1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Bahoz Baran
  4. 60 Bêjeyên Qedexekirî
60 Bêjeyên Qedexekirî,60,bêjeyên,qedexekirî,trt 6,kurdî

60 Bêjeyên Qedexekirî

A+ A-

TRT 6’ê çima 60 bêjeyên Kurdî qedexe kirin? Taybetiyên wan bêjeyan çi ne? Fermo werin em bi hev re li sedemên qedexekirina wan bêjeyan bigerin.
Aram: Divê aramiya Kurdan tune be, Kurd û aramî li hev nakin. Jixwe navê hunermendekî wan jî Aram bû û stranên şoreşgeriyê jî distran. Ji xeynî wê navê weşanxaneyeke wan a rêxistinê jî ‘Aram’ e; ji ber van sedeman nabe ku em wê bêjeyê bi kar bînin.
Arîşe: Kurd jixwe bi arîşe ne, ev bêje çiqas were dubarekirin dê arîşe zêdetir bibin û tevlihevî çê bibe. Ev bêje jî bila ji holê bê rakirin.
Artêş: Ev bêje weke navê xwe bi talûke ye. Ew ji artêşan hez dikin. Artêşa wan li serê me bela ye. Divê ev bêje jî bê qedexekirin.
Asayî: Tu caran ji bo wan rewş nebûye asayî. Di rewşeke asayî de ew ê malikê li me xerab bikin. Weke aramiyê, asayî jî ji bo wan divê bê qedexekirin.
Asteng: Li pêşiya pergala me astengiya herî mezin ew in. Ji ber ku ew astengî ne divê em ‘astengiyê’ ji holê rakin.
Belavok: Ev bêje ji bo wan pir bi kêr tê. Pir dixwazin fikr û ramanên xwe bi belavokan ragihînin her kesî. Ev bêje jî divê here nava karwana bêjeên qedexekirî.
Bûyer: Bûyerên wan jixwe naqedin, roja ku bûyer çê nebe tune ye. Ji ber vê yekê divê em vê bêjeyê jî ji nava zimanê wan derxin û ji dêvla vêya tiştekî din bi kar bînin.
Çalakî: Yek jê bêjeya ku ew herî pir jê hez dikin û pêk tînin ev bêje ye; divê em rê li ber vê bêjeyê jî bigirin.
Dadgeh: Bêjeya mehkemeyê ji bo wan girantir e, ev bêje wan natirsîne, sivik e. Nabe ku em bêjeya dadgehê bi kar bînin. Dibe ku bi vê bêjeyê ew li wan deran bi zimanê xwe jî biaixivin.
Damezrandin: Ev bêje komarê û dewletbûnê dê bîne bîra wan, divê em vê bêjeyê jî qet bi kar neynin.
Darayî: Talana bavê me ye, divê em qet neynin bîra wan ku em li ser erdên wan pezê xwe diçêrînin. Aboriya wan xurt bibe dibe ku bi ser hişê xwe ve werin.
Derhêner: Divê derhênerên wan tune bin, an na dê ew jî weke cihuyan dest bi kişandina filîman bikin û dinyayê bînin seyra me.
Dîmen: Heta ji we tê vê bêjeyê û dîmenên berê neynin ber çavên wan. Divê ew tiştan pir zû ji bîr bikin.
Dîrok: Ev bêje gellekî bi talûke ye, ji ber ku têkiliya wan û dîroka wan kurt an jî qut e em îro bi wan dikarin. Divê ev bêje jî ji ferhengê derkeve.
Dozger: Weke bêjeya dadgehê dibe ku ji vê bêjeyê jî qet netirsin, ji wan re sivik were ev bêje û dozgerên me li dora xwe bigerînin.
Ewleyî: Ku ewleyî çê bibe ew ê dest bi fikirînê jî bikin, divê tu carî ew di rewşeke ewle de nîn bin; lewma jî divê ev bêje jî neyê bikaranîn.
Ewlekarî: Ji xwe divê bi vêya qet nehesin, ew kar karê me ye, ku sibê rabin bibêjin ewlekarî karê me ye, ev ji bo me qet ne baş e.
Erdnîgarî: Ev jî bêjeyeke bi talûke ye. Ev bêje dê Kurdistanê bîne bîra wan. Dê baş tê bigihîjin ku bûne çar parçe.
Êrîş: Sermiyanê wan jixwe ev bêje ye, wan çi ji me stendibe bi xêra vê bêjeyê ye, divê em vê bêjeyê jî ji zimanê wan derxin.
Fermî: Ev bêje jixwe divê qet neyê bikaranîn, bila zimanê xwe li derve, li malê biaxivin lê li ciyên fermî nabe. Ku vêya bi dest bixin, em ê têk biçin.
Gerdûn: Ev bêje dibe ku hişê wan bêtir ber bi fikrê azadiyê ve bibe. Heta ji me bê divê têkiliya wan û gerdûnê qut bibe, lewma jî divê ev bêje jî li wan bê qedexekirin.
Girîng: Divê ew fêm nekin ku tiştên wan girîng in. Ew çiqas vêya fêm bikin dê ewqas bi ser me de werin. Ev bêje jî nabe.
Helwest: Divê ew nebin xwediyê  tu helwestê; lewma jî divê em vê bêjeyê ji nava zimanê wan derxin. Ji ber ku rika wan jî zêde ye ku bibin xwediyê helwestekê  em ê qet nikaribin bi wan.
Hîndekarî: Na, qet nabe, bêhna perwerdehiyê ji vê bêjeyê jî tê. Vê bêjeyê jî divê em derxin ji nava zimanê wan.
Komar: Ev hesret di dilê wan de maye. Komar jî weke bêjeyên dewletbûnê ye, divê ew jî cî negire di zimanê wan de.
Kovar:  Ji bo ku wêje û zimanê wan bi pêş nekeve divê ev bêje jî bê rakirin.  Dibe ku kovarên wan ên berê jî tim bên bîra wan.
Maf: Jixwe herî pir di vî warî de ew me ditengijînin. Ji bo ku em pêşî li wan bigirin, divê ev bêje jî were qedexekirin, maf jî heta ciyekî ye.
Merc: Divê ev bêje jî neyê bikaranîn. Bila nizanibin ku di nava kîjan şert û mercan de ne û halê wan çi ye.
Mijar: Bila mijarên wan tune bin. Divê tim belawela û jihevdeketî bin. Dibe ku ev bêje jî wan bi ser hev de bîne; lewma jî divê ev jî neyê bikaranîn.
Nakokî: Nakokiyên wan pir in, bila haya wan ji nakokiyan jî tune be. Ku nakokiyan ferq bikin, dê bêtir tê bikoşin.
Navneteweyî: Divê qada navneteweyî li wan bê tengkirin, her ku ber bi vê qadê ve diçin, hînê tiştên din jî dibin û bêtir hişyar dibin; lewma jî divê ev bêje jî neyê bikaranîn.
Netewe: Heta ji me tê divê em wan di warê netewebûnê de hişyar nekin. Tiştê ku heta niha me kirine jî ji bo vê yekê ne, ev bêje teqez divê neyê bikaranîn.
Nexşe: Dema ku ev bêje tê bikaranîn, Kurdistan tê bîra wan. Divê ev bêje jî neyê bikaranîn.
Nijad: Ev bêje jî weke bêjeya neteweyê bi xeter e. Ku di vî warî de bi pêş bikevin dê şerên mezin biqewimin û ew ê  bixwazin heyfa berê ji me bistînin. Lewma jî teqez divê ev bêje jî neyê bikaranîn.
Nîqaş: Ew çiqas hînê vê bêjeyê bibin, ew ê bêtir li mijaran vebin û sedemên hin tiştan bipirsin. Kurd nîqaşê nekin çêtir e.
Nûjen: Nabe ku ew bibin nûjen. Jixwe tiştê ku me aniye serê wan bêtir di vî warî de rû dide. Ku xwe û zimanê xwe di warê nûjeniyê de bi kar bînin, êdî wê nema zimanê me jî bi kar bînin. Divê ev bêje jî here ber golikan.
Parêzger: Vê dawiyê hejmara parêzerên wan zêde bûye û ev jî serê me diêşîne, ku em vê bêjeyê bi kar neynin dê ji bo me pir baş bibe.
Pejirandin: Dixwazin gellek tiştan bi me bidin pejirandin, ku me hînê pejirandinê bikin çû ji me ve. Divê ji ev bêje neyê bikaranîn.
Perwerde: Em hatin ser meseleya herî girîng. Pir zorê didin me ku em dest bi perwerdehiyê bikin. Lê di vî warî de ku pêşketinek hebe, dê derbeke dijwar li me bikeve. Radeya xeteriya vê bêjeyê jî pir zêde ye.
Pîşesazî: Divê ew hînê bêjeyên wisa nebin, tim divê cotkariyê û karkeriyê bikin. Ku karê xwe bixwe  bi rê ve bibin, bixwe hinek tiştan ava bikin, dê nema guhdariya me jî bikin. Lewma jî divê ev bêje jî neyê bikaranîn.
Pêşkêş: Heta niha ew sekinîne, me pêşkêşê wan kiriye. Ku pêşkêşiyê bikin, dê rûyê wan li me vebe û dê hay ji gellek tiştan çê bibin.
Pêvajo: Heta ji me tê divê em haya wan ji pêvajoyê çê nekin. Ku pêvajoyê ferq û fam bikin, dê rewşa me ber bi xerabiyê ve here.
Pêwîst: Na. Nabe ku hay ji pêwîstiyên xwe jî hebin. Nexwe dê di destpêkê de bibêjin pêwîstiya me bi perwerdehiyê heye. Ev bêje jî divê neyê bikaranîn.
Pirtûk: Her ku dixwînin bêtir hişyar dibin. Pirtûk pirtûkan weke ku ‘pirr’ dikin. Na, nabe ku ev bêje jî bê bikaranîn.
Pispor: Jixwe bibin pispor me safî kir. Pisporî ji wan ma ye, divê di vî warî de em pisporê her tiştî bin. Em ê vê bêjeyê jî bi kar neynin.
Bijîşk: Bi vê bêjeyê, ‘jiyan’ tê bîra wan. Dibe ku fêm bikin jiyana wan di çi rewşê de ye, dibe ku dixtor jî têkevin bin bandora vê bêjeyê û bi zimanê xwe biaxivin. Ev bêje jî divê here ber golikan.
Raman: Ne bi zimanê me û ne jî bi zimanê xwe baş dizanin. Rewşa wan rewşa bêzimaniyê ye. Lewma jî raman li cem wan kêm peyda dibe. Dibe ku bifkirin bi vê bêjeyê. Ev bêje jî qedexe ye.
Raya gel: Bila gel niha hebe; lê raya wî hinekî bi xeter e; her ku ev bêje bê bikaranîn, ew ê di gellek mijaran de xwe mafdar bibînin.
Rexne: Divê hînê vê bêjeyê jî nebin. Ji lewre rexne dê hinek tiştên girîng û veşartî jî bi wan bide hesandin. Nabe ku em vê bêjeyê bi kar bînin.
Rêxistin: Dema ku ev pêk were hêdî hêdî dê hinek tiştên din jî pêk werin. Tiştê ku zora me dibe jî ev e. Ji ber ku di van demên dawîn de hinek bi rêxistin bûn ev tişt hatin serê me. Divê ev bêje jî di nava bêjeyên bi xeter de be.
Rizgarî: Divê ew rizgar nebin, ev bêje hîn jî di ferhenga wan de pir zindî ye. Divê em vê bêjeyê jî ji holê rakin.
Şano: Dema ku ew dest bi şanoyê bikin, bawer bikin dê rastiyê raxin ber çavan. Ev jî ji bo me ne baş e. ji ber ku ew heta bi çavê serê xwe nebînin ji tiştan pir bawer nakin.
Şaredarî: Di van demên dawîn de ev sazî ketin destên wan. Divê em vê bêjeyê jî bi kar neynin. Ji ber ku xweserbûn dibe ku ji van deran dest pê bike.
Tawanbarî: Di vî warî de gellek bûyerên nediyar hene. Heta ji me tê divê em  bêjeya tawanbariyê bi kar neynin, ku ev rewş derkeve holê bi hezaran tawanbarî hene.
Taybetî: Taybetiyên wan çê nebûne. Bila wisa belawela û bê taybetî bijîn. Ji kerema xwe re vê bêjeyê jî derxin û bi kar neynin.
Têkoşîn: Ev bêje serîrakirin, şer û berxwedanê  tîne bîra wan, lewma jî divê neyê bikaranîn.
Tenduristî: Ew nexweş in, ku ew bên ser xwe em çi jî bikin em  nikarin bi ser bikevin. Divê ew tu carî baş nebin. Ev bêje jî divê neyê bikaranîn.
Wêje: Ji ber ku di warê çand û hunerê de xwediyê mîrateke dewlemed in, divê wêjeya wan bi pêş nekeve, ku bi pêş bikeve ew ê me nexwÎnin, ew ê bi dewlemendiya zimanê xwe bihesin.
Qedexe: Bi rastî nakokî ye ku em vê bêjeyê qedexe dikin. Lê divê em bikin. Divê ew bi qedexeyan nehesin. Qedexe, qedexe ye êdî.
Zanîngeh: Fikr û ramanên azad li wan deran şîn tên. Ku zanîngeh bibin warê wan, divê em koç bikin. Ev bêje jî ji bêjeyên qedexe ye.
Zanyarî: Zimanê wan zimanê gundan e. Nabe ku bêjeya zanyariyê di zimanê wan de hebe û ew jî bibin zanyar.