1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Şopa Rojê derket
Şopa Rojê derket,şopa,rojê,derket

Şopa Rojê derket

9'emîn hejmara Kovara Şopa Rojê ya ku ji aliyê girtiyên siyasi yên girtîgeha Bayburtê ve hat amadekirin ji aliyê TUHAD-FED'ê ve hatî çapkirin û derket

A+ A-

AMED (DÎHA)- 9'emîn hejmara Kovara Şopa Rojê ya ku ji aliyê girtiyên siyasi yên girtîgeha Bayburtê ve hat amadekirin ji aliyê TUHAD-FED'ê ve hatî çapkirin û derket.

9'emîn hêjmara Kovara Şopa Rojê ya ku ji aliyê girtiyên siyasî yên Girtîgeha Bayburtê ve hatî amadekirin ji aliyê TUHAD-FED'ê ve tê çapkirin derket pêşberî xwendekvanan. Kovar 3 meh carekî tê çapkirin. Kovar 5 salin tê derdikeve û berê nivîsên kovarê tevlî hev dihatin amadekirin. Yanî ligel nîvîsên girtiyan nivîsên kesên din jî cih digirtin. Lê di hejmara dawî de tenê nivîsên girtiyên siyasî yên Girtîgeha Bayburtê cih digirin. Kovara di 10'ê hezîranê de derketî bi kurdî û tirkiye. Di kovanê de nivîsên li ser civaka exlaqî û polîtîk, azadiyê, felsefe, ceribandin, lêkolîn, bîranîn, helbest, mitolojî, çîrok, nirxandin, vebêje û bendan pêktê. Girtiyan fikir, raman û bîranînên xwe di kovarê de vegotin û ji civakê re ragihandin. Kovar bêpere tê belavkirin. Kesên ku bixwazin dikarin kovarê ji TUHAD-FED û TUHAD-DER'ê bigirin.

(byt/bd)


Bêjeyên Miftehî