1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. ALOZİYA SAZÎ Û DEZGEYÊN KURD LI EWROPA ÇARESERÎYA DERKETINA JI VÊ ALOZÎYÊ
ALOZİYA SAZÎ Û DEZGEYÊN KURD LI EWROPA ÇARESERÎYA DERKETINA JI VÊ ALOZÎYÊ,alozi̇ya,sazî,û,dezgeyên,kurd,li,ewropa,çareserîya,derketina,ji,vê,alozîyê

ALOZİYA SAZÎ Û DEZGEYÊN KURD LI EWROPA ÇARESERÎYA DERKETINA JI VÊ ALOZÎYÊ

A+ A-

Hasan Harranî

Wekî ji sernavê nivîsê jî tê famkirin emê di vê nivîsê de qala dezgeh, rêveberî û komelên girêdayî tevgera azadîyê yên li Ewropa bikin. Emê hinek jî li ser pirsgirêkên tên jîyîn û çareserîya van pirsgirêkan bikin. Lewre niha di halê hazir de tişta me eleqedar dike ev qadin.
Komel û dezgeyên Kurdistanîyên din di vê nivîsê de li derveyê mijara me ne. Dema em behsa dezgeh, komel û rêveberîyan bikin divê tenê yên di nava vê çerxêdene bêtin famkirin.

Melûme Kurdistanîyên derdora Tevgera Azadîyê ev bû 45 salin li Ewropayê hene û bi rêxistinin. Ev dem ne demekî kurt e, nêzîkê nîv esrekî ye. Herî kêm sê-çar nifş di nava vê çerx û dewranê de bihurîne. Ev ne tiştekî hindik û sivik e. Di nava demek wiha dûr û dirêj de bawer bikin ger mirov xwedî fêr û ferasetbe dikare gelek berhemên bingehîn û gelek sazîyên bi binyat ava bike. Lewre ev mijar tiştekî girînge û divê li ser bête sekinandin.
Çima?
Sedema wî ev e: Di vî dem û dewranî de divîya di nava civaka Kurdistanîyên li Ewropayê di her warê jîyanê de gelek pêşketinên navcîhanî bianîna wucûdê. Lê ev çênebûn an jî derfeta çêbûnê nehat dîtin.
Sedem û kelemên pêşîya van pêşketinên ku divîya çêbiban lê çênebûn çine mijara me ye di vê nivîsê de.
Pêşî divê em van çend gotinên formel yên teorîk deynin holê.
Ti civak nîne ku di nava xwe de bi rêk û pêk nebe. Her civak hewcedarîya xwe bi rêxistin û avakarîya hebûna xwe heye. Jibo vê jî mekanîzmayên pêşxistin û raberînê çêdikin û vana bi hinek krîterên zanyarî cêbicihdikin. Şixul û debar û berdewamîya pêşketinê li gorî vê an jî van mekanîznayan pêk tên.
Ti civakek bê rêxistin û bê organîze ne mikûne ku xwe daxilî dewrana jîyanê û cîhanê bike. Wenda dibe û ji holê radibe.
Lê di vir de mijara me ewe ku, em behsa organîzasyon û mekanîzmayên ku civakê pêşve dibe raçavî xwendevanên xwe bikin. Lewre her organîzasyon û mekanîzmayên civakan jî dibin du beş. Hinek jibo civakê hene û ew civakê pêşve dibin, hinek jî hene civakê jibo xwe dibînin û civakê dikin xizmeta xwe û li pêşîya pêşketina civakê dibin asteng.
Ev li gorî felsefe û paradîgmayên organîzasyonên civakê diguherin.
Her organîzasyona ku jibo gel û civakê hatibe damezrandin îhtîmale ku veguheze dervayî paradîgma xwe. Ger mekanîzmayên xebitîna xwe rast û baş bikarneyîne ev her tim îhtîmal e.
Hemî rêxistin û normên civakê ji hêla mirovan ve tê birêkûpêkirin. Civakê jî mecbûrê tevlîbûna van norm û rêxistinan dikin. Ev heya cihekî normal e. Lê mafê gel û civakê jî heye dema ev dezgeh û organîzasyon bersiva îhtîyacê wan nede nerazîbûna xwe dîyar bike, rexne bike û daxwaza guherîn û nûbûnê bike.
Rêxistin û normên ku jibo xizmeta civakê hatine sazkirin û avakirin jixwe me qal kir. Yên ku civakê di xizmeta xwe de dibînin jî hene û ew li vir ne mijara me ne. Lê yên jibo di xizmeta civakêdebin jî gelek caran ditehesin mecraya wan rêxistin û organîsazyonên din. Emê li ser vê hêlê rawestin û dema cihê wî hat li ser hûr bibin.
Organîzasyonên sîstema kapîtalîst di bingeh de jibo hebûn û berdewamîya xwe hebin jî, ji ber ku xwedî mentiqekî realîstin û aqilanene gelek caran xwe bi formekî xizmetguzarîya gel didin nîşan. Sedema temendirêjî û îstîkrara berdewamîya wan jî ev form  bi xwe ye. Bi vî rengî gelek deman ji organîzasyonên sîstema sosyalîst an jî komunîst baştir şixulîyane. Hîna jî bi vê feraset û qabilîyeta xwe û bi tecrûbeyên sedsalan rê û cih ji organîzasyon û rêxistinên demokratîk ku goya  jibo gel hene re nahêlin. Sedaema vê yekê netehlîlkirina vê paradîgma sîstema kapîtalêste ku hêz û organîzasyonên demokratîk û sosyalîst baş û rast nekirine.   
Em bêne ser mijara xwe.
Çima yên ku goya li ser navê gel û civakê, ji bo xizmet û pêşketina wan hatine avakirin  pêşketinên ku em hêvî dikin dernaxine holê?
Çima yên xwedîyê vê îddîayêne nikarin di merîyetê de paradîgma xwe ava bikin û li gorî wê pêşketinên civakî çêbikin?
Pirsên me ev in.
Û emê li pey bersivên van pirsan bikevin.
Wekî win dizanin tevgera azadîyê di destpêkê de li ser esasê sosyalîzma sovyetê, li ser  norm û modelê rêxistina modêla Lenînêst xwe ava kir.
Di prensîbê sosyalîzma sovyetê de her çiqas partî û rêxistin jibo gel bê qebûlkirin jî, di merîyetê prensîb û rêbazên ku dabû nîşankirin her tişt kir jibo partî û rêxistinê hate bicihkirin. Ev paşê wek modêlekî stalînîst hate pênasekirin.  Nêrîna modêla Stalînîst bi her awayî pêkanîna van partî û rêxistinan dîyar kir. Îddîaya wî ev bû: partî xurt be civak jî xurt dibe.
Û ji ber vê yekê her tişt, herkes û her derfet pêwîstbû biketana  xizmeta partî û rêxistinê. Ev bi esasî normekî rojhilata navîne jî. Di form û normên rojhilata navîn yên olî de jî her tişt di xizmeta şêx, axa, siltan û hwd. dene. Ji ber vê yekê ye ku ev nexweşî û şaşîya modêla sosyalîzma reel zû bi zû di nava partî û rêxistinên rojhilata navîn û Kurdistanî de hate hebandin. Nav û bawerîyên wan cuda bin jî di merîyetê de rêbaz û hîyarerşîya wan li miqabilê hev bû.

Niha em werin ser ev nexweşîya ku ji ev modêl û kevneşopîya vê pergalê derbasî nava partî û rêxistinên me bûne.
Wekî me li jor jî got Partîya Karkerên Kurdistanê jî di serî de li gorî ev modêla ku me li jor anî ziman hat avakirin. Di nava demê de Serokatî şaşî û nexweşîya vê modelê dît û ji salên '90 î û şûnde rexneyên giran û ciddî  li ser vê çerxê û modelê kir. Di nava tevgera xwe de parçe bi parçebe jî bi van rexneyan hinek guherîn da çêkirin. Lê di nava demê de van guherînan  neketin merîyetê. Şûna ku rêxistin û normên rêxistinê mirov û kesayetîya mirov, rûmet û qedrê mirov bilind bike, mirovan di nava wê çerxa mirovhêrde dihêrandin.
Serokatî vê rastîyê didîtin lê şert û mercên şer yên çetin, kêmanî û kêmasîya kadroyan rê neda ku ev armanca guherîna modêla Serokatî dixwest encam bigire.
Şert û mercên şer dest neda ku temamkirin û serkeftina vê armancê tacîdar bibe.  Ev di nava vê tevgerê de herdem problemek mezin, kûr û giran bû. Mixabin ev alozî hîna ji bi giranî jî li vê qada Ewropayî bi awayekî kûr û giran dijî.  
Serokatî cara yekem bi awayekî tûnd nerazîbûna xwe li hemberî vê rewşa heyî berîya komploya navdewletî nîşan da. Lê di merîyetê de bersivek nedît.
Di îmralîyê de pêdîvîya tiştekî nûh dît. Têgihaşt ku ev ne tiştekî hêsane û ev ancax bi guherînekî hişmendî û bi paradîgmayekî nû pêkane. Lewma jî di nava ew şert û mercên giran ya tecrîdê de  ji bo amadekarîya çêkirina teorî û sazîmanîyek nû dest bi xebatek kûr û fireh kir.
Di paradîgma nûh de cara yekem kula hezar salan ku rêxistinan wekî destara aşekî kesayet û civakê di nava çerxa xwe de dihêrandin cihê wan guherand.
Êdî di paradîgma nûh de teqez wê rêxistin jibo civakê ba. Rêxistin wê di xizmeta civakêdeba. Her tişt wê jibo mirov ba. Rêxistin, sîyaset, îdeolojî, partî hemî wê jibo civakê, jibo miravan ba. Got, tu tiştekî ji mirov hêjatir û birûmettir nîne.  Û xwest sazîmanîya partî, rêxistin û normên rêverîyê jibo vê paradîgmayê bên avakirin û sererastkirin. Tevgera Azadi bi Hevkariya belgeya KCK ê modêla pergala organîzasyona civakê saz kir û îlanê raya giştî kir. Her çiqas avakirina pergala vê modêlê bi awayekî serkeftî bê amadekirin jî di qadên tekoşînê de cîbicîkirina vê modelê hîna ji di gelek waran de pirsgirêka herî serekeye.  
Yek ji van qadan qada welatên Ewropayê ye. Pergala tevgera azadîyê bi rastî jî di van welatan li gorî paradîgmaya nû bi qasî misqalekî jî ne hatîye bicihkirin û ne jî hatîye fêmkirin.
Ez du sedemên vê encamê dibînim.

1- Paradîgma nû û modêla organîzasyonkirina tevgerê di warê rêxistin, hedef û programên xebatên civakî de nehatîye famkirin.

2- Şert û mercên Ewropa bi ya min baş, rast û li gorî heqîqetê nehatîye analîzkirin. Ev kêmasî dibe  ku ya tevgera azadîyêbe jî. Ev rastîyeke û yek ji sedemên ku sazî û xebat bi awayekî rast nayên avakirin û nayên mayîndekirine.

Niha ez dixwazim van herdu xalan hinekî vekim.

Bi qasî ku min çavdêrî kirîye û fam kirîye ji jor ber bi xwarêve rêxistinên hatine avakirin paradîgmaya tevgerê ya nû qet fam nekirine. Ji hêla qadro û rêvebran ve sazî li gorî vê paradîgmayê yên xwedî fêr û ferasetê,  ji hêla sîyaset û dîplomasî û rêveberîyê de xurt û tije nehatine peywirdarkirin. Ev xalekî girîng e.

Lê bi gorî min ya herî girîng kêmasîya analîzkirina şert û mercên Ewropayê ye.
Jibo vê yekê pêşî dixwazim hinek pirsan bikim.
Mesela, gelo tevgera azadîyê zemîna Ewropayê jibo tekoşînê û pêşerojê çawa dibîne?
Di şert û mercên Ewropayê de çi tewir rêxistin û çi tewir xebat ferz dibîne?
Di şert û mercên Ewropayê de jibo gel di nava pêvajoyek demdirêj de dixwaze çi bide avakirin û dixwaze binyatek çawa deyne?

Mînak gelo tevgera azadî li gelê meyî Ewropa bi çi çavî dinêre? Yanê wan li vir wekî mêvan dibîne ana wan wekî niştecihê vê derê dibîne?
Hemî girêk tê di vê pirsa dawî de kor dibe.
Bi qasî ku min fam kirîye nêrîn û nêzîkatîya tevgerê jî di vî warî de ne zelal e ku ji vê alozî û gelemşeya nava sazî û rêxistinên Ewropayê re heya niha çarenûsek neafirandîye.
Em û tevgera azadîyê vê yekê xwezî em qebûl bikin, xwezî em  nekin êdî gelê meyî Ewropayê parçeyek ji serzemîna Ewropayê ye.
Rastî eve.
Ger du milyon Kurd li vir hene, sibê Kurdistan ava bibe jî herî kêm milyon û nîvê wî, wê li vir bimîne. Lewre entegrasyonekî xwezayî çêbûye û êdî ne mimkûne ji vê rewşê cuda bibe.
Ew çax li gorî vê rewşê çi pêwîst e?
Pirsa me ya herî girîng ev e.
Li gorî dîtin û nêrîna min hewceye tevgera azadî rewşa gelê me yê li Ewropa ne li gorî îkamekirina kêleka şerê li Kurdistanê, wê rewşê bixe pîlana duyemîn û di ya yekemîn de li gorî rewş û jîyana civakî ya li Ewropa ji nûve analîz bike û cihê gelê meyî Ewropa di nava van şert û mercan de dîyar bike.
Di nava entegrasyona Ewropa de ji vir û şûn de ne mimkune ku tevgera azadîyê gelê vê derê di pîlana yekemînde di xizmeta şer û tekoşînê de bihêle. Belkî daxwazek tehlbe lê rastî ev e. Lewre divê pragmatîst nêzîk bibe û li şûna alîkarîya hemî gel wenda bike, bila hindik be lê bila ji hemîyan be. Bi vî hesabî nêzîk bibe û yê ku di dawî de di vê mijarê de qezenc bike dîsa  tevger bi xwe ye.
Gotina herî baldar û gelemper eve ya li Ewropa tê guhê mirov. "Tevger mirovan tenê jibo aîdat û çalakîyan dibîne."
Aha dema nêzîkatî û nêrîn tenê ev be, ev ew nexweşîya ku me li jor anîbû ziman ya ku mirov û civakê dike xizmeta çerxa rêxistin û organîzasyonan bixwe ye. Him emê bêjin ev şaş e lê him jî emê di merîyetê de xwe ji vîya qut nekin û bidomînin. Ev şaş e û divê bê terikandin.
Divê tevger li van qadan pêşî jibo van mirovan/gel qadekî bêhnfirehîyê ava bike. Bi dewletên vê derê re bi awayekî paralel û koordîneyî xebatên civakî, çandî û zanyarî bide meşandin. Kursên pîşeyî bide avakirin û mirovê xwe jibo jîyana vêderê û jibo jîyana kar û xebata pîşeyî amade bike. Bibe alîkar jibo tevlîbûna wan ya li jîyana Ewropa.  Her wiha hemî rêxistin û komelên xwe jibo xizmet û xebatên niştecihî  formile bike. Kesên ku peywirdar bike pêşî ne jibo ku çalakîyan û fînansê kom bike, pêşî jibo ku Kurdan di nava jîyana Ewropayê de bikaribe bigehîne astekî bilind û ji Kurdan cewherekî ku dinya jî bi wan îftîxar bike derêxin holê bicih bike.
Silogan û yaxçîtîya ber bi rêveber û rêxistinê tiştekî qezencê tevgerê nake.
Tevger hewceye  ne tenê bi  gotinê, di kar û xebatê xwe de jî bide  îspat bikin ku sazî û desgeh jibo gel hatine avakirin. Di nava gelê meyî Ewropa de ji sporê bigir heye sênemeyê, ji çand û huner bigir heya karxane û nivîsarîya dijîtalî û hemî qada endustrîyalê de bi kar û xebatên xweyê zanîstî pêşketinên mezin û biqedir derêxe holê. Daku hurmetkarîya dewlet û civaka Ewropîyan qezenc bike. Xort û jinên Kurd bi perwerdeya pîşeyîyan bigihîne merheleyek wiha ku heyranîya Ewropîyan qezenc bike.  Ev pêşî jibo miletê me yên li vir dijî  pêwîste. Heya mîna penaberan dijîn,  bila bi perwerdebûna xwe ya pîşeyî û pisporî tevlî hemî kar û xebatên civakî û endustrîyalî bibin. Dema li vir her Kurdek di her hêlê de qezenc bike tevger jî qezenc dike. Divê mirov bi vê vîzyonê li mijarê binêre.
Dem dema dîjîtalê, endustrîyê, kodnivîsarî û teknolojîyê ye. Dem dema kompîtura awarteye. Kurd çima ji vê demê bêpar û paşve bimînin. Çima em ji pêşketina mirovên xwe  di van qadan de bitirsin? Na. Ev qet ne hêceta tirsêye. Ev mijara serbilindîyê ye. Îro li welatê Emerîkayê karê nivîsarîya kompiturî û dijîtalîyê di destê Hîndûyande ye. Fînans û sermaya cîhanê di destê Cihûyande ye. Çima Kurd jî bi fîzyonek zanistî nekevin mecrayek wiha. Çîyê Kurdan ji Hîndû û Cihûyan kêm e. Ma ebê kirin zerar e an qezenc e. Ev mijara qezenckirinê ye.  Ev mijara qezenckirina gel, welat û tevgerê tev e.
Tenê bila tevger salek du salan amadekarîyên cidî di vî warî de bike û pêk bîne. Jibo vî karî ne kesên zêde polîtîk û sloganîst, kesên ji karê xwe re pispor û zane wezîfedar bike.
Lêvegera qezenca vê vîzyonê belkî hinek dereng be lê wê pir mezin be.
Divê mirov vîya ji bîr neke. Ger te her dem ji mirovan xwest wê mirov du, sê, çar bidin lê wê paşê birevin û xwe veşêrin. Lê eger tu pêşî qezencê mirovan bikî bawer bikin ew jî wê li we bêwefakarî nekin û zêdetir li we vegerînin.
Prensîba jîyanê, pêşketinê û xwezayê ev e. Yên ji dervayî vê pirensîbê tevgerîyane hemîyan wenda kirîye.
Divê mirov ji pere qezenckirina mirovan netirse. Bîlakis divê mirov vîya teşfîq bike. Di warê pêşketina zanyarî û aborî de divê hişmendîyekî xurt û zelal mîna ya cihûyan mirov bide mirovên xwe yên li Ewropayê. Tu di warê aborîyê de xurtbî tuyê di warî sîyaset û dîplomasîyê de jî xurt bibî.
Tuyê di warê perwerda zanistî de jî xurt bibî.
Çavdêrîyekî min ya herî girîng jî ev e li ser mirovan. Kesên ku di bingehde zanîna wan ya kulturîya gelemperî tineye ji perwerda sîyasî ya partîyê jî tu tiştek fam nakin. Yan ezber dikin, yan jî siloganan davêjin. Sîyasetê fam nakin. Çalakîyên ku organîze dikin nikarin li gorî armanc û mebesta îhtîyacê bi rêkûpêk bikin. Derkevin pêşberî raya giştî nikarin du hevokên sîyasî û dîplomatîk saz bikin û bînin ziman. Îro piştî tekoşîna 45 salan ya tevgera azadî kêmasîyek wiha eybekî herî mezine ku li welatên ewropa ku navenda zanyarî û şaristanîyê ye dijî. Gotinekî tehl û mirov diêşîne lê mixabin rastîya me ev e.
Encama vê bêperwerdebûnê ye ku çalakîyên me tam kaosekî bê ser û binin. Ger hîna jî em nikarin çalakîyên xwe li gorî bersiva demê organîze bikin û peyama wî bî awayekî zelal û vekirî bidin ev dide xuyakirin ku em hîna jî nezanê sîyasetê û dîplomasîyê ne. Ya din jî tê xuyakirin ku em ne xwedîyê wê kapasîtêne ku em birdozîya tevgerê ne  bi awayekî ezber, bi awekî analîtîk fambikin. Kêmasîya herî mezin ev e.
Lewma jî dema em diçin çalakîyekî em vê alozî û kaosê dijîn. Em di yek çalakîyek de 50 silogan davêjin. Lê têkildarî çalakîyê du sê silogan an hene, an tune. Jixwe ne hewceye ewqas silogan bên rêzkirin û bên avêtin. Qelebalixa pir û bê armanc dibe gelacî û ti kes gelacîyê nagire balê. Lewre her çalakîyek armanca xwe heye. Her çalakîyek li gorî îhtîyacê  yek-dudu an jî sê siliganên xwe hene. Zêdetir qelebalixa vikîvalaye. Û peyama çalakîyê şêlû dike. Ji armanc û mebesta wê dûr dixe. Wekî rewşenbîrekî meyî hêja jî gotibû hinek silogan hîna jî yên dema 80 êyîne. Hinek yên dema 90 î ne. Silogan divê li gorî demê bin.
Ya din jî ev e. Em hîna jî di çalakîyan de nûbûnek nabînin.Hîna jî pankartên 10-15 sal berê tên rakirin. Terz û formên berê hene. Di lêdana merşan de di ya stranan de û di siloganan de ev gelemşe tê jîyîn. Em Kurdin û divê her tiştê me bi Kurdî be. Lê ji ber ku em li Ewropayêne û em çalakêyên xwe jibo rayan wan dikin ew çax pêwîste axaftin û gelek silogan bi piranî bi zmanê wan bête kirin. Yên din jî hemî bi Kurdî be. Lê mixabin em gelek caran en dibêjin qey em di nava çepên Tirkandene. Sloganên ne li gorî demê, armanca çalakîyê û qêrîn û wehrînekî vîkîvala derdikeve pêş.
Ya herî girîng; pêdivî bi perwerdeyek ciddî li ser çalakî û organîzekirina çalakîyan bê dayîn. Li ser ciwanan divê bi awayekî taybet bê rawestandin. Çi tevger,  liv û lebat xizmetî dijmin dike, çi zixmetî tevgerê dike divê bi awayekî vekirî û zelal ji ciwanan re bê ravekirin. Çalakî karekî rastgele nîne. Çalakî karekî ku tu bi kiryarên xwe li tevgera xwe antîpatî kom bikî nîne. Çalakî divê xizmetî sîyaseta te ya demê bike û ji xwe re aligir û dostan  zêde bike. Dostan çêbike. Di vir de divê tiştê ku di nava çalakîyên me de bi destê provikatoran û peywirdarên MÎT ê tên kirin çine yek bi yek bi awayekî zelal di perwerdeyan de ji ciwanan re bê gotin.
Li welat kontrolkirina van tiştan hinek zehmete lê li kolanên Ewropa pêşî lêgirtina van bûyeran bawer bikin ger amadekarî û jêşyarîyek baş bê kirin gelek hêsan e. Tenê bika destpêkê de tedbîr bêne girtin û amadekarî bê kirin. Komîteyên amadekar divê berîya girseya gel  bikeve hereketê armanc û mebesta çalakîyê bi awayekî zelal bide zanîn. Çalakîyên 1993-4 bûn sedema xistina PKK ya lîsteya terorê. Îro jî tevger dixwaze ji vê lîsteyê bê derxistin û di qada nav dewletî de bête qebûlkirin. Başe çalakîyên wilo bê armanc û bê kontrol wê çawa rê li pêşîya qebûlkirina tevgerê veke? Lewma jî di vir de berpirsîyarîya komîteyên amadekar gelek girîng e. Divê ciwan çawa tevbigerin bi hêşyarîyek ciddî bên hişyarkirin. Muqavemeta bi polêsan re li gorî rewşê tê famkirin. Lê xesardayîna mal û milkê xelkê di ti literatorekî çalakîyên sîyasîde cihê wî nîne û divê ev bi ciwanan bête famkirin.
Bi kurtasî gelek kêmasîyên me hene.
Lê hêvîdarim hindik be jî belkî alîkarîyekî bide kesên eleqedar.