1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-4
Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-4,şerê,jinûve,dîzayînkirina,rojhilata,navîn,4

Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-4

A+ A-

CÎHAD ROJ

Di vê salê de riya dîplomasiya Rojava û cîhanê vebû

NAVENDA NÛÇEYAN – Xebat û çalakiyên dîplomasî yên Rojavayê Kurdistanê di sala 2015’an de bi avakirina Meclîsa Sûriya Demokratîk ya Hêzên Opozîsyonê serkeftî bi encam bûn. Siyasetên Rojava her wiha di qada navnetewî de jî serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşwaziya bi dehan şandeyên siyasî ji dewletên cuda kirin û şandeyên Rojava jî serdana gelek dewletên cîhanê kirin.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) debarê bûyerên siyasî û dîplomasî yên li bajarê û Herêmên Rojava yên sala 2015’an rû dane de, dosyek amade kir. dosya behsa mijarê ev e:

Çile 2015

Di 6’ê çileya 2015’an de Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê biryar girt ku xelata mafên mirov û jinan a sala 2015’an pêşkêşî jinên Kobanê ên berxwedêr bike û radestî Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşe Efendî bike.

Di 21’ê çile de şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî civîna opozîsyona Sûriyeyê ya li paytexta Misirê hatiye lidarxistin bû.

Di 26’ê çile de piştî 134 rojan û berxwedaneke bê hempa û efsaneyî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Berxwedana ku şervanan li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê daye meşandin, cihê xwe di manşêtên hemû dezgehên çapemeniya cîhanê de girt.

Di 27’ê çile de şandeyeke ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kantona Kobanê bû û rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê û yekemîn salvegera avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li welatî û şervanên Kobanê pîroz kir. şande ji hevserokê şaredariya bajarê mezin Amed Gultan Kaşnak, Firat Onlî û Selîm Qurban Oglu pêk dihat.

Di 30’yê çile de ji bo wêneyên berxwedana Kobanê ji tevahî cîhanê re werin ragihandin, 69 rojnamevanên ji dewletên cuda yên cîhanê û gelek dezgehên çapemeniyê di deriyê sînorê Murşitpinarê re derbasî Kobanê bûn.

Di 31’ê çile de Koalîsyona Niştimanî ya Demokatîk a Sûriyeyê derbarê rizgarkirina Kobanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku civaka navnetewî li hemberî berxwedana efsaneyî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û tabûrên li rex wan serfiraz e û li hemberî berxwedana jinên leheng ên Kurd matmayî maye.

Sibat 2015

Di 2’yê sibatê de gelek akademîsyen û xwendekarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di riya Başûrê Kurdistanê re xwestin derbasî Kantona Cizîrê ya Rojava bibin û serdana yekemîn zanîngeh li Rojava bikin, lê rayedarên Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) nehiştin di deriyê sînorê Pêşxabûr re derbas bibin.

Di 4’ê sibatê de Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi şewitandina pîlotê Urdinî Muaz El-Kesabsê bi tundî şermezar kir û bi şehîdê mirovhî, azadî û biratiya gelan bi nav kir û diyar kir ku dê navê wî li lîsteya şehîdên azadiya Rojavayê Kurdistanê zêde bikin. Her wiha derbarê heman mijarê de ji gelek rêxistinên Rojavayê Kurdistanê peyamên sersaxiyê ji gelê Urdinê re hatin şandin.

Wezareta Karên Derve ya Urdinê helwesta gelê Kurd û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) silav kir. Birêveberê Buroya Çapemeniyê yê Wezaretê Semîr El-Ferec bi riya telefonê ji Endamê Desteya Çapemeniyê ya PYD’ê Îbarhîm Îbarhîm re wiha got: “Em helwesta hevserokên PYD’ê Salih Muslim û Asya Ebdullah û gelê Kurd di parvekirina êşa gelê Urdinê de silav dikin.”

Di 5’ê sibatê de şandeyeke Bakurê Kurdistan ku ji parlemanter û nûnerên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbasî Kantona Kobanê bûn û alîkariyên xwe ji bo xebatên jinûve avakirina Kobanê pêşkêş kirin.

Di 5’ê sibatê de Lêvegera Siyasî ya Kurdî yekemîn civîna xwe li Rojavayê Kurdistanê lidarxist û têde 3 komîte “Komîteya Leşkerî, Komîteya Rêveberî û Komîteya amadekirina rêziknameya bingehîn a Lêvegera Siyasî” avakirin. Lê piştî demekê ji ber kar û helwestên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) hemû xebatên Lêvegera Siyasî rawestîn.

Di 6’ê sibatê de şandeyeke komeleyên mafên mirovan ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbasî Kantona Kobanê bûn. Komeleyên derbas bûne ev bûn: “Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û kordînasyona mafên mirovan a girêdayî Netewên Yekbûyî (FÎDH).”

Di 7’ê sibatê de konsulosê Emrîkî John Spinoza ku li bajarê Edenê dimîne serdana navçeya Pirsûsê kir û rewşa koçberên Kobanê ên din Kampa (AFAD) de ne, ji nêz ve şopand.

Di 8’ê sibatê de Serokê Fransa Fransois Holland li Koçka Elîzê ya paytexta Fransa Parîsê pêşwaziya Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Nesrîn Ebdullah kir. Piştre Asya Ebdullah gelek hevdîtin bi nûnerên partiyên siyasî, parlemanterên partiyên çepgir, endamên Konsya Rûspiyan, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên gelek dezgehên çapemeniyê re civiya. Di hevdîtinan de berxwedana Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin vegotin.

Di 8’ê sibatê de Rêxistina PYD’ê ya Siûdiyê li bajarê El-Qisêm lihevhatinek di navbera du malbatan de ku gengeşe di navbera wan de hebûn, pêk anî.

Di 8’ê sibatê de şandeyeke ji partî û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê derbasî Kantona Kobanê bûn û rewşa herêmê piştî rizgarkirinê şopandin. Her wiha alîkariyên xwe ji bo xebatên jinûve avakirina Kobanê pêşkêş kirin.

Di 10’ê sibatê de hevserokên 12 şaredariyên girêdayî bajarê Wanêya Bakurê Kurdistanê serdana Kobanê kirin û alîkariyên xwe pêşkêşî xebatên jinûve avakirina Kobanê kirin. Di 11’ê sibatê de jî şandeyeke ji endezyarên Odeya Endezyaran a bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû.

Di 13’ê sibatê de du şandeyên cuda ji Bakur û Başûrê Kurdistanê derbasî Kantona Kobanê bûn. Şandeya Bakur ji parlemantera berê ya Yekîtiya Ewropa Felek Naz Ûge, parlemanterê HDP’ê yê bajarê Rihayê Îbrahîm Ayhan pêk dihat. Her wiha şandeya Başûr jî ji perlemanter ê Tevgera Goran Berwar Elî, parlemantera Komeleya Îslamî Necîbe Letîf, perlemantera Yekîtiya Îslamî Buhar Ebdulrehman, parlemanterê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Salar Mehmûd, herdu parlemanterên Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) Elî Halo û Mihemed Elî û perlemanterê Suryaniyan kemal Yildiz û Rojnamevan Amed Îsmaîl pêk dihat.

Di 15’ê sibatê de şandeyeke Meclîsa Hiqûqnasan a Bakurê Kurdistanê serdana Kobanê kir û rastiya berxwedana li herêmê hatiye meşandin ji nêz ve şopandin.

Di 16’ê sibatê de Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê peyamek ji Serokê Misrê Ebdilfetah El-Sîsî û gelê Misrê re şand û têde sersaxî ji wan û malbatên 21’ê welatiyên Qubtî ku çeteyên DAIŞ’ê li Lîbiyayê serjêkiribûn, xwest.

Di 18’ê sibatê de şandeyeke ji hevşaredarên şaredariyên Şirnax û navçeyên wê û Partiya Sosyalîst a Kurdistana Azad şaxa Amedê serdana Kantona Kobanê kirin.

Di 19’ê sibatê de şandeyeke PYD’ê bi serokatiya hevseroka wê Asya Ebdullah serdana Buroya Siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ya li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir û li vir ji aliyê berpiryarê buroyê Melle Bextiyar ve hate pêşwazîkirin.

Di 19’ê sibatê de Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim serdana paytexta Tirkiyeyê Enqere kir û bi rayedarên Tirkiyeyê re civiya.

Di 21’ê sibatê de li dewleta Yekîtiya Îmaretên Ereban dîdargeheke vekirî bi amadebûna endamên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Rojava, Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endama Lêveberê Sînem Mihemed û bi dehan kurdistaniyên li Îmarat hate lidarxistin.

Di 21’ê sibatê de şandeyeke jinan ji Bakurê Kurdistanê di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û serdana jinên Êzdî yên di kampa Newroz de kirin. Her wiha serdana navend û saziyên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin û rewşa jinên Rojava ji nêz ve şopandin.

Di 22’yê sibatê de Nûnerê Rêxistina ICOR a navnetewî Roland Master diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe bi şoreşa Rojava re berdewam bikin.

Di 22’yê sibatê de şandeyeke Bakurê Kurdistanê serdana Navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê kir. Şandeya ku ji Endama Dîwanê Kogra Civaka Demokratîk û Endama Meclîsa Jinan a kongreyê Felek Naz Ûge, endama Partiya Herêmên Demokratîk Fatme Gul û gelek rojnamevanên Bakurê Kurdistanê pêk dihat piştgiriya xwe bi gelê Rojava re anî ziman.

Di 24’ê sibatê de endamên Kordînasyona Giştî ya Rêveberiyên Xweser ên Rojavayê Kurdistanê yekem car li Kobanê li hev civiyan.

Di 26 û 28’ê sibatê de 3 şandeyên sandîkeyên karkeran ên bajarê Stanbolê û Şaredariyên Bakurê Kurdistanê serdana Kantona Kobanê kirin û alîkariyên xwe ji bo xebatên jinûve avakirina Kobanê pêşkêş kirin.

Adar 2015

Di 2’yê adarê de şandeyeke ji Rêxistina Mafên Mirovan a bajarê Koln a Almaniyayê serdana Kantona Kobanê kir û bi Desteya Jinûve Avakirina Kobanê re civiya û şêwazên pêşkêşkirina alîkariyan bi wan re gotûbêj kirin.

Di 3’yê adarê de Dr. Ebdilkerîm Umer bawerî ji piraniya endamên Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê wergirt û li şûna birêz Salih Gedro wekî Serokê Desteya Karên Derve hate erkdarkirin.

Di 5’ê adarê de şandeyeke jinan ji Kantona Efrînê serdana Bakurê Kurdistanê kir û beşdarî çalakiyên jinên bi boneya Roja Jinên Cîhanê li bajarê Nisêbînê li ser vexwendina Kongra Jinên Azad bû.

Di 5’ê adarê de şandeyeke ji Almaniya, Îtaliya û Bakurê Kurdistanê derbasî Kantona Kobanê bûn û rewşa herêmê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê şopandin. Her wiha bi nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re jî civiya.

Di 5’ê adarê de şandeyeke Afganistanê ya bi navê Ham Bastikî xwest derbasî Kobanê bibe lê rayedarên Tirk bêyî ku sedemekê diyar bikin nehiştin derbas bibin.

Di 6’ê adarê de nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropa Sînem Mihemed serdana Emrîka kir û li wir gelek hevdîtin bi rayedarên Emrîka re derbarê pêwîstiya alîkariya bi şoreşa rojava re pêk anîn.

Di 6’ê adarê de şandeyeke ku ji 35 endezyarên Bakurê Kurdistanê pêk dihat, serdana Kantona Kobanê kir û şarezabûnên xwe ji bo xebatên jinûve avakirina Kobanê pêşkêş kirin.

Di 9’ê adarê de 3 şande ji rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, Endamên Partiya Famînîzm a Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê, şandeyek ji rojnamevanên Almaniyayê serdana Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê kirin û tecrûbeya Rêveberiya Xweser ji nêz ve şopandin.

Di 13’ê adarê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê yekem car hilbijartinên meclîsên şaredariyên kantonê li dar xistin. Her wiha ji bo çavdêriya hilbijartinê şandeyek ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû.

Di 13’ê adarê de şandeya Desteya Sûriyeyê ya Azadkirina Dîlan serdana Kantona Efrînê kirin û xurtkirina peywendiyan gotûbêj kirin.

Di 13’ê adarê de Parlemanê Ewropa di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku Rojava di parastina mafên mirovan de li gorî pîvanên navnetewî tevdigere. Parlemanê di daxuyaniya xwe de berxwedana şervanên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê silav kir û bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi berpirsyariyên xwe rabe.

Di 14’ê adarê de Yekîtiya Jinên Suryanî duyemîn konferansa xwe li bajarê Qamişlo di bin durişmeya “Vîna jinan û berxwedana wê lûtkeya têkoşîna wê ya azadiya jinan e” de lidar xist. Di konferansê de nûnerên jin ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên YPJ’ê, nûnerên jinên Êzdî yên Şengalê û Suryaniyên bajarê Musilê amade bûn.

Di 20’ê adarê de hêzên Asayîşê li ser gumanên teqînan şaniyên navendî yên şeva Newrozê betal kirin. Di heman rojê de du êrîşên xwekujî li dijî welatiyên bajarê Hesekê ku şahiya şeva Newroz li dar dixistin, pêk hatin. Di encamê 52 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest da.

Di 21’ê adarê de Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Moon herdu êrîşên xwekujî yên li dijî welatiyên bajarê Hesekê şermezar kirin. Di heman rojê de 35 rojnamevên Emrîka, Tirkiye, Îran û gelek dewletên Ewropa derbasî Kobanê bûn.

Di 26’ê adarê de şandeyeke zanîngeha Parîs 8 serdana Akademiya Mezopotamiya ya zanistên civakî ya bajarê Qamişlo kir û şêwazên hevkarî û kordîneyê di navbera herdu zanîngehan de gotûbêj kir. şandeyê her wiha meteryalên ku li Rojava tên perwerdekirin nas kirin û bernameyên akademî û çalakiyên şagirtan şopandin.

Di 28’ê adarê de Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ji ber rewşa ewlehiyê şahiyên cejna Ekîto ya taybet bi pêkhateya Suryaniyan betal kirin.

Di 30’yê adarê de Serokê Şaredariya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Umer Mehwî hilbijartinên meclîsên şaredariyên kantona Cizîrê pîroz kirin û diyar kir ku ew wekî şaredariya bajarê Silêmaniyê amade ne alîkariyên xwe pêşkêşî şaredariyên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Nîsan 2015

Di 2’yê nîsanê de şandeyeke şaredariya Ak Denîz a girêdayî bajarê Mêrsînê ya Tirkiyeyê serdana Kantona Kobanê kir. Şande ji hevşaredaran Fazil Tirk û Yoksel Metlo û endamên rêveberiya şaredariyê Hekîm Bay Qere, Ozcan Caba û Sebahet Gênc Hetarî pêk ddihat.

Di 2’yê nîsanê de Meclîsa Şaredariya bajarê Ambolî ya Îtaliyayê bi şaredariya bajarê Kobanê re hevpeymaneke dostaniyê îmze kir. Meclîsa Şaredariya bajarê Ambolî diyar kir ku herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk mînaka demokrasiyê û berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye.

Di 3’yê nîsanê de şandeyeke pisporên mayîn û teqemeniyan ên Rêxistina Handî Kap a navnetewîku ji 3 kesan pêk dihat derbasî Kobanê bûn.

Di 7 û 8’ê nîsanê de di dîdargeheke şêwermendiyê ya opozîsyona Sûriyeyê li Moskoyê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Di 8’ê nîsanê de parlemana Denîmark biryar girt ku dê ji bo alîkariya bi xebatên jinûve avakirina Kobanê bike dê têkeve nava liv û tevgerê. Piştre du şandeyên Denîmarkî û Emîkî yên pispor di aliyê bêbandorkirina mayînan de derbasî Kobanê bûn û diyarkirin ku ew amade ne mayînên ku çeteyan li herêmê çandine bêbandor bikin.

Di 12’ê nîsanê de şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê serdana gelek dewletên Ewropa kir û bi rayedarên Ewropî re civiya.

Di 14’ê nîsanê de şandeyeke Kombûna Nîşandayîna Mayînan (MAG) ya Birîtaniyayê serdana Kobanê kirin û alîkariya xwe ji bo mayînên ku çeteyan li pey xwe hiştine bêbandor bike, pêşkêş kir.

Di 16’ê nîsanê de şandeyek Saziya Dostaniya Kurdî Birêtanî serdana Kantona Cizîrê kir û rewşa welatiyên Rojava û şervanên YPG’ê û YPJ’ê şopand. Her wiha diyar kirin ku ew amade ne piştgiriya siyasî bi Rojava re bikin. Şande ji serokê saziyê Ronan Laron û endamên saziyê Folob Jack, Ivan Taylor, Stephen Coeur, Kyle Nye, Kyle Brand, Êlî Kivelo û Mixaîl Pavdo pêk dihat û di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bûn.

Di 18’ê nîsanê de şandeyeke endezyarê pispor ên aliyê ekolojiyê ya Rêxistina Fînîks a Almaniya serdana kampa Newroz a koçberên Êzdî ya li bajarê Dêrikê kir û rewşa tenduristî û ekolojî ji nêz ve şopand.

Di 21’ê nîsanê de şandeyeke ji Odeya Dermansazan ên bajarê Mêrdîn û Şirnaxê yên Bakurê Kurdistanê serdana Kobanê kirin û raporek derbarê rewşa tenduristî de amade kirin. Her wiha derfeta vekirina nexweşxaneyekê li Kobanê lêkolîn kirin.

Di 23’yê nîsanê de şandeyeke ji şagirtinên pispor ên aliyên mafên mirovan û zanistên siyasî ji Holendayê serdana Rojava kir. piştre şandeyê biryar girt ku dê saloneke parlemanê li bajarê Dêrikê bi hevkariya şaredariya gel a bajarê Dêrikê ava bike.

Di 24’ê nîsanê de di bin durişmeya “Jinûve avakirina Kobanê erka li hemberî nirxên mirovahiyê ye” de li Kantona Cizîrê konferansa alîkariya bi xebatên jinûve avakirina Kobanê re bi beşdarbûna nêzî 400 kesî hate lidarxistin.

Di 27’ê nîsanê de rayedarên dewleta Tirk çalakvaneke Emrîkî ya bi navê Êva Elîzabêt Şapêl ku ji bo pirtûkekê derbarê berxwedana Kobanê de binivîse serdana Kobanê dikir, ragirtin.

Di 27’ê nîsanê de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi sedema koça dawî ya helbestvanên Sûdanî Mihemed El-Feytûrî ku di 24’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest dabûn, peyamek ji gelê Sûdanê re şand û têde sersaxî ji gelê Sûdanê re xwest.

Di 28’ê nîsanê de PYD’ê bi awayekî fermî ji bo beşdarî civîna amadekar a Cinêv 3 bibe, hate vexwendin.

Gulan 2015

Di destpêka meha gulanê de şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê li ser vexwendina parlemanê Ewropa serdana Ewropa kir. Şande ji bo alîkariya bi xebatên jinûve avakirina Kobanê bi gelek rayedarên Ewropî re civiya.

Di 2’yê gulanê de di bin durişmeya “Jinûve avakirina Kobanê erka li hemberî nirxên mirovahiyê ye” li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi amadebûna 320 delegeyan ji herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropa Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê dest pê kir.

Di 4’ê gulanê de Endamê Kongrêsa Emrîka Flaviws Mihaies bi armanca şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nas bike di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Her wiha bi rêveberên Kantona Cizîrê re gelek hevdîtin pêk anîn.

Di heman rojê de şandeyeke endezyaran a Tevgera Goran a Başûrê Kurdistanê serdana Kantona Kobanê kirin û rewşa herêmê piştî rizgarkirin ji nêz ve şopandin.

Di 8’ê gulanê de şandeyeke Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê serdana Hevserokatiya Kantona Cizîrê kir û piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re anî ziman.

Di 11’ê gulanê de şandeyeke Rêxistina Handy Cap a bêbandorkirina mayîna derbasî kantona Kobanê bû û ji bo xebatên xwe bide destpêkirin buroyeke xwe li Kobanê vekir.

Di 12’ê gulanê de jî şandeyeke Rêxistina Alîkariya Dêra Denîmarkê serdana Kobanê kir û ji bo perwerdekirina welatiyan derbarê xweparastina ji mayînan de alîkariyên xwe pêşkêş kirin.

Di 13’ê gulanê de Hevseroka Kongra Netewa Kurdistan (KNK) Nîlûfer Koç serdana Navenda Hevserokatiya Kantona Cizîrê kir û rewşa herêma Cizîrê gotûbêj kir.

Di 16’ê gulanê de Endamê Komîteya Azadiyên Sivîl û Edaletê ya Parlemana Ewropa Branî Slav Şkraybêk û Birêveberê Têkliyan a Siyaseta Xiristiyanan a Ewropa Cohans De Conk serdana navenda Rêveberiya Xweser a li bajarê Amûdê kirin û tecrûbeya Rêveberiya Xweser ji nêz ve şopandin.

Di 18’ê gulanê de Endamê Meclîsa Lordên Birêtaniyayê Lord Remote Hilton serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civiya. Remote Hilton di civîneke çapemeniyê de piştî serdana Hevserokatiya Kantona Cizîrê diyar kir ku ew Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyeyê re dibîne û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilat Navîn jî guncaw e.

Hizêran 2015

Di 8 û 9’ê hizêranê de li paytexta Misrê Qahîreyê civîneke berfireh di navbera aliyên opozîsyonê bi beşdarbûna PYD’ê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate lidarxistin.

Di 11’ê hizêranê de 20 çîroknas û nivîskarên Kurd ên Bakurê û Başûrê Kurdistanê ku dixwestin beşdarî duyemîn Mîhrîcana Çîroka Kurdî ya li Rojava bibin, rayedarên PDK’ê nehiştin derbasî Rojava bibin.

Di 15’ê hizêranê de du şandeyên Bakur û Başûrê Kurdistanê ku dixwestin beşdarî kongra zimanê kurdî bibin, rayedarên PDK’ê nehiştin derbasî Rojava bibin.

Di 21’ê hizêranê de li bajarê Toronto ya Kanada bi armanca piştgirya Rojavayê Kurdistanê û alîkariya ji bo xebatên jinûve avakirina Kobanê konferansek hate lidarxistin û têde nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.

Di 24’ê hizêranê de navên gelek endamên Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê û hin kesayetên opozîsyonê li lîsteya terorê zêde kirin.

Tîrmeh 2015

Di 1’ê tîrmehê de di bin durişmeya “Ewropa ji bo jinûve avakirina Kobanê serferberî îlankiriye” de konferansa navnetewî ya jinûve avakirina Kobanê li avahiya parlemana Ewropa ya li paytexta Belcîka Biroksêl dest pê kir.

Di 9’ê tîrmehê de şandeyeke Tevgera Goran serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Başûrê Kurdistanê kir û alîkariya xwe ji bo xebatên jinûve avakirina Kobanê pêşkêş kir.

Di 21’ê tîrmehê de li paytexta Siwêd Stokholm şervanên YPG’ê yê Emrîkî Jordan Mattson û yê Siwêdî Espr Sonder civîneke çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de herdu şervanan diyar kirin ku şoreşa Rojava dê bi ser bikeve û banga alîkariya bi hêzên YPG’ê û YPJ’ê kirin.

Tebax 2015

Di 1’ê tebaxê de şandeyeke Ciwanên Partiya Gel a Komara Tirkiyeyê ku ji 3 endaman pêk dihat serdana Kobanê kir û piştgiriya xwe bi berxwedana şervanên YPG’ê re li dijî çeteyên DAIŞ’ê anîn ziman.

Di 3’ê tebaxê de 44 endamên Rêxistina Serêkaniyê ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriye ji ber siyasetên partiyê û berjewendiyên kesane, bi awayekî kom istîfaya xwe ji partiyê pêşkêş kirin.

Di 12’ê tebaxê de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve ya Rûsya Mîxaîl Bogdanov re li avahiya Wezareta Karên Derve ya Moskoyê civiya. Di civînê de herdu aliyan şêwazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Di 14’ê tebaxê de şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana navenda YNK’ê ya bajarê Silêmaniyê kir. Şandeyê ji bo nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî vebike, ji aliyê Melle Bextiyar ve hate pêşwazîkirin.

Di 15’ê tebaxê de bi amadebûna gelek partî, hêzên siyasî, rêxistin, çalakiyên civakî, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan ên Başûrê Kurdistanê yekemîn nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi awayekî fermî li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hate vekirin.

Di 30’yê tebaxê de û piştî Napolî, Cînova, Balêrmo û Roma Meclîsa Şaredariya Lîvorno ya Îtaliyayê bi piraniya dengan projeya dostanî û biratiyê bi şaredariyên Kobanê, Qamişlo û Pirsûsê re îmze kir.

Îlûn 2015

Di 3’yê îlûnê de berpirsyarên dîplomasiyên serbixwe ya Londonê û nûnerê berê yê hikûmeta Birêtaniya li Emrîka Karen Ross serdana navenda Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ya li bajarê Amûdê kir. Karen Ross diyar kir ku ew Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkên tevahî cîhanê ye û got ku rayedarên vê Rêveberiyê ji bo xwe û sîstema xwe bidin nasandin xebatên mezin ên dîplomasî dane meşandin.

Di 6’ê îlûnê de li ser riya Rojavayê Kurdistanê welatiyên parêzgeha Siwêda rêveberiya xwe ya xweser ragihandin û banga hemû welatiyên Cebel El-Ereb (çiyayê ereban) kirin ku beşdarî xebatên parastina vê rêveberiyê bibin.

Di 20’ê îlûnê de li bajaroka Rimêlanê ya Kantona Cizîrê 6’emîn kongra Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna 273 delegeyên gelek rêxistinên partiyane yên derve û hundir hate lidarxistin. Di kongreyê de nûnerên Rêvebeiya Xweseriya Demokratîk û 300 mêvan ji hemû partiyên kurdî û kurdistanî û gelek partiyên Ewropa beşdar bûn. Di encama hilbijartinên kongreyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim dîsa wekî hevserokê PYD’ê hatin hilbijartin. Lêkolînerên siyasî diyar kirin ku kongra PYD’ê wekî nimûneyeke bi çûk a kongra niştimanî Kurdistanê ye.

Piştî kongreyê berpirsyarê Desteya Giştî ya Buroya Siyasî ya YNK’ê Melle Bextiyar û şandeya bi wî re serdana navenda meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê kirin.

Di 21’ê îlûnê de şandeyeke Desteya Hevkariya Niştimanî ya Hêzên Veguhertina Demokratîk di Sûriyeyê de, partiya Sor Kesk a Denîmarkê û partiya Sor a Nerwicê navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Amûdê kir. Di serdanê de Endamê Partiya Sor a Nerwicê Aren Fork Fon diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û berxwedana welatiyên Rojava hişt ku ew berê xwe bidin Rojava û beşdarî kongra PYD’ê jî bibin.

Cotmeh 2015

Di 7’ê cotmehê de rayedarên Emrîka pêşwaziya Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ilham Ehmed kirin û derbarê alîkariya bi şoreşa Rojava re hevdîtin di navbera herdu aliyan de pêk hatin.

Di 11’ê cotmehê de li kantona Efrînê yekem car hilbijartinên Meclîsên Şaredariyan pêk hatin.

Di 13’ê cotmehê de şandeyeke siyasetmedar û akademîsyen ji dewletên Spaniya, Holanda, Siwêd û Birêtaniyayê serdana Kampa Newroz a herêma Dêrikê kirin û rewşa koçberan ji nêz ve şopandin.

Di 14’ê cotmehê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Mosko amade ye alîkariyê bi Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) re bike. Lavrov destnîşan kir ku Mosko pêşketin û geşedanên opozîsyona Sûriyayê ya çekdar ji nêz ve dişopîne.

Di 15’ê cotmehê de şandeyeke ji nivîskar û rojnamevanên Holenda û Emrîka serdana meclîsên Rêveber û Zagonsaz ên Rêveberya Xweseriya Demokratîk ên kantona Cizrîrê kirin. Şandeya ku ji rojnamevan Rob Frîkîn, nivîskar Birîjîn Vandîn, sînameger Mîşêl Lîkord, nivîskar kirîs Folmans, sînameger Robên Hamlînk û nivîskara Emrîkî Canêt Bêhayil pêk dihat xebatên Rêveberiya Xweser ji nêz ve şopandin.

Di 16’ê cotmehê de yekem car konferansa Cîhana Nû li Rojavayê Kurdistanê di bin durişmeya “Demokrasiya bê sînor” de bi sponseriya Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê û Rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê hate lidarxistin. Di konferansê de ku li navenda Dicle ya çand û hunerê ya bajarê Dêrikê hate lidarxistin 27 akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, rojnamvevan û rewşenbîr ji Emrîka, Holanda, Siwêd, Skotlanda, Belcîka, Filipîn û hin dewletên din û nûnerên gelê Amazîg beşdar bûn.

Di 18’ê cotmehê de şandeyeke Peymangeha Pêşxistina Demokratîk û Rêxistina Inter Media a Birêtaniya serdana Rojava kir. şande ji nûnerê serokwerzîrê birêtaniya Davîd Kameron yê Lîbiyayê Jonathan Powel, Sekretêra Peymangehê Lucy Stuart, şêwermendê siyasî û akademîsyenê Peymangehê Pete Galberath û alîkarekî Peymangehê Mustefa Gundogdu pêk dihat. Şandeyê bi birêveberên Rêveberiya Xweser û TEV-DEM’ê re derbarê tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hevdîtin pêk anîn.

Di 18’ê cotmehê de nûnerên Rêxistina Cîhana Nû û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Dêrikê kevirkoşeya avahiya parlemana gel danîn.

Di 20’ê cotmehê de şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana Birêveberiya Çand û Huner ya bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir. şande ji aliyê Birêveberê Giştî yê Birêveberiyê Babger Derêyî û cîgirên wî Hoşyar Mihemed û Hemê Yasîn ve hate pêşwazîkirin.

Di 21’ê cotmehê de cîgirê Komîteya Karûbarên Derve yê Parlemanê Ewropa û nûnerê koma parlemanê ya aştiya gelên beyarê di parlemanê Ewropa de Javir Permuy derbasî Kantona Cizîrê bû û bi rêveberên Kantona Cizîrê re civiya.

Di 21’ê cotmehê de Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropa Sînem Mihemed serdana Emrîka kir û rêzecivîn bi endamên Kongirês re lidar xistin. Her wiha beşdarî gelek semînerên zanîngehên Emrîka bû û têde diyar kir ku wan komîteyeke Emrîkî ji bo piştgriya bi Rojavayê Kurdistanê re ava kirine.

Di 25’ê cotmehê de Seroka Tevgera Jinên Şoreşger a dewleta Nepal (Anwa-Revolutionary) Arîta Tehaba peyamek ji jinên berxwedêr ên Kobanê re şand û di peyama xwe de diyar kir ku ew gelekî bi berxwedana jinên Kurd li Kobanê bibandor bûne.

Di heman rojê de şandeyeke ji Partiya Çep a Almaniyayê di deriyê sînorê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li tecrûbeya Rêveberiya Xweser û sîstema perwerdehiyê ji nêz ve şopand. Şande ji 11 kesên pispor ên di warê siyasî, qanûnî û rêveberî de pêk dihat.

Di 26’ê cotmehê de koferansa damezrêner a jinên Kurd li yekîtiya dewletên serbixwe yên Rûsyayê li bajarê Tambov a Rûsya bi beşdarbûna 150 delegehan hate lidarxistin.

Di 28’ê cotmehê de cîgirê Komîteya Karûbarên Derve yê Parlemanê Ewropa û nûnerê koma parlemanê ya aştiya gelên beyarê di parlemanê Ewropa de Javir Permuy ku serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû diyar kir ku dem hatiye ku êdî Tirkiyeyê rijandina xwînê rawestîne û divê alîkariya demoratîkirina Kurdistan û Sûriyeyê li dijî terorê were kirin.

Mijdar 2015

Di 19’ê mijdarê de şandeyeke YNK’ê bi serokatiya Endamê Polîtîkburoya YNK’ê Sehdî Ehmed Pîre serdana Rojava kir û beşdarî 14’emîn konferansa Partiya Demokratîk a Pêşvero ya Kurd li Sûriyeyê bû.

Di 20’ê mijdarê de 14’emîn konferansa Partiya Demokratîk a Pêşvero ya Kurd li Sûriyeyê bi beşdarbûna sedan ji endamên partiyê, nûnerên partiyên kurdî yên Kurdistanê dest pê kri. Di konferansê de partiyê vekişandina xwe ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) îlan kir û birêz Ebdilhemîd Hec Derwîş dîsa wekî serokê partiyê hate hilbijartin.

Di 20’ê mijdarê de rayedarên PDK’ê nehişt ku şandeya Rêxistina ICOR a Almaniya ku ji 20 kesan pêk dihat derbasî Rojava bibe.

Di 22’ê mijdarê de şandeyeke Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Endamê Sekretêriya Giştî ya YNK’ê û berpirsyarê Hêzên Pêşmerge li Şengalê Halo Benciwa, Endamê Sekretêriya Giştî ya YNK’ê û berpiryarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Resûl West derbasî Kantona Kobanê bûn.

Kanûn 2015

Di 4’ê kanûnê de 10’emîn konferansa Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDK-S) baskê Cemal Şêx Baqî bi beşdarbûna dehan endamên partiyê yên kantonên Cizîr û Kobanê li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Girîngtirîn bûyera siyasî li Rojava di 8 û 9’ê kanûnê de pêk hate. Li bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê Kongra Sûriya Demokratîk ya Hêzên Opozîsyonê bi beşdarbûna 103 nûnerên hêzên opozîsyonê yên siyasî, civakî û leşkerî ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hate lidar xistin. Di encama kongreyê de Meclîsa Sûriya Demokratîk hate avakirin.

Di heman dema lidarxistina Kongra Sûriya Demokratîk li paytexta Siûdiyê Riyadê hin hêzên qaşo nûnertiya Opozîsonê dikin bi sponseriya Tirkiyeyê, Siûdiyê û Qeterê kongreyeke xwe lidar xistin. Lê ji ber ku beşdarên kongreyê nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin gelek aliyan xwe ji kongreyê vekişandin. Di vê kongreyê de gelek nûnerên hêzên leşkerî ku navên wan di lîsteya terorê de ne yên wekî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam beşdar bûn.

Di 12’ê kanûnê de li bajaroka Rimêlanê Meclîsa Sûriya Demokratîk yekemîn civîna xwe li dar xist. Di civînê de Desteyeke Rêveber hate avakirin û endamên komîteyên girêdayê Meclîsê hatin hilbijartin. Her wiha Serokê Rêxistina Pêla Genim Heysem Menah û Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (Ilham Ehmed) wekî hevserokên Meclîsê hatin hilbijartin.

Di 13’ê kanûnê de şandeyeke Meclîsa Sûriya Demokatîk serdana navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê kir û şêwazên xebatê ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk gotûbêj kirin.

Werger: JIYAN HACÎ

ANHA