1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Şivan Perwer, TRT 6 û 15'ê Sibatê
Şivan Perwer, TRT 6 û 15'ê Sibatê,şivan,perwer,trt,6,û,15,ê,sibatê

Şivan Perwer, TRT 6 û 15'ê Sibatê

TRT 6'ê bi zanebûn roja 15'ê sibatê Şivan Perwer pêşkêş dike. Şivan Perwer ê ku roja 15'ê Sibatê li Ewropa gazî dikir ku hemû kurd rabin ser lingan, niha di heman rojê de dibe goga ber lingên AKP'ê û diçe ser qeleya kurdan.

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeyvîna tevîzyona TRT 6 a ku hikûmeta AKP’ê avakirî, ya ku bi hunermendê Kurd Şivan Perwer re kirî, wê di roja salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd hat lidarxistin, 15’ê Reşemiyê were weşandin.

Şivan Perwer di hevdîtina bi Aîkarê Serokwerzî Bulent Ariç re pêk anî de diyar kiribû ku wî piştî pêşîlêvekirinê projeya orkestraya senfonîk pêk aniye û li bajarê Bonn ya Elmanyayê hevpeyvînek bi TRT6 re pêk anî.

Şivan Perwer bi orskestra senfonîk piştgirî da polîtîkaya ‘pêşîlêvekirinê’ ku ziyanên mezin da Kurdan. Perwer vê carê bê ku nav bide tevgerên siyasî yên Kurd destnîşan kir û got; “Siyaseta axatiyê dikin.”

NÎŞANA SERKEFTINÊ BÛ ‘DERMIROVAHÎ

Şivan bi destê xwe îşaretên ‘gorê boz’ û ‘serkeftinê’ nîşan da û got wê demê pêwîstî bi vana nedima. Evane tiştên ji derveyê mirovahiyê ne.” bi vê yekê tenê nema û diyar kir ku ew dixwaze biçe Tirkiyeyê û got; “Dibêjin biryar nede hun wiha nakin, vê nakin. Ka rawestin ez hûnermendê gelê xwe me. Ez stranên xwe ji herkesê re dibêjim. Ji we re jî, ji wana re jî. Bihêlin ez bêm, ev gel gelê min .”

Tişta sosret ew bû ku wê hevpeyvîna Perwer di 15’ê Reşemiyê ya ku gelê Kurd wek ‘Roja Reş’ binav dike, de di TRT 6 de were weşandin.