1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn -5
Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn -5,şerê,jinûve,dîzayînkirina,rojhilata,navîn,5

Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn -5

Tekoşîna jina kurd bû para jinên Rojavayê Kurdistanê

A+ A-

Panaroma

NAZDAR EBDÎ

Tekoşîna jina kurd bû para jinên Rojavayê Kurdistanê

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji berxwedana Kobanê sal bi rêket û di nava rojên xwe de gelek deskeftî, pêşketin û serkeftinên nû ji qada têkoşîna jinan re anî. 2015’an sala xwerêxistinkirin, vejandin, hêzkirin û pêşvebirinê bû ji bo gîştî jinên li ROjavayê Kurdistanê li ber xwe didin û têkoşîna rizgarkirina zayenda xwe didin meşandin bû.

Pêşengên şoreşê ango jinên Rojavayê Kurdistanê, di nava salên şoreşa Rojava de gav bi gav û bi riya rêxistina xwe dikaribû teoriya azadiya jin, hevbeşiya jiyanê û wekheviyê bixin meriyetê. Di sala wê ya yekemîn de guherîn pejirandin û ji bo wê rabûn serhildanê. Li ber qêrîna “Em azadiyê dixwazin” projeya xwe ya demokrasî, jiyana hevbeş, komînal û wekheviyê pêşkêş kirin û dest bi pêkanîna wê kirin. Di nava hemu rêxistinên civakî de cih girtin û li ber wê jî bi awakî xweser rêxisitnên xwe ava kirin. Ji fikra jiyana komînal bi rêketin û di gava yekemîn de komînên xwe saz kirin. Ji wan komînan dest bi rêxitinkirin civakê kirin, hêdî hêdî hin ji wan derdiketin û tevlî nava refên parastinê dibûn. Di qadên civakî û parastinê bi tenê de sînordar nebûn. Van jinan xwe di qadên siyasî, bîrdozî, leşkerî, aborî û civakî de bi rêxistin kirin. Li hember hişmendiya ku jin kêm, lawaz û tune ne Îsbata vê kirin ku; em dikarin hemu xebatan bikin êdî zemanê nekarînê buriya ye.

Îsal mîna me nav jê re pejirand “Sala şerê ji nû ve dîzayinkirina Rojhilata Navîn ” de ango sala 2015`an, ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê saleke cihêreng a kurkirina rêxitinê, aboriya civakî, xweparastin û hevbeşiya jiyana di nava gelan de bû. Îsal bi tenê li jinên Kurd sînordar nema, hemu pêkhateyên din û jinên ku ji zilma DAIŞ’ê rizgar bûn tevlê van xebatan bûn. di qada xweser a jinan de mirov dikare navê “Sala ji nû ve dîzayinkirin statuya jinên azad” derbas bike.

Pêşengên berxwedana Kobanê li cîhanê dengê tekoşîna jina azad vedan

Rojên destpêkê yên vê salê de jinên kurd di rojeva hemu cîhanê de bû. Di kesayeta jinên ku li Kobanê li ber xwe dan di hemû cîhanê de, dengê berxwedana jinên Kurd a li Rojava ku di nava YPJ’ê de derket deng veda.

Parastina mafên jinan veguherî qanûnan, binpêkirin bi ceza ye

Piştî ku jinan li Rojava hevserokatiya hemu komîn, meclîs û xebatên din kirin di nava Rêveberiya Xweseriya Demokrat de jî kotayek ji xwe re veqetandin. Di hevserokatiya herdu meclîsên wê yên rêveber û zagonsaz de cih girtin û weke desteyeke jinan jî xwe bi rêxistin kirin. piştî van xebatan li Rojava ji bo qanûnên jinê derketin. Di gava yekemîn de li Kanotna Cizîrê di 22`ê Cotmeha 2014`an de, piştre li Efrînê di 4`ê Çileya 2015`an de û herî dawiyê li Kobanê di 29`ê Tebaxa 2015`an de derketin. Ji van dîrokan û vir ve li hersê kantonên ku Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk lê serwer e, hemu komîn û komîteyên lihevanînê, malên jinan, dadgehên gel, asayîş û heya bi meclîsên rêveber û yên qanûnsaz li gora wan qanûnan karûbarên xwe birêk û pêk dikirin. binpêkirin jî dihatin lêpirsîn, muhasebe û cezakirin.

Piştî hevserokatiya hemu qadan; Hevserokên Şaredariyan

Li rojava di demeke kurt de, gavên mezin ên rêxistinkirina gel li ser pîvanên hişmendiya xweser a kesê azad û civaka wekhev dihatin avêtin. Piştî komîn, meclîs, sazîbûn û Rêveberiya Xweser şaredariyên taxan ji bo xebatên xizmetguzariyê ji navendîbûyînê derkevin hatin avakirin. Hemû şaredarî bi riya hilbijartinên gel derketin hevşaredar jî wisa. Dîsa jî di gava yekemîn de Herêma Cizîrê pêşengî kir. Di hilbijartinên 13`ê Adara 2015`an de, li Kantona Cizîrê hilbijartinên Şaredariyên gel hatin lidarxisitn. Di wan de 12 jin weke hevşaredarên 12 şaredariyan hatin hilbijartin û erkdarkirin.

Piştre li Kantona Efrînê, di 10`ê Îlûna 2015`an de, heman hilbijartin pêk hatin. Li wir 31 Jin weke hevşaredarên 31 şaredariyan hatin hilbijartin û erkdarkirin. Li Kobanê jî ji bo Şaredariya Navendî ya bajar û hemu şaredariyên gundan ku piştî rizgarkirinê ji nû ve hatin avakirin jin weke hevşaredaran hatin erkdarkirin.

Xwesazkirin, nirxandina xebatan û gavên nû

Di sala 2015’an de li hemu bajarên Rojavayê Kurdistanê konferansên Rêxistina Yekîtiya Star û Jinên di nava PYD`ê, hatin li darxistin.

Rêxistina Yekîtiya Star di 18’ê Tebaxê li Girkê Legê, di 6’ê Îlûnê de li Qamişlo, di 9’ê Îlûnê de li Tirbespiyê, di 17’ê Îlûnê de li Serêkaniyê, di 29’ê Îlûnê de li Til Temir, di 30’ê Îlûnê de li Hesekê û di 15’ê Cotmehê de li Amûdê konferasên duyemîn ên wan bajaran li dar xistin û amadekariyên kongreya duyemîn kirin.

Di 2`ê Sibatê de, 1.emîna Konferansa Jinên di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk li Kantona Efrînê bi druşmeya “Heya xwezaya jinê di tarîtiyê de fetisî be, ew ê civak bi tevahî di tarîtiyê de be” bi beşdariya 104 delegeyan hat li darxistin. Di konferansê de projeya avakirian makanîzmayeke rêxistinkirina jinan di nava partiyê de hat erêkirin.

8`ê Adarê, pîrozbahiya kurdistanî

Di pîrozbahiyên 2015’an a Roja 8`ê Adarê (Roja Jinan a cîhanî), şandeyên jinan ji her 4 perçeyên Kurdistanê, kurdistaniyên li derveyî welat û cîhanê herikîn navçeya Nisêbîn a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê. Li wir li ser sînorê Nisêbîn bi Qamişloya Rojavayê Kurdistanê re pîrozbahiya xwe li dar xistin. Di heman demê de jinên Kantona Cizîrê herikîn bajarê Qamişlo û li ser sînor, beramberî şahiya Niseybînê cejna xwe pîroz kirin.

Di heman demê de li bajarê Amûdê peykerê jin ê ku Şaredariya Gel a bajarê Amûdê saz kiribû bi şahiyeke ku bi hezaran jin tevlê bûn hat eşkerekirin û navê qada li Amûdê ya li ser riya Qamişlo, ji Qada Qamişlo veguherî “Qada Jina Azad”.

Di heman rojê de jî, Hêzên Asayîşa Jinan a herêma Efrînê şaxekeî polîsên trafîkê yên jinan ava kir

Hostatiya şerê gel ê şoreşgerî

Di nava atmosferekî ku DAIŞ û hêzên din ên êrîşkar bi tenê hêza leşkerî ya ku Rojava diparêze na, ew tevahî gelê herêmê armanc dike; ku herî zêde di komkujiya 26’ê Hizêranê a Kobanê de li ber çav bû, êdî ji bo parastina jinan bi tenê YPJ û Hêzên Asayîşa Jinê têrê nedikirin. Divyabû jinên hemu malên li Rojava fêrî terzê xweparastinê bubana. Bi vê nevê di gava yekemîn de Komîteyên Parastinê û ji wan Hêzên Parastina Civakî (HPC) derketin.

Bi vê armancê li hemu tax, bajar, gund û kantonên Rojavayê Kurdistanê jinan di warê xweparastina civakî pêş xistin. bi vê nevê li Cizîrê bi sedan jin, Li Kobanê di meha îlûnê dest bi xebatan kirin û heya niha 15 komîte hatin avakirin. Li Erînê jî bi rêjeya ji sedî 30 jinan di nava komîteyên gîştî yên parastinê de cihê xwe girtin.

Piştî îlankirina Hêzên Parastina Civakî li herêmê yekemîn tabûra xweser ên jinan di nava HPC`ê de di 27`ê Tebaxê de hat îlankirin. Piştî wê jî tabûr zêde bûn . Hemu endamên HPC`ê di perwerdeya leşkerî û bîrdozî re derbas dibin.

Aboriya civakî û rola jinan

Li Kantona Cizîrê:

Di 4’ê Sibatê de û piştî erêkirina Meclîsa Rêveeber a herêma Cizîrê, Desteya Jinan a Kantona Cizîrê malek ji zarokên astengdar re li bajarê Qamişlo vekir.

Di 17’ê Sibatê de û di çarçoveyê xebatên pêşvebirina aboriya jinan, Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Amûdê projeya Avrîn a çêkirina kulîçeyan (kulor) vekir.

Di 11’ê Adarê de, Komîteya Aborî ya girêdayî Desteya Jinan a Kantona Cizîrê firneyeke taybet bi jinan bi navê Waşûkanî vekir.

Di 17’ê Adarê de, Yekîneyên Parastina Jinan YPJ`ê hijmara yekemîn a kovara Tevna YPJ`ê bi zimanên kurdî û erebî çap kirin.

Di 7’ê Gulanê de, Rêxistina Yekîtiya Star li Tirbespiyê komeleyeke çandiniyê ji 15 endamên jin re ava kir.

Di 25’ê Tebaxê de, Meclîsa Aboriya jinan a herêma Dêrîkê hat avakirin. Jinan di wir de sonda firehkirina xebatên aboriya jinan di çarçoveya xizmetkirina jin û civakê de xwarin. Di 4’ê Îlûnê de jî Meclîsa Aboriya Jinan a herêma Tirbespiyê hat avakirin.

Desteya jinan a herêma Cizîrê di 22’ê Tebaxê de Kargeha Înana ya madeyên xwarinê li bajarê Tirbespiyê vekirin.

Di 10’ê Îlûnê de, Endamên Yekîtiya Star ên bajarê Dirbasiyê firneyeke nan a bi navê Hîlala Zêrîn vekirin.

Di 8`ê Mijdarê de, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, kargeha dirutinê ya bi navê “Vîna Jinê” vekir.

Di 5’ê Kanûnê de, Komîteya jinan a Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê fabrîqeya yekemîn a madeyên xwarinê ya jinan vekir. Navê fabrîqeyê weke “Zevîn” hat diyarkirin.

Li bajarokê Zergan jî, Komîteya Jinan a Şaredariya Gel a Zergan firneyeke nan û kulîçeyan bi navê “Firneya Jinan a Zergan” vekir. Di firneyê de 62 jin dixebitin.

Di 16’ê Kanûnê de Saziyên Civaka Sivîl ên Herêma Girkê Legê Yekîtiya Kowafêran ava kirin.

Li Kantona Kobanê:

Di 25’ê Gulanê de û di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de, jinan li herêma Kobanê bi awakî xweser û di bin sîwana Yekîtiya Star de dikana Amargî ya girêdayî kargeha Amargî ji nû ve vekirin. Li aliyê din ve terzîxane jî hat vekirin.

Her wiha, Yekîtiya star bîstanekî 14 donim ji bo koperetîfeke jinan veqetand.

Li Kantona Efrînê:

Di 20’ê Cotmehê de, yekemîn Kongreya Aboriya Demokratîk li Kantona Efîrnê li dar ket. Di konferansê de biryara xurtkirina komînên jinan, rêxistinkirina qadeke xebatê ji karên destan re, avakirina koperetîfên jinan ji bo pêşxistina wan warê aborî de pêş bixin û hwd hat girtin.

Desteya Jinê ya Kantona Efrînê di 17’ê Hizêranê de navendeke mezin a firotina madeyên ji bo zivistanê tên depokirin vekir. Jin di wê navendê de bi rengê paran bi awakî hevpar xebitîn. Di vir de par li ser 70 jinên herêmê hatin parvekirin.

Her wiha li navçeya Racoyê jinan dikaneke firotina şîraniyê vekirin. Endamên komînên navçeyê bi awakî hevpar ew dikan vekirin. Ew hemu rengên şîraniyê di wir de vedikin. Piştre di dikanên curbecur de difiroşin.

Ji bo jinên kampa Rûbar a penaberan jî 2 projeyên aboriyê hatin vekirn. Projeyek ji bo rêsandina rîs û yê din jî dirutina cilan ji jinên kampê re bû.

Ji têkoşîna jina Kurd, şana bûyîna têkoşîna jinên Rojava û Sûriyeyê wergirt

Xebatên ku jinên kurd bi tena xwe pê radibûn, îsal bandoreke pir mezin li jinên ji netewên din ên Rojavayê Kurdistanê kiribû. Jinên Suryan di asta rêxistinên suryan ên xweser û jinên ereb jî di nava Yekîtiya Star de xwe bi rêxistin kirin.

Di 27’ê Mijdarê de Yekîtiya Jinên Suryan di bin druşmeya “Îrade û şerkirin, lutkeya tekoşîna jinan a di riya azadiyê de ne” Kongreya xwe ya duyemîn li darixistin.

Di 30’ê Tebaxê de jî, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, avakirina Hêzên Parastina Jinên Bês Nehrên îlan kirin. Di wê hêzên de jinên suryan cihê xwe digrin.

Di 15`ê Hizêranê de, Fermadariya Gîştî ya YPJ`ê ragihand ku ew odeyeke alîkarîdayîna jinên Girê Spî û Reqayê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane ava dikin û bang li jinan kir ku berê xwe bidin herêmên rizgarkirî.

Di navbera 4 û 8’ê Îlûnê de Konferansa Berxwedana Kobanê ya Yekîneyên Parastina Jinê ya Kantona Kobanê hat lidarixistin. Di wir de jî YPJ’ê gelek biryarên girîng girtin. Yek ji wan biryaran tevlêkirina jinên ji neteweyên din li Kobanê ji refên YPJ’ê re.

Di 15’ê Îlûnê de, Yekemîn Konferansa Jinên Êzîdî li Kampa Newroz li dar ket. Di encamê de Meclîsa Jinên Êzîdî ku ji 21 jinan pêk tê hat avakirin.

EFRIN-DAWKRINE-PRWRDYE-YEKITIY-STAR-2

Di riya azadiyê de, Jiyana Komînal hîmê bingehîn e

Di 4’ê Nîsanê de, Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo kampaniyaya ji nû ve avakirina 99 komînên jinan dest pê kir. Piştî 2 mehan ji rêzecivînên li seranserî gund û taxên bajarê Qamişlo, di 14’ê Hizêranê de kampaniya bi dawî bû. Di her komîneke jinan de 5 komîte yên lihevanîn, perwerde, tenduristî, aborî û parastinê hatin avakirin.

Di 10’ê Îlûnê de, Bi armanca pêşxistina zanistê li gel jinan û aktîvkirina rola jina avakirina civakek demokratîk, Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Hesekê di meha Gulan de dest bi avakirina komînên taybet yên jinan kir. Di encamê de heya niha li bajarê Hesekê 50 komîn hate avakirin. Dema êrîşên çeteyan û operesyonên li bajar pêk hatin, ev kampaniya hat rawestandin. Piştî rizgarkirina bajêr di 1’ê Tebaxê de rêxistinê careke din dest bi avakirina komînan kir. Di encama hemu xebatan de niha li bajar 118 komînên jinan hatine avakirin.

Li kantona Efrînê jî, di mehên destpêkê yên sala 2014’an de vekirin û avakirina komînên jinan hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi gelemperî heya niha 507 komînên xweser ên jinan hatin avakirin.

Di 27’ê Cotmehê de jî, Navenda Jinên azad a Rojava (Weqfa jinên azad) li Efrînê hat vekirin.

Jinên ji DAIŞ’ê rizgarkirî jî hatin perwerdekirin û rêxistinkirin

Ji bo tevahî herêmên ku di nava vê salê de ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, jinan kampaniyayên perwerdekirin û rêxistinkirina jinan dan destpêkirin. Mînaka bajarê Girê Spî yê herî ber bi çav û li pêş e. li wir di hilbijartinên Hevserokatiya Rêveberiya Xweser de jinekê cihê xwe girt. Hemen xebatên Yekîtiya Star li wir dest pê kirin. Di 4’ê Mijdarê de Mala Jin a bajar vebû. Di 9`ê Mijdarê de jinan yekemîn koperetîfa xwe ya çandiniyê ava kirin. Di 3’ê kanûnê de Yekîtiya Star li gundê Yabsê yê bajarê Girê Spî yekemîn komîna jinan ava kir.

Heman tişt ji bo herêmên Şehbayê jî derbasdar e. Meclîsa Rêvebirina Herêmên Şehbayê ku di 12`ê Îlûnê de hat avakirin li gora sîstema hevserokatiyê xwe bi rêxistin kir û di nav de Desteyeke Jinan a taybet bi karûbarên jinan hat avakirin. Her wiha jinên di nava meclîsê de hewl didin xwe di hemu warên xebatan de li wir bi rêxistin bikin. Heya ku hewl didin hêzeke xwe ya parastinê jî ava bikin. Her wiha jinek weke nûnera herêmê di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de cihê xwe girt.

‘Na ji zewaca temenê biçûk re’

Di bin druşmeya “Na ji zewaca temenê biçûk re” Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê kampaniyayek şiyarkirina welatiyan ji neyîniyên zewcandina jinan di temenên kêmî 18 saliyê de, dest pê kirin. Piştî demekê ji rêketina Kampaniyayê Desteya Jinan a kantonê jî piştgirî û destekdayîna xwe ji kampaniyayê re ragihand.

Li cîhanê deng vedan

Jinên Kurd di çarçoveya têkoşîna xwe de, gelek destkeftiyên mezin di aliyên dîplomasî û siyasî bi dest xwe ve anîn. Şervana YPJ’ê Nesrîn Til Temir li bajarê Silêmaniyê xelata Îbrahîm Ehmed a taybet bi kesayetên afirêner wergirt. Her wiha Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşe Efendî xelata têkoşer Sakîne Cansiz ku Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê organîze, wergirt.

Hevdîtina Serokê Firansayê Franswa Holand bi Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asye Ebdullah û nûnera YPJ’ê Nesrîn Ebdullan li Koçka Alîzê ya paytexta Fransayê yek ji gavên balkêş ên têkoşîna jinan di aliyê dîplomasî de bû. herdu jin bi rengê xwe yê kurdwarî û leşkerî çûbûn serdanê.

Jinan xwe û Kobanê ji nû ve ava kirin

Yekîtiya Star jî di meha sibatê de yekser xwe ji nû ve avakir û dest bi xebatan kirin. Di nava mehekê de xebata wan li hemu gundên ku şêniyên wan vegeriyan belav bûn .

Mala jinê di xebatên ji nû avakirinê de di 20’ê Nîsanê de vebû. Ji wê demê ve bi gîîştî 65 doz hatine gel wan û ji wan 44 hatine çareserkirin.Piştî rizgarkirina Kobanê yekser li wir xebata ji nûve avakirina Kobanê dest pê kir. Di wan xebatan de ji asta kordînetoran heya endezyar û xebatkaran de xebateke hevbeş ku jin û zilam pê radibûn dihat meşandin.