15`ê Sibatê,15,sibatê,15 sibat,reşemî,kurd,kurdistan

15`ê Sibatê

A+ A-

Ji sala 1999’an vir ve gelê kurd 15’ê sibatê (reşemî) weke rojeke reş dibîne û komploya navneteweyî şermezar dike. Sala îsal jî roja 12’ê Sibatê heman komplo li bajarê Strasbourgê careke din tê şermezarkirin. Ez baş dizanim ku wê bi hezaran Kurd tevlî meş û mitîngê bibin.

Komploya navneteweyî tenê lidijî kesayetiya birêz Öcalan pêknehatiye, ew her wiha lidijî vîna gelê kurd û rûmeta wî hate lidarxistin. Jiber vê rastiyê Kurd 15’ê sibatê weke roja reş dibînin û li birêz Öcalan xwedî derdikevin.

Dewleta tirk û hevalbendên wê çi ji destê wan hat kirin daku gelê kurd wateya vê rojê jibîr bike. Lê belê digel ku ev 11 sal in diborin kurdan heman komplo jibîr nekirin û ji her salê zêdetir ew wê şermezar dikin. Tenê li Ewropayê ne, ev çend rojin li Kurdistan û li Tirkiyeyê jî cur be cur çalakî çêdibin. Ez bawer im wê rêzeçalakî heya demeke dirêj bidomin. Hewldanên hikûmet û ên dewleta tirk wê nikaribin pêşî li têkoşîna Kurdan bigirin.


Li gorî ku em dişopînin, ji hefteya borî vir ve hêzên ewlekariya dawleta tirk dest bi girtina Kurdan kirine. Bi taybetî bi giranî cîwan têne girtin. Ev jî xûya dike ku dewlet ji hêza gelê kurd ditirse û bi hefteyan pêş de dixweze tedbîran bigire. Lê ev jê re nabe çareserî, çawa ku heya niha hemû zor û zexta dewleta tirk nikaribûye pêşî li têkoşîna Kurdan bigire, wê ji vir û bi şûn de jî sernekeve.
 
Rapora Parlemena Ewropayê

Derdorên ku dişopînin baş dizanin ku Komisyona Ewropayê û Parlemena Ewropayê her yek salê carekê raporekê di derbarê Tirkiyeyê de amade dike. Armanca van saziyan ew e ku, bi rêya van raporan rewşa Tirkiyeyê ji raya giştî re aşkere bikin û bi awayeke vekirî rexneyên xwe bînin ziman e.

Rapora Parlemena Ewropayê roja îro, 10’ê Sibatê, li Strasbourgê hate niqaşkirin. Li gorî ku min şopand di navbera niqaşên îsal û ên sala borî de zêde ferq tinebûn. Pir parlementeran gotinên xwe ên sala borî dubare kirin. Di nava rexneyên wan de gotina herî zêde hate bikaranîn a « Kibris »ê bû. Rewşa mafê mirovan û pirsgirêka kurd tenê ji aliyê çend parlementeran ve hate ziman, ew jî bi awayeke pir seranser.

Digel qedexebûyîna DTP’ê û ji hezarî zêdetir girtiyên siyasî ku di nava şeş mehên dawî de li Tirkiyeyê çêbun, mixabin di rapora xanim Oomen Ruijten Ria’yê de zêde tişteke berbiçav tine. Çend gotinên ku di vî derbarî de hatine nivîsandin jî bi armanca ku bidin diyarkirin PE’ê rewşa Tirkiyeyê dişopîne ye.

Ez vê Parlemenê ji sala 1993’an vir ve dişopînim. Di salên 1990’î de, bi taybetî di derbarê pirsgirêka Kurd de, zimanê endamên wê baştir bû, di wan salan de hin biryar jî dahatin girtin. Piştî ku Tirkiye weke welateke berendam hatiye naskirin, mixabin rêbazên heman saziyê bi durûtiyê dije bûne. Axiftinên ku îro hatin kirin jî bi durûtiyê tije bûn. Heman rapor wê sibê, roja 11’ê Sibatê, di civata giştî a PE’yê de were erê kirin û ji raya giştî re aşkere bibe.

Di vî warî de bêguman kêmasiya saziyên Kurdan hene, lê belê xala herî girîng ew e ku YE’yê bi awayeke durust nêzîkê gelê Kurd nabe.