1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Şêrko Bêkes bi hemû helbestên xwe re di Kurmancî de
Şêrko Bêkes bi hemû helbestên xwe re di Kurmancî de,şêrko,bêkes,bi,hemû,helbestên,xwe,re,di,kurmancî,de

Şêrko Bêkes bi hemû helbestên xwe re di Kurmancî de

A+ A-

Weşanxaneya Ronahî’yê mîzgîniya weşandina dîwana helbestvanê bi nav û deng Şêrko Bêkes ya bi kurmancî da helbeshezên kurd. Ji bilî berhemeke wî hemû berhemên wî li ser hev di berhemekê de ji aliyê Weşanxaneya Ronahî ve hat çapkirin. Wergera berhemê ji aliyê Sîrwan Rehîm û Muhsîn Ozdemîr ve hatiye kirin û edîtoriya berhemê jî Rojeng Rojbîr kiriye. Berhem ji 220 rûpelan pêk tê. Wekî ku tê zanîn Şêrko Bêkes kurê Faîq Bêkesê hêja ye û yek ji mîrên helbesta kurdî ya nûjen e. Beriya niha helbestên wî wergeriyabûn 12 zimanan. Şêrko Bêkes di helbesta kurdî de bi hêmayên xwe yên hêzdar rengekî cuda daye helbesta kurdî û li gel helbesthezên kurd ciyêkî xwe yî cuda heye..