Şivan Perser jî ket gireva birçîbûnê
Hewlêr - Hunermend Şivan Perwer tevî hin hunermendan li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kirin. Der barê dema greva de agahî nehat dayin, hat diyarkirin ku dê piştre bê diyarkirin. Perwer daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Daxwazên girtiyan daxwazên me ne” û diyar kir ku Ocalan rêberek neteweyî yê gelê Kurd e.
Hunermend Şivan Perwer, îro tevî çend kesayetan li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kir. Produktorê muzîkê Hakan Akkaya jî di grevê de cih girt.
daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Şivan Perwer ve hate xwendin. Perwer got ku “zimanê ku ji aliyê Xweda ve hatiye afirandin çawa tê qedexekirin?” ûdestnîşan kir ku qedexekirina ziman û perwerdeya bi Kurdî nayê qebûlkirin. û da zanîn ku Kurdan ji bo van daxwazan gelek caran serî hildane.
Her wiha Perwer got: “Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Bêyî ku mirin çêbibin, divê daxwazên girtiyan bên pêkanîn.”
Perwer bal kişand ku daxwazek din a girtiyan rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: “Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî yê gelê Kurd e. Rêberekî siyasî yê gelê Kurd e” û destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re ne li gorî huqûqa neteweyî û navneteweyî ye.
Perwer ji bo rewşa Ocalan mîna Îsayê Pêximber destnîşan kir û diyar kir ku her çendî Îsa li çarmixê xistin, lê îro bi milyonan mirov li baweriya xwe bi wî tînin.
Perwer bal kişand ku demek li vê Hewlêrê li ser Kurdan dîkdatoriyek hebû, lê îro li vir Kurd bi xwe li vir in û perwerdehiya xwe ya bi Kurdî dibînin û xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
Tê payin ku kesayetên din beşdarî greva birçîbûnê bibin. Der barê dema grevê de agahî nehat dayin. Hat diyarkirin ku ew ê li pêvajoyê binêrin û li gorî wê tevbigerin.
