1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. AQINCÎ Û REWŞA ROJAVA
AQINCÎ Û REWŞA ROJAVA,aqincî,û,rewşa,rojava

AQINCÎ Û REWŞA ROJAVA

A+ A-

 

Hasan Harranî

 

Kesên ku dîrok xwe nizanibe nikare tiştên di roja têde dijî tên kirin fam bike.

Tirk xwedî zanîna dîroka bêbavî û wehşîbûna xwe ne. Ew dizanin ew çine û berê jî çibûne.

Îro jî dizanin dixwazin bibin çi.

 

Yên dîroka xwe nizanin û nizanin bibin çi emin. Yê bêçare û lewaz jî em in. A rastî em ne

lewazin lê îro em di hêla hiş û aqilde lewazin. Lewma jî em têr û têr diqîrin û dirûşman

davêjin.

 

Di van demên dawî de di min de bawerîyek çêbûye. Ev bawerî ne di encama van bûyerên

ezê qala wan bikim çêbûye. Ev bawerî di dawîya hinek çavdêrî û hinek xwendinên dîrokê de

çêbûye.

 

Dibe hun şaş jî bibînin. Lê ne şaş e.

 

Çima ne şaş e?

 

Kesên lewaz û bêhêz dijûn didin.

 

Rêxistin û tevgerên lewaz û bêhez jî dirûşman davêjin. Bêjin derewe!

 

Mînak çepên Tirkan in. Kolanan bi qîrîna xwe dihejînin lê lewaz û neçarin.

 

Di van salên dawî de Tevgera Kurd jî tenê diqîre, dirûşman davêje û li qadan fortan davêje.

Çima wiha bûye?

 

Rêxistin pêşî ji hêla fikir û ramanê de dihelin. Dema nûbûn û afirînerîyekî çênebe û bi

hundirê xwe ve vekişe dikeve pêvajoyek lewazbûnê.

 

Zanîn û fikir dihele û ji nava wan diqede. Her wiha gelek tiştên din girêdayî vê rewşê rûdidin.

Tişta herî berbiçav ku derdikeve pêş hêrsbûne, dijûn û qîrîne.

 

Niha ez ê bêm ku?

 

Ezê werim ser van êrîşên dewleta Tirk ku di van demên dawî de li ser beşa Rojava û li ser

herêma Medya wek sûîqastan bikartîne.

 

Di dîrokan Tirkan de akincî hebû.

 

Ew çibûn?

 

Karê wan, mebesta wan çibû û di wan demên dîrokê de çalakîyên wan çibûn?

 

Akincîyan bi grûpên bişûk wekî grûpên gêrîlla xwe tenzîm kiribû û bi wan grûpan êrîşî ser

kelat û sengerên leşkerî yên dijminên xwe dikir. Di van êrîşan de mebest û hedefa pêşîn ji

holê hilanîna serbaz û kesên payebilind bû.

 

 

Carinan jî bi dizî û ji nişkave êrîşî ser malên van kesên me behsa wan kirî dikir û bê zaîyet û

bê xesar armanca xwe bicî dianîn.

 

Armanc moralê dijmin xera bike, tirs bike nava dilê wan û wan bê ser û bê sermîyan bihêle.

Van êrîşên wiha belesebeb nedihat kirin. Encamên wan çêdibû û encamên wan gelek mezin

bû.

 

Bi van êrîşan tirsê dikirin nava dilê dijminê xwe û wan jibo ketina dawî amade dikirin.

 

Piştî dijmin jibo ketin û hilweşînê ji hêla ruhî de amade dibû bi yek êrîşekî dawî wê herîmê û

wê hedefê bi yek carî ji holê radikirin û ew der dikirin bin destê xwe.

 

Niha îro jî, dijmin li gorî dema nû li gorî şert û merc û derfetên dema teknolojîyê heman teqtîk bikar tîne. Ev teqtîka akincîyê ye. Û ger hêla Kurd bi motîvasyonekî xurt û bi bersivên tûnd û serdest bertek nede, wê ev çalakîyên dijmin gav bi gav tirs û xof bike nava hêzên

berxwedêr yên leşkerî û sîyasî. Her wiha bi ji holêrakirina serbaz û pêşengên hêza leşkerî û

sîyasî wê vîna serkarîyê bişkêne. Ger ev pêk were wê felaketek mezin çêbike. Di tekoşîn û

rastîya jîyanê û civakê de tiştekî ku mêrov bêje ev tu xar nakeve û naşike nîne. Neketin û

neşikandin li gorî berdewamîya domker û her dem xwe ji nûve amadekirinêve girêdayîye. Lê

mijar tenê bi zanîn û motîvasyona ruhî çareser nabe gelek caran. Divê mirovên te jî hebin.

Yanî mirovên te yên pêşeng, jîr û çare afirîner hebin. Mirovên te yên têr û tije aqil û jîr hebin

ku her dem bi rê ûrêbazên nû, bi tewtîk û hunerekî nû her tim bikaribe dijminê xwe şaş û bê

pergal bike hebe.

 

Di vê xalê de niha dijmin dixwaze van mirovên te ji holê hilîne û wiha jî dike.

 

Lo a divê mirov kiryar û çalakîyên dijminê xwe biçûk nebêne û tim zanibe ku li bey van

kiryaran aqilekî dîrokê heye û wî aqilî bibîne.

 

Loma min di vê mijarêde rastîya aqincîtîyê anî ziman.

 

Îro dewleta tirk bi şêweya xwe ya kevnare a aqincîtîyê ser û sermîyanê şoreşa rojava yek bi

yek ji holê radike. Wan bê ser û bê mejî dihêle. Wan bê rêber û bê pêşeng dihêle.

 

Dewleta Tirk vîya belesebeb nake. Ger tevgerek bê ser û bê sermîyan ma nikare pêşde

here. Lewre nikare biryarên baş û rast bigire. Nikare pêşîya xwe bibîne. Nikare bi aqlê selîm

bifikire û çare bibîne.

 

Van bûyerên bi vî şêwazê belesebeb nakin.

 

Çareserî israrkirina daxwaza statuya Rojavaye. Îro baş xerab jibo berjewendîyên xwe be jî

dostekî Kurdan heye. Ew jî Emerîkaye. Divê Kurd vê firsendê wenda nekin û bi bazarî û

dîplomasîyek bi rûmet statuya rojava pesend bikin.

 

Tevgera Kurd li benda çîye?

 

Ya din jî tedbîr û bertekên xurt bên dayîn. Ne bi tearûzekî gelemberî, bi rêbazên taybet ew jî

bersivên xurt bidin.

 

Divê mirov ji hinek tiştan xwe paşve ne de. Û her wiha ji hinek tiştan jî ders û encam derêxe.

Di şerê rizgarîya netewî de bê kuştina sivîl û zarokan û hilweşîna sazîyên sivîl û însanî hemî

kesên leşkerî ên rayedar û hêz hedefin. Divê tu jî heman tirs û xofê bikî nava dilê dijminê

xwe. Lê eger tu jî heman tirs nekî nava dilê dijminê xwe û wî ji kiryarên wî nezivirînî wê

bêhtir li ser te van kiryaran ferz bike. Divê mirov ji bîr neke ku nîvê serkeftinê motîvasyona

psîkolojîke. Yanê hinek jî şerê psîkolojîk e.

 

Dîlbûna rêberê Kurd mixabin dest û pîyê tevgera Kurd girêdaye û nikare biryar bide. Ka wê

çi bike. Lê heya kuderê?


Gotinên miftehî :