1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Şoreşa Rojava ji bo jinan dibe îlham
Şoreşa Rojava ji bo jinan dibe îlham,şoreşa,rojava,ji,bo,jinan,dibe,îlham

Şoreşa Rojava ji bo jinan dibe îlham

A+ A-

ENQERE (DÎHA) – Platforma Jinan a Enqereyê bi şîara “ji piştevaniya jinan sînor tune” ve tecrubeyên ji jinên Rojava girtine nîqaş dikin. Jinên Rojava jî xwendin xebatên xwe yên dê pêk bînin.

Platforma Jinan a Enqereyê bi şîara “ji piştevaniya jinan sîno tune ye” kampanya dabûn destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de di 25’ê cotmehê de li Salona Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) ji Şengalê heta Rojava, ji Kobanê heta Enqereyê DAIŞ’ê, şer, têkoşîn û tecrubeyên jinên Rojava û qetilkirinên jinan ên li Tirkiyeyê di paneleke de nîqaş bikin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî û ji Meclîsa Jinan a Mobanê Narîn Temu, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Aylîn Nazliaka, Nivîskar Huda Kaya, rojnameger Pinar Ogunç, ji Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê Seher Kalkan û gelek nûnerên saziyên jinan Dê beşdarî panelê bibin. Endama Platforma Jinan a Enqereyê Nur Aytemur der barê panela dê dawiya hefteyê bê lidarxsitn agahî da û got ku di pêvajoyên şer de rewşên ku jin tecrubeyên xwe parve bikin avakirin girîng e. Aytemur bilêv kir ku li Kurdistanê jin ji ber şer mexdûr dibin û li Tirkiyeyê her roj jinek di encema feresata desthilatdar a zilam ve tê qetilkirin û herî zêde jî di pêvajoyên wisa de pêwîstî bi xebatên wiha hene. Aytemur da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de dê xebatên wan bidome.

Aytemur bilêv kir ku Ayşe Efendî û Narîn Temu yên ji Rojava dê bên ew ê tecrubeyên xwe yên şoreşa Rojava û şer êli Kobanê bi jinên tirkiyeyî re parve bikin. Aytemur got ku ew ê bandora şer a li ser jinên Rojava û berxwedana şervanên YPJ’ê jî bi sînevîzyoneke bidin nîşandan. Aytemur derbirî kul i Rojhilata Navîn êrişên çeteyên DAIŞ’ê tê çi wateyê huda Kaya vebêje. Aytemur got ku rêxistinên femînîst çawa li şoreşa Rojava dinêrin jî dê di panelê de bê nîqaşkirin û siyaset çawa nêzîkî vê mijarê dibe jî dê bi parlamenterên HDP û CHP’ê re nîqaş bikin.

(sa)