1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Mahabad Felat
  4. ANALÎZA ”MANÎFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK” -3-
ANALÎZA ”MANÎFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK” -3-,analîza,manîfestoya,aştî,û,civaka,demokratîk,3

ANALÎZA ”MANÎFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK” -3-

A+ A-

 

Mahabad Felat

ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

Entegrasyona demokratîk a Abdullah Ocalan di vê pêvajoya dawî de kir rojevê çiye? Ev têgîn, li dijî polîtîka û daxwazên hukûmeta veguhêz a Sûrî û dewleta Tirk "yek netew, yek artêş, yek al, yek ziman, yek welat", li Rojava jî ket rojevê û bû sedema gotûbêj û nîqaşan.

Ev, pirsa sereke ye ku Abdullah Ocalan jê re dibêje "modernîteya demokratîk" û "konfederalîzma demokratîk" û bûye bingeha îdeolojîk a pergala siyasî ya li Rojava.

 

Rexneya li ser netew-dewletê

Li gor ramana Ocalan bingeha netew-dewletê (yek netewe, yek artêş, yek al, yek ziman...) homojenîzekirin, navendîkirin û zordestî ye. Ew vê yekê wekî berdewamiya "modernîteya kapîtalîst" dibîne, ku sê stûnên wê ev in:

• Netew-dewlet

• Kapîtalîzm

• Baviksalarî (Patriarkat)

Li gorî Öcalan, ev hersê pergal û hişmendî dibin sedema zordariya li ser civakê, ya li ser jinê, kolonyalîzm û krîza ekolojîk. Lewre ji bo bigihêjin armanca ”dewleta yekgirtî” (unitary state) tim di nav hewldana tepisandina gel, ziman, ol û çandên cûda de ne ku wan di nav sînorên ew dixwazin de bifetisînin, çelexwarî bikin û ji rastiya hebûna wan bi dûr bixin. Ji ber ku xwe û hebûna netew-dewletê bi vî rengî di nav ewlehiyê de dibînin.

Entegrasyona demokratîk çi ye?

Entegrasyona demokratîk (caran wekî "yekîtiya demokratîk" jî tê binavkirin), raman, daxwaz û helwesta li dijî vê zordestî û asîmîlasyonê ye ku tê wateya hevgirtina bi dilxwazî ​​​​ya navbera civak, gel û nasnameyên cuda. Loma ku cudahiyên civakî, çandî, zimanî, olî nayêne hilweşandin û wekî gef neyêne dîtin, lê wekî çavkaniya dewlemendiya mirovahiyê û pêşkeftinên civakî têne dîtin û nirxandin. Li vir, xwebirêxistinkirina cewherî ya li ser asta herêmî grîng tê dîtin, lewre hêza biryarê divê ji jêr ve bê. Mirov dikare bibêje ku entegrasyona demokratîk hewl dide bi hemû rengên civakî hevbeşiya civakan ava bike, ne dewletek li ser bingeha hemwelatiyeka li gor dilê desthilatdaran.

Konfederalîzma Demokratîk li Rojava

Li Rojava (û bi berfirehtir li cihê ku jê re Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê gotin), hewl tê dayîn ku ev raman bi rêya van rêbazan werin pêkanîn:

• Li şûna dewleteka navendî ya bi hêz, rêveberiya komun û konseyên herêmî.

• Rêxistina xweser a jinan – li hember her saziyeka tevlîhev, saziyeka jinan a paralel.

• Pirrengiya etnîkî û olî - Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û hwd. bi hev re beşdar dibin.

• Hişmendiya ekolojîk - divê civak bi xwezayê re di hevsengiyê de be.

 

Ev yek, dijberî hewldanên "yek netewe", di navbera gel û civakên cuda de entegrasyoneka demokratîk pêk tîne, ango berevajî "yek netewe, yek al..." ê ye.

 

Li dewletên Rojhilata Navîn ên weke Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê dirûşmeyên wek "yek netewe, yek artêş, yek ziman, yek welat…" hêz û bingeha yekrengiyê û ya netew-dewletê tînin ziman.  

Ocalan û tevgera li Rojava vê yekê bi tevahî diguherînin û di prensîbê de dibêjin:

"Bi rêya pirrengiyê yekîtî û bi rêya xwebirêxistinkirina cewherî, azadî."

 

Entegrasyona demokratîk =

• Yekîtîya li ser bingeha dilxwazî, pirrengî û herêmî.

• Li ber pirrengiya çandî û etnîkî tu sînor nînin.

• Bêyî zordestiya netew-dewletê demokrasîya hevpar û wekhevî.

• Şêweyekî nû yê yekîtiya civakî ya li ser bingeha azadî, wekhevî û ekolojiyê.

 

Gelo Tirkiye û Sûrîye ji bo vê yekê amade ne?

Dema em entegrasyona demokratîk û konfederalîzma demokratîk didine ber rastiya Tirkiye û Sûriye, ku statukoyê, navendiyê, netew-dewletê diparêzin û ya rastî ev her sê xal bingeha avabûna wan û sedema hebûna wan e, wê demê bibê nebê ev pirs xwe dide der; gelo Tirkiye û Sûrîye ji bo entegrasyona demokratîk û konfederalîzma demokratîk amade ne?

 

Gelo raman û vîna Ocalan, an zext û keftelefta Tirkiyeyê ya ji bo parastina statukoyê, yekrengî û netew-dewletê li gorî giyan û konjoktura cîhan û demê (2025) maqûltir û rasttir e?

Ev bingeha hevberiya siyasî û felsefî ya gerdûnî ye: Modela Ocalan li hember statuko û hişmendiya netew-dewletê û pirsa ku kîjan di sala 2025an de li gor giyana demê û konjoktura cîhana global e.

 

Gelo ramanên Öcalan li gor giyana demê ne an na?

Konfederalîzma Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk di gelek aliyan de bi trendên cîhanî yên hemdem re hevaheng in:

Ji ber vê yekê, modela Ocalan bi taybet di warê pirrengî, domdarî û nenavendîkirinê de bêtir li gorî trendên cîhanî yên 2025`an e. Ji perspektîfa aştî, domdarî û aramiya civakî ve, ev modeleka maqûl e.

Netew-dewlet (Tirkiye) 2025:

Tirkiye û dewletên mîna wê gelek caran van xalan derdixin pêş:

• Yekîtî (yekrengî), homojenî û kontrola navendî.

• Wekî garantiya serweriyê, hêza leşkerî.

• Mafên bi sînor ên hindikayiyan.

 

Ev dikare bi taybet ji bo rêlibergirtina parçebûnên hundirîn û metirsiyên ewlehiyê maqûl were dîtin, Lê:

• Di dema dirêj de, li hember pevçûnên navxweyî û zextên global ên ji bo mafên mirovan, nikare xwe biparêze.

• Ew li pirsgirêkên pirçandî û global ên wekî avhewa, koçberî û aboriyê nehatiye anîn.

 

 

Hevberî: hişmendî û daxwazên demê

 

Öcalan:

• Demdirêj domdar.

• Xwe li civakên tevlîhev û pirçandî tîne.

• Jiyana hevbeş a aştiyane û hêza herêmî pêkan dike.

 

Modela Tirkiyeyê:

• Dema kurt: ewlehî, tepeserî û kontrol.

• Dema dirêj: rîska pevçûnê, xwelêneanîna li pêşkeftinên gerdûnî.

• Dijwarî û tepeseriya li dijî mafên rewa ên hindikayiyan û pirsgirêkên ekolojîk.

 

 

Ji perspektîfeke rasyonel û rêzanîna pêşerojê, konfederalîzma demokratîk û entegrasyona demokratîk a ji ramanên Ocalan dane der, ji modeleka hişk û neteweperest pir çêtir xwe li rastiya tevlihevî, pirrengî û pêşkeftinên cîhanê tînin.

Lê, ji hêla siyasî ve li Tirkiye û Sûriyeyê pêkanîna wan di rewşa îroj de dijwar e. Ji ber ku ev welat yekrengî û ewlehiya dewlet û desthilatdariya xwe ji ser her tiştî re digirin.

 

 

”Dara ku netewe wê bişkê”

Eger Tirkiye ji bo vê ne amade be wê çi bibe? Gelo wê gotina pêşiyên kurdan "Dara ku netewe wê bişkê" pêk were? Ev gotin, ji bo li ser lingan mana dewlet û civakan, pêdiviya xwelêanînê wekî metaforek tîne ziman.

 

 

Entegrasyoneke rastîn a bêyî asîmîlasyonê

Civakek çawa dikare bêyî pêdivî bi asîmîlasyonê bibîne, entegrasyoneka rastîn bi dest bixe? Pêkan e ku li Rojhilata Navîn civakek ne li ser yekrengiyê lê li ser bingeha vîna azad, rêzdarî û cihêrengiyê were avakirin?

Ev, bi anîna ziman a cudahiya navbera jiyana bi hev re û asîmîlasyonê ve girêdayî ye û ev cudahî jî, di navenda ramana Ocalan a li ser entegrasyonê de cî digire.

 

Ji bo civak bêyî pêdivî bi asîmîlasyonê bibîne û entegrasyoneka rastîn pêk bîne, divê bizanibe asîmîlasyon û yekrengî paşverû ne, civakê ji şert û mercên cîhaneka pêşverû û pêşketî dûr dixin, pûç dikin û di dawiyê de dibe ku hilweşînin.

Ji bo vê, pêdivî bi pergaleka modern a perwerdehiya pêşverû û pêşketî ya li ser bingeha zanist û demokrasiyê heye. Bi vî awayî dikare bi şaristaniya demokratîk re hevaheng be. Lê mixabin a biryara pergala perwerdeyê dide desthilatdarî, siyaset û berjewendî ne, ne zanist û nirx û pêdiviyên demokratîk ên hemdemî ne. Loma jî ev li gor rewşa dewlet û welatan diguhere.

 

Dema em bi vê rastiyê re didine ber hev, aşkere tê dîtin ku dewletên mîna Tirkiyê ji vê pêşbîniyê dûr in û çavkaniyên xwe ji bo parastina yekrengiyê, statuya heyî û desthilatdariya  xwe xerc dikin. Di rewşeka wiha de, jiholêrakirina cudahiya navbera jiyaneka wekhev û asîmîlasyonê, êdî ne pêkan e.

Ji ber vê yekê, îhtîmala ku ev fikra bingeha ramana Ocalan a entegrasyona demokratîk e, di şert û mercên heyî de li Tirkiyeyê pêk bê pir kêm xuya dike.

 

Beşdariya aliyan û guherîn xwezaya entegrasyona demokratîk e. Loma jî, entegrasyon dikare wekî anîna cem hev a pêkhateyên civakî, siyasî û çandî yên cûda di nav pergalek an avahiyek hevpar de were pênasekirin. Ev pêvajoya pejirandin û naskirina hevbeş a vê cihêrengiyê ye.

Ev lêanîna li pergaleka navendî an jî hêzê nîne, lê avakirina ahengek û entegrasyoneka kolektîf e. Ev pejirandina jiyana hevbeş a pirrengiya civakî ye. Ev ne nakokî û dabeşbûnê lê avakirina yekîtiyeka wekhev a kolektîf nîşan dide.

 

 

Pirsa Sereke ya Pêvajoyê: Entegrasyona Demokratîk çi ye?

Stratejiya entegrasyonê ya Öcalan balê dikişîne ser armanca Kurdan a federasyonek li ser bingeha wekheviyê. Dîplomasiya wî ya nerm federasyonê red nake lê ew amûrek e ji bo pêkanîna wê ya pratîkî. Tirkiye, bi hişmendiya xwe ya yekrengparêz, dikare vê yekê paşguh bike, lê ev yek wê di pratîkê de jî tu bandorê li ser armanc û daxwazên bingehîn ên kurdan neke.

 

Modela Öcalan dikare bi netew-dewletê re pêkve bijî?

Bi taybet li Rojhilata Navîn hîn jî netew-dewlet serdest in. Di rewşeka wiha de, modela konfederalîzma demokratîk a Ocalan dikare bibe alternatîfek siyasî ya rasteqîn? Eger bikaribe jî, wê çawa bêyî ku were pelçiqandin bi wan re pêkve bijî?

Li vir pirsa sereke ev e: gelo "xwebirêxistinkirina azad" dikare di çarçoveya rêziknameyek gerdûnî ya li ser sînorên van dewletan de hebe û bixebite?

Modela konfederalîzma demokratîk a Ocalan pêşbînî û armanc dike ku van dewletên neteweyî veguherîne. Ew li ser bingeha têgihîştina ”dewletên neteweyî êdî kêrhatî nînin”, vê armancê dişopîne. Ew bi baldarî pêvajoya diyalektîk analîz dike ku her tişt û heyîn temenek xwe heye û her tişt û heyîn temenê xwe temam dike û dûv re armanc, rê û rêgezan destnîşan dike.

Ji bo vê armancê, Ocalan dibêje; "rêxistina xweser a azad" pêdivîyek e, û vê wekî "rêya sêyem" binav dike. Bi gotineka din, ew hewl dide ku şêwazek têkoşîn û rêxistinê bi pêş bixe ku ne bi ti blokek an hêzek ve girêdayî be, lê di heman demê de hebûn û bandora wan înkar neke. Ev rê li ber hevkariyan vedike, lê vîna xwe radest nake, lewre li ser hêz û rastiya gel xwebirêxistin dike. Rojava mînaka herî pêbawer û pratîkî ya vê yekê ye.

 

 

Encamên reqbûnê

Dema dewletek xwe li gorî pirrengiya navxweyî pêk neyne, dikare çi bibe? Gelo ew dikare bêyî guherînên li ser yekrengî û nasnameya neteweyî, demek dirêj xwe bijîne?

Li vir, gotina pêşiyên kurdan vê carê jî dibe hişyariyek siyasî ku reqbûn dikare bibe sedema şikestinan, ne ya hêzê!

 

Dewleteka ku nikaribe xwe li pêdiviyên pirrengiya navxweyî bîne, dikare di dema kin de bi bandor be, lê di dema navîn de wê aloziyên mezin bijî û di dema dirêj de wê êdî xwe dubare bike û ji vê pêştir jî wê nikaribe tiştekî din bike. Loma jî, wê nikaribe xwe li gor giyan û pêdiviyên demê biguherîne. Wê demê jî, gotina pêşiyên kurdan dikeve dewrê: "Dara ku netewe wê bişkê".