1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Şêniyên Hewlêrê: Girtina Deriyê Sêmalka dijî yekbûna netewî ye
Şêniyên Hewlêrê: Girtina Deriyê Sêmalka dijî yekbûna netewî ye,şêniyên,hewlêrê,girtina,deriyê,sêmalka,dijî,yekbûna,netewî,ye

Şêniyên Hewlêrê: Girtina Deriyê Sêmalka dijî yekbûna netewî ye

Xwendekar û mamostayên zanîngehên Hewlêrê girtina Deriyê Sêmalka şermezarkirin û diyar kirin ku ewên ku deriyê sînor yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûr de girtine rê didin balafirên şer ên Tirkiyeyê axa Herêma Kurdistanê bombebaran bikin

A+ A-

HANA AZAD / HEWLÊR

Xwendekar û mamostayên zanîngehên Hewlêrê li ser girtina Deriyê Sêmalka ku ji 16'ê Adarê ve ji aliyê PDK'ê ve hatiye girtin û bombebaranên balafirên artêşa Tirk ji ajansa me re axivîn.

Mamostayê zanîngehê Aram Hadî li ser girtina Deriyê Sêmalka wiha anî ziman; "Girtina Deriyê Sêmalka karekî nemirovî ye û dijî yekbûna netewî ye. Ji ber vê yekê pêwîste Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê parastinê li destkeftiyên xwe bike. Her aliyek dijberiya Rojavayê Kurdistanê bike, îxanetekî netewî ye. Wê dîrok ji bîr neke. Ji ber vê yekê girtina sînor xizmeta dijminên dagirker dikin."

Hadî bal kişand li ser bombebarankirinên ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve tên kirin jî û wiha destnîşan kir; "Bombebarkirina sînorên Başûrê Kurdistanê heqareta li welatiyane. Her aliyek rê bide balafir bombebaran bikin, ev yek careke din îxaneta netewî ye û em şeremezar dikin."

Xwendekarê Fakûlteya Yasa û Ramyarî yê Zanîngeha Selahedînê Ebdulah Kamuran jî li ser heman mijarê wiha ragihandin; "Nabe Kurd li benda Tirkiyeyê bin ku wê karekî baş bike. Ez bombebaranên Tirkiyeyê yên li ser herêmê şermezar dikim. Di vê demê de pêwîstiya Kurdan zêdetir bi yekêtiyê heye, ne bi girtina sînoran li ser birayên me yên Rojava."

Xwendekara mezûnbûyî Roje Mihemed diyar kir ku girtina sînor îxanetekî mezine û got: "Girtina deriyê sînor li ser biyarên me yên Rojavayê Kurdistanê di demekî di nava berxwedanekî bê hempa de ne îxanetekî mezine. Di heman demê de rê dayîna balafirên Tirkiyeyê yên sînorên Başûr bombebaran dikin jî îxanete."

'Balafir bi navê PKK'ê axa Başûr bombebaran dike'

Roje Mihemed destnîşan kir ku balafirên artêşa Tirk bi behaneya baragehên PKK'ê axa Başûr bombebaran dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nizanim desthildariya Başûrê Kurdistanê çawa dide xwe, zilmê li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber ku wê dîrok neveşêre û divê xwe li berçavan re derbas bikin. Balafirên Tirkiyeyê di bi navê PKK'ê li wire axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Lê welatiyên sivîl dibin qurbanî û ev jî karasatekî dine."

(ab)