1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Şîret li Amediyan baş hat!..
Şîret li Amediyan baş hat!..,şîret,li,amediyan,baş,hat

Şîret li Amediyan baş hat!..

Şanoya Şîret li Amedê rastî eleqeyek mezin hat

A+ A-

Şanoya Şîret ku li Navendan Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Amedê derket ser dikê û tirajediya jinan dide xuyakirin rastî qeleyeke mezin hat.

Şanoya Şîret li Navendan Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê ya Amedê derket ser dikê. Şanoya Şîret ku ji hêla Navenda Çanda Mezopotamya yê ve hatiye amadekirin, rastî eleqeyek mezin hat. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Cîgira Seroka BDP'a Baglarê Sema Koç û gelek şanohez li salona şonoyê amade bûn. Şanoya ji aliyê derhêner Rûgeş Kirici û nivîskarê Sedat Bariş ve hatiye amadekirin, rastî eleqeyeke mezin hat.

Di şanoyê de lîstikvanan jiyana jinek ciwan ku bi zorê didin zilamekî kal û bi zilamê kal re dizewicînin li pêş çavan raxistin. Lîstikvanan tirajediya jinê û rastiya manûsê û kuştina ciwanan derxistin ser dikê û zindî kirin. Şanoya ku nêzî 90 deqîqeyî domand, temaşevan hem xemgîn kirin û hem jî dan kenandin.

(zk/mae)


Bêjeyên Miftehî