11 salên fermanek berdewam
Selîm BIÇÛK
Şengala xwînê, Şengala hebûn û manê, Şengala vejîna ji agir û axê, piştî hewqas ferman û ji nû ve hatina ji xwelî û tirafa şewatê ez dikarim çi diyarî te bikim?! Li ba min çend hêstirên daleqandî di çavên min de, bîranîna hewqas firîşte û cangoriyan û dilên li hember tirsê dibin çiya û li ber xwe didin û mizgîniyeke di rê de Rojavayê dil pêşkêş dikim!
_____________________________
Seremerg _ Serevejîn 73
Selîm Biçûk
Sirûda mirinê me ez, Seremerg im
Roj hilat û ez jê re serçok bûm
Ji wê demê ve taristanê ez dam ber sînga xwe
Û mirin li pey mirinê min dikuje û her vedijîm
Ji nav xweliya mirinê dibûm zîl ber bi rojê hildikişiyam
Pêşî min xwedê kir kurd
Û bi heft firîşteyan havên da ber
Hola min li banê gerdûnê geriya
Mirin li pey mirinê bi ser min de weriya
„Xwedayê mezin her padşa ye, hezar û yek nav li xwe danaye, navê mezin her xweda ye“ û
Bi hezar û yek navî digerîne mirina min
1
Li vir bûm, min bi tenê mijûliya xwedê dikir
Parêzvanê rojê bûm
Bi agir re lavijên min liba dibûn
2
Hezar û çarsed xencerên te di pişta min de çikiyan
Dîsa rabûm, roj û agirê xwe min gur kirin
3
Șûna 73 guleyên te li dil şax didin
Guleya 74 …?
Em biran e!!!
4
Ev çiya çi req û ziwa ye!
Nalîna min, tiliya min bimije
Ҫend dilop xwîn ji ber tofanê mane
Ҫavên xwe bigire bila çiya dengê me neke!
5
Bavoooo min bikuje!
Dayê min bikuje!
Naaaaaaa ….!
Li min biborînin wa diçim zikê çiyê ….
6
Keça min hun sisê ne û dilopek av maye …
Kê ji we bikujim û kê …?
7
Û ev çiya çîrokên wî dawî lê nayê ..
Em biran e ……!
Bazar e,
werin jin bi 500 î …
Serî bi şûrekî …
8
Xwedayekî serhîz li goşeyekê jê çiyê
Seriyan dihejmêre …
Tîqtîqa kenê wî: waxxxxxxxxxx, hewqas serî bo min û bi navê min?!
9
Lêxin …!
Bila serî li ser gewde nemîne
Herbijî ….
Hun qehreman in qehreman!
10
Destana qehremaniyê hîn pê ve diçe …
Serê bavê xwe di beroşa dêwekî de dikelîne
Û sirûdên serkeftinê dinehwirîne!
Șabaş!
Șabaş!
11
Ji çiyê heta bi deşta xwînê,
perî û firîşte rêz bûn
sêncek ji bedenên ciwan Șingalê radestî pêla xwedê dikin
Ew jî biran e!
Birayek min diavêje agirê dojehê
Yek bedena xwe dide ber agir
Li ser pêla xwîna xwe min diavêje Rojavayê dil
Șingal û çîroka birayan rûreşiya vê xakê ne
Șingal û çîroka birayan Mîrê Kore û Mirzayê Zaza ne
Șingal û çîroka birayan şerê şevê û rojê ne
Șingal dê bimîne xalek reş li eniya dîrokek bi xinizî û lehengiyê lihevalandî
Eger Șingal nemîne rûreşî tê bincilkirin
Șingal dîdevana rûreşîyê ye
Û her dimîne …
12
1400 sal e xencera te di pişta min de tê badan
Ew xencer bi xwe bû pişta bavê te hêrifand
Dê û xwîşka te hetikand
Ew xencer bû te ji pişta bavê xwe kişand, di pişta min de çikand
De babide bira, tu jî wek min zarokê fermanê yî!
De babide bira babide!
13
Parêzvanê min kujer bû
Êrîşkarê min kujer bû
Tenê mirinê û çiyayekî req û ziwa dilên xwe ji min re vekirin
De min bikuje biraaa, piştî mirinê jî min bikuje
Ez rûreşiya te me …
Bi jiyana xwe te rûreş dikim
Bi mirina xwe te rûreş dikim
Mirin para min e, rûreşî jî ya te
14
Șingal nikare bi gotinan bê hûnan
Birînek vekirî li ser asoyên xwedê
Wêne birûska êşê vedidin
Xwedê ji banê jor tînin tobê
Periyek per jikestî li dilopek av digere
Kevirekî sert diguvêşe ser şewatê
15
Ҫavek jê min Șingal e, yek Kobanî ye
Yek jê „birayên min“ bi xencereke biyanî teqandin, yê din sûrên Sînê li pêş xenceran
Ez hîn dibînim, çavek jî dikare ronahiyê bibîne
Li navbera çav û çav birîneke li ser asoyan vekirî
Hin li çep digirîn, hin li rast
Ez di nîvê eniyê de, li navbera herdu çavan çaviyeke xwînê, çep û rastê xwe dinehwirînim
„Xerîboooo şevên payîzê dirêj in“! Ne ji vir im ne ji wir im
Ҫep jî dişewitîne, rast jî
Lê hun …!
