Konseya Ewlekariyê ya hijmar 2245 ku di 18`ê Kanûna 2015`an de li New Yorkê hat standin, divê bi destpêkirina sala nû ya 2016`an re li tevahî Suryeyê şerê çekdarî bê rawestandin û agirbest bê îalnkirin. Lê belê tevî wê jî di nava biryarê de ji bo hêzên ku bi “teror” hatin bi navkirin biryar ne derbasdar e.

ANHA