1. Tekst

  2. Helbest

  3. Memê Miksî
  4. AHÛYÊ EZ PIR ZELÎL IM
AHÛYÊ EZ PIR ZELÎL IM,ahûyê,ez,pir,zelîl,im

AHÛYÊ EZ PIR ZELÎL IM

A+ A-

Dikim nezir canê şîrîn

Ger canan carek nezer ke

Binefşa geliyê Hêrîn

Bo her derdên me tuberk e

 

 

Tuberka bo derdan dewa

Xistin kemînê wek kewa

Hew jê tê pêjin û newa

Kula dilkê xwe naderke

 

 

Narêj ew ya dilê pakîn

Ya Reb niza dê em ça kîn

Ji vê heznê ber helak în

Bi serê Mem û Qember ke

 

 

Bi navê tev rêhevalan

Pîrebokên dor li malan

Xapandin bi sihr û falan

Ca li ber çavan me qer ke

 

 

Li ber çavan qer û qîl im

Heqîqet ron û qendîl im

Ahûyê ez pir zelîl im

Bes ji vînê dil heder ke

 

 

10.08.2019

Memê Miksî

 

qer û qîl (Hemwate) : Reş


Gotinên miftehî :