1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. "Şev dirêj in" derket
"Şev dirêj in" derket,şev,dirêj,in,derket

"Şev dirêj in" derket

A+ A-

Hunermend Ehsan, deng û awazên Anatiya Navîn di albuma "Şev dirêj in" de kom kir. Eshan, armanc dike ku hawar, qerîn, êş, evîn zimêr û şahiyên kurdên ku di serdema Abdulhamît de hatin koçberkirin bi van stranan bîne ziman.

Hunermend Ehsan, ku di sala 1976'an de li gundê Xelikan yê navçeya Kulu ya Konyayê ji dayik bû, polîtîkayên ji serdema Abdulhamît heta niha li ser kurdan hatine meşandin, êş û zextên bi serê kurdan de hatine di albuma "Şev Dirêj in" kom kir. Ehsan, serpêhatî, polîtîkayên bişavtin, perçekirina çanda kurdan û koçberiya kurdan a di serdema Abdulhamît de koçberî konyayê bûn, bi sitranên xwe tîne ziman. Ehsan, bi vê albuma "Şev Dirêj in" ku ji KOM Muzîkê çap kir, dixwaze ji van polîtîkayên li dijî kurdan tê meşandin re bêje bes e. Ehsan, anî ziman ku ev album ji çîrok û dîroka kurdên ku koçberî konyayê kirine pêk tê. Ehsan, der barê naveroka album û armanca albumê de diyar kir ku kurdên Anatoliya Navîn, di serdema Abdulhamit de sirgûnî Konya, Kirşehîr, Bala, Haymana û derdorê wê hatin kirin. Ehsan, derbirî ku piştî kurd sirgûnî Anatoliyê hati kirin polîtîkayên înkar, bişavtin û perçekirinê li ser wan pêk hat. Ehsan, bilêv kir ku li gel hemû polîtîkayên qirkirin û bişavtinê kurdên koçber bûn, çand, ziman û nirxên xwe parastin û li zimanê xwe xwedî derketin.

'Kurdên Anatoliyê bi têkoşîna neteweyî bi teşe bûn'

Ehsan, destnîşan kir ku kurdên Anatoliya Navîn beriya salên 80'ê rewşa wan ne pir baş bû û piştî têkoşîna neteweyî dest pê kir, xwe bêtir nas kirin û bêtir li çand, ziman û nirxên xwe xwedî derketin. Ehsan, bibîrxist ku kurdên Anatoliyê ji rastiya şer dûr in û rastiya xwe bi stran û kilaman dibînin û serwext dibin. Ehsan, bal kişand ser naveroka albuma xwe û wiha got: "Di albumê de 4 newayên li ser kurdên herêmê hatine amadekirin Newayên Tahsîn Taha jî cih digirin. Dîsa min girîngî da zaravayê soranî jî."

Ehsan, xwest ku hunermend ji hemû pirsgirêk, daxwaz û çîrokê gel agahdar bin û li hemberî vê yekê bi hestiyar tev bigerin. Ehsan, da zanîn ku pêwiste hunermend ji hemû pirsgirêkên gel re bibe bersîv û bibe dengê neteweya xwe. Ehsan, bilêv kir ku wî bi armanca bibe dengê gelê herêmê ev album amade kir û xwest serpêhatî û rastiya gelê hêrêmê bi he rkesî re parve bike. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî