1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. APOÎZM WEKÎ ALTERNATÎFEKA REALÎST
APOÎZM WEKÎ ALTERNATÎFEKA REALÎST,apoîzm,wekî,alternatîfeka,realîst

APOÎZM WEKÎ ALTERNATÎFEKA REALÎST

A+ A-

Zêdetirî hezar salan e ku du hêzên îdeolojîk ên serdest reng û teşe dana Rojhilata Navîn: ol, bi taybetî Îslam bi alî û awayên xwe yên cûrbecûr û di sedsala dawî de, tevgerên di bin bandora Marksîzmê de. Herdu paradîgmayan hêviyên edalet, hevgirtin û rizgariyê pêşkêşî mirovahiyê kirine. Lê dîrok nîşan dide ku li Rojhilata Navîn ne Îslam û ne jî Marksîzm di avakirina avahiyeka civakî ya domdar, sekulerû demokratîk de bi ser neketine. Li hember vê paşxaneyê, felsefeya Abdullah Öcalan - ku pir caran wekî "apoîzm" tê binavkirin - wekî alternatîfek bêhempa û potansiyeleka realîst xwe dide der. Armanca vê gotarê ew e ku apoîzmê ji perspektîfeke kûr a felsefî û sosyo-polîtîk ve analîz bike û vê pirsê bike: Gelo ev teorî dikare tiştekî pêşkêş bike ku paradîgmayên berê nekarîne pêşkêş bikin?
Sînorkirinên ol û rola dîrokî ya Îslamê
Ev 1400 sal in ku Îslam di teşedana rewşa civakî, siyasî û çandî ya Rojhilata Navîn de faktoreke diyarker e. Tevî serdemên kurt ên geşbûna zanistî û felsefî - wekî di serdema Ebasiyan (750-1258 P.Z) de - rola olê di avakirina civakî de bi piranî muhafezekar û pir caran jî tepeserker bûye. Avahiya baviksalar a ku bi rêya metn û şîroveyên olî rewa bûye, bindestiya jinan xurttir û berfirehtir kiriye û li dijî sekularîzm, modernîzasyon û pirrengiyê berxwedanek afirandiye. Ji hêla felsefî ve, Îslam, mîna sîstemên din ên dogmatîk, guman, pirsyarî û diyalektîkê ku ji bo pêşketina dînamîzma civakekê jîyanî ne, red dike, li dij radiweste, wekî ”kufur” ango ”gunehbariya herî mezin” binav dike.
Têkçûna Marksîzmê û dafikên wê yên dogmatîk
Kevneşopiya Marksîst bi xwe re qutbûneka radîkal a ji olan anî. Ew bi rêya têkoşîna çînayetî û jiholêrakirina milkê taybet, soza rizgariyê da. Lê li Rojhilata Navîn, Marksîzm pir caran bi rêya partiyên herêmî -bêyî têgihiştina girêdan û çarçoveya herêmî-, modelên Ewropî hatin kopî kirin û wisa jî belav bû. Di encamê de tevgerên dogmatîk, burokratîk û pir caran mezhebî derketin holê û ji gel û rastiya gel bi dûr ketin. Di pratîkê de, Marksîzm di gelek rewşan de nebû hêzeka rizgarker, lê wekî olê ew jî bû şêweyek nû ya zordestiya îdeolojîk.
Apoîzm ku ji ser rexneyên li marksîzmê û rastiya herêmê şîn bû
Piştî van her du têkçûnan (ol û marksîzm), felsefeya Ocalan nûneriya hewldaneka nû dike ku ji dîrokê ders girtiye. Ew ji rexneyeka bingehîn a li netewdewletê, li pergala baviksalariyê û li kapîtalîzmê dest pê dike, bêyî ku bikeve nav dafika Marksîst-Lenînîst. Di şûna wê de, ew ji felsefeya femînîst, ekolojîk, sekuler û piralî îlhamê digire. Apoîzm ne pergaleke girtî ye, lê felsefeyeke mobîl û pragmatîk e ku teqezî li ser demokrasiya beşdar, wekheviya zayendî û xweseriya herêmî dike. Ev nermbûn e ku modelê ji hêla felsefî ve zindî dike û ji aliyê pratîkî ve li rastiya gel û herêmê tîne, ango guncav dike.
Realîzma Ocalan: Wate û Girîngiya Realîzmê wekî Alternatîfek
Ji bo têgihîştina bi giştî potansiyela apoîzmê, divê mirov "realîzma" wê analîz bike. Realîzm têgehek e ku hem Öcalan bi xwe bikar tîne û hem jî, ji Machiavelli heta Marks kevneşopiyeke felsefî xwedî dike, lê xwedî pêkanîneka xweser û cihêreng e.
Di wateya folosofî û siyasî de realîzm, pejirandina rastiya çîptazî ye: utopyayên îdeolojîk, çi olî bin çi şoreşgerî, red dike. Realîzma Ocalan li ser wê têgihîştinê ye ku mirov ne tenê ji hêla berjewendiyên madî ve, lê di heman demê de ji hêla nasname, hest, çand, aîdiyet û bîra dîrokî ve jî têne rêvebirin. Ev nêrîna realîzmê di heman demê de dij-dogmatîk e û ji aliyê dîrokî ve jî berçav e.
Ji ber vê yekê realîzma Ocalan xweguncandina bi desthilatdariyê re nîne, lê li ser bingeha têkiliyên civakî yên rastîn, afirandina şêweyên alternatîf ên rêveberiyê ye. Ew hem determînîzma teorîk a Marksîzmê rexne dike û hem jî gotin û sozên olan ên ji rastiya hebûn û jîyanê dûr rexne dike. Di şûna wê de, ew hewl dide ku teoriya xwe bispêre pratîkên jiyana rojane: berxwedana jinan, birêxistinkirina civakên gundan, ya herêman, daxwazên ekolojiyê û hêza bîranînên kolektîf. Realîzm li vir tê wateya têkiliya bi pêkaniyê re ku wekî ne pêkan xuya dike.
Ji bo têgihîştina pirsa ”çima apoîzm wekî projeyeka doktrînal a nû têk naçe, lê wekî hewldana vejiyandina hişmendiya siyasî xwe dide der”, ev şêweya realîzmê xwedî grîngiyeka bingehîn e. Di roja me de ku hem ol û hem jî îdeolojî ji rastiya civakî û jiyana rojane bi dûr dikevin, realîzma Ocalan felsefeyekê pêşkêş dike ku hem rasteqîn e û hem jî azadîxwaz e.
Konfederalîzma Demokratîk di pratîkê de: Mînaka Rojava
Testa herî berçav a karîna pêkanîna Apoîzmê Rojava ye. Li wir, nifûsa herêmî, di bin zexteke giran a ji derve de û bêyî piştgiriya dewletê, civatek li ser bingeha konseyên beşdar, nûneriya wekhev û pirrengiya etnîkî-olî ava kiriye. Rola jinan di hêza leşkerî, rêveberî û perwerdeyê de ne sembolîk e, lê bi awayekî avahîsazî hatiye yekkirin. Ji olan re rêz tê girtin lê têkilî desthilatdariya siyasî nayêne kirin. Li gel şer, dorpêçkirin û dijwariyên xwegihandina çavkaniyan, Rojava nîşan da ku avakirina alternatîfan pêkan e.
Realîzma Felsefî: Çima Apoîzm xwedî potansiyela serkeftinê ye
Apoîzm, ji perspektifeka filozofîk, bi tundî li dijî ramana neguherbariyê û parastina pluralîzmê ango piraliyê dest pê dike. Apoîzm dipejirîne ku mirov tevlîhev in û çand, bawerî, zayend, çînayetî û dîrok, di nasnameya her mirovî de di nav hevkariyê de ne. Ev durustiya ontolojîk, vê modelê ji îdeolojiyên ku her tiştî bi yek prensîbê (Xwedê, Çînayetî, Netewe) rave dikin dûr dike û wê bêtir dike xwedîşîyanekê ku bikaribe bi rastiya piralî ya Rojhilata Navîn re mijûl bibe.
Wekî din, apoîzm modeleka ji derî serweriya navendî ya dewletî pêşkêş dike. Ev jî, li herêmeka ku dewlet pir caran zordar, gendelkar e, an jî li ber hilweşînê ye, vê modelê grîngtir dike.
Paradîgmayeka nû ji bo herêmeka kevin
Apoîzm ne bihuştê û ne jî utopyayekê pêşkêş dike. Lê jixwe ev karakterê wê yê ne-utopîk û pragmatîzma wê ye ku wê dike realîst. Ew fîlozofiyeka ji dogmayan dûr a ji bo berxwedanê, ji bo xwebirêxistinkirina rojane, ji bo pirrengî, ji bo hêza jinan, ji bo hevsengiya ekolojîk û ji bo diyalogê ye. Li herêmeka ku hemû îdeolojiyên sereke di yekgirtina nirx û rûmetên mirovan de û di birêxistina kolektîf de têk çûne, modela Öcalan wekî alternatîfeka pêbawer, ku dikare bê ceribandin û ji aliyê felsefî ve jî ji bingeha xwe ve nûjen e, xwe dide der.
Dibe ku êdî ne Marksîzm û ne jî Îslam meşaleya rizgariyê li Rojhilata Navîn hildigire, lê fîlozofiya girtiyek li giraveka Tirkiyeyê be wê meşaleyê hildigire ku dizane guh bide rastiya gel û wê rastiyê bibîne.