1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şêniyên Sûrê: Ne hedê dewletê ye me ji axa me derxîne
Şêniyên Sûrê: Ne hedê dewletê ye me ji axa me derxîne,şêniyên,sûrê,ne,hedê,dewletê,ye,me,ji,axa,me,derxîne

Şêniyên Sûrê: Ne hedê dewletê ye me ji axa me derxîne

A+ A-

AMED (DÎHA) - Şêniyên navçeya Sûrê li hemberî biryara "îstîmlaqkirina" Sûrê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku ev ax bi xwîna ciwanên wan hatiye avdan ji ber vê yekê jî ne hedê dewletê ye wan ji axa wan derxîne, ew ê heta dawî li ber xwe bidin.

Navçeya Sûrê ya Amedê 116 roj in ji aliyê hêzên dewletê ve tê rûxandin niha jî 16 tax di rastiyê de bi tevayî navçe ji aliyê dewletê ve bi hinceta "îstîmlaqkirinê" hat desteserkirin. Biryara destser kirin Sûrê ji aliyê Lijneya Wezîran ve di roja Newrozê 21'ê Adarê de hat girtin. Dewlet dixwaze Sûrê bide valakirin, lê gelê Sûrê dixwaze di kolanên xwe de bijî.

Gelê Sûrê yê ku dewlet dixwaze ji malên wan derbixe bertek nîşanî biryara "îstîmlaqkirinê" dan. Yek ji van kesan jî Îsmail Uzmez ê ku 3 caran ji ber êrîşên hêzên dewletê derketiye lê ji nava Sûrê derneketiye.

'Kesê ji ser axa xwe rabe jiyana wî diqede'

Uzmez destnîşan kir ku gur ketiye nava Sûrê û gel belav dike, em bang li partiya xwe dikin ku li gelê xwe xwedî derbikeve. Uzmez da zanîn ku divê rêvebir bikevin nava gel û jêre bêjin axa xwe terk nekin û wiha pêde çû: "Kesê ji ser axa xwe rabe jiyana wî diqede. Li Sûriyeyê binêre ji axa xwe derketin hemû di avan de xeniqîn. Em bimirin jî em dest ji axa xwe bernadin. Em axa xwe nadin rantkaran." Uzmez diyar kir ku heke ew li ser mala xwe kon jî vegire û avê ji çemê Dîcle jî bîne ew dest ji mala xwe bernade, qasî hêza wî hebe dê li berxwe bide. Uzmez got ku dewlet nikare wan ji mala wan derxe, ew dê bi gelê xwe yê rast re bibin yek, ne hedê dewletê ye wan ji malên wan derxin û bila gelê kurd netirse.

'Kes nikare dîroka me winda bike'

Uzmez anî ziman ku divê ew cihê şehîdên xwe nedin destê dijmin, madem her kes dizane şehîdên wan li wir hene bila xwedî li wir derbikevin û gotinê xwe wiha bi dawî kir: "Dema dewlet dizane cenazeyên me li wir in diçin û bi kepçeyan dibin vala dikin nava çem. Kes nikare dîroka me winda bike. Dîroka me şehîdên me ne. Em axa xwe nadin kesî, bêhna axa me ji me re her tişte."

'Ev ax bi xwîna ciwanên me hatiye avdan em dest jê bernadin'

Muzafer Çukur jî anî ziman ku ev biryar ne ya parlementoyê ye tenê çend wezîr kom kirine û ev biryar dane. Çukur destnîşan kir ku kesê fikrê gelê Sûrê negirtiye û ji bo vê jî gelê Sûr ê vê biryarê nas nake û wiha got: "Ez li dijî vê biryarê me û ez mala xwe nadim kesî. Em wek gelê Sûrê dixwazin li ser axa xwe bijîn." Çukur diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek ciwanên wan jiyana xwe ji dest dane û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Ev ax bi xwîna ciwanên me hatiye avdan em dest jê bernadin. Bila gelê me yê Sûrê bibin yek, li hemberî vê biryarê derkevin û bi hev re bijîn. Ji ber ku xwediyê vê axê ne. Dewlet bi zordariyê dixwaze me ji cihê me derbixe em ê jî li hemberî vê li ber xwe bidin. Ez razî me di malek xirabe de li Sûrê bijîm, ez xaniyê luks yên dewletê naxwazim."

'Dixwazin tirkmenan li Sûrê bi cih bikin'

Welatiyê bi navê Mahmut Oruç jî desnîşan kir ku Sûr ne malê dewletê ye û wiha got: "Sûr mîrateya cîhanê ye. UNESCO jî Sûr neparast, dewletê bi zindiyan ve Sûr ruxand. Me Erdogan ji bo aştiyê kir Serokwezîr û Serokomar lê wî qetlîam kir. Em jî dê heta dawî li pey şehîdên xwe bin. Divê gelê kurd li ber xwe bide û dest ji axa xwe bernede." Oruç da zanîn ku dewlet dixwaze gel ji vir derxe û tirkmenan bîne Sûrê, Oruç got ku berê Ataturk û Îsmet Înonu gundên wan vala kirin niha jî hikûmeta AKP'ê dike.

'Divê her roj ez bêhna Sûr ê bikim'

Welatiyê bi navê Yadin Altay jî da zanîn ku ew li Sûr ê ji dayîk bûye û mezin bûye, ew li dijî vê biryara "îstîmlaqkirinê" ye û wiha pêde çû: "Ew çiwas pere bidin min jî ez mala xwe nadim. Ez ê serî li dadgehê bidim, em naxwazin ji Sûrê derkevin. Ez bê Sûrê nabim, divê her roj ez bêhna Sûr ê bikim.

Welatiyê bi navê Behcet Tîmûrtaş jî got ku Sûr cihek dîrokî ye, ew naxwazin vî mîrateyê winda bikin. Tîmurtaş got ku ew naxwazin di vîlayan de bijîn.

Welatiyê bi navê Allatîn Alyu jî got ku ew tu car dest ji mala xwe bernade û dê serî li riyên hiquqî bide.

(bî-şo/sa)