AWIR,awir

AWIR

A+ A-

Mahabad Felat
1- Têgîn: Dijmin, ji bo bi mêjî û kesayetiyan bilîze, herî zêde bi têgînan dilîze, manîpule dike, wan ji rastiya wan dûr dixe, bêwate dike, an jî wateyeka ne li gor rastiya wan li wan bar dike. Loma jî xwedî grîngiyeke jiyanî ye ku têgîn, divê rast û di cî de, li gor rastiya tişt û rûdanan bêne bikaranîn û rê li ber her cure hewldan û niyetên ne pak ên di vî warî de bêne girtin. Divê bê zanîn, li ser navê çi jî bê kirin an gotin, dema ziman û kiryarên mirov û ziman û kiryarên dijmin bûbe yek, mirov êdî ji xizmetkarekî dijminan pêştir ne tu tiştekî din e.
2- Biratî û birakujî: Dema yek ji du birayên ji dê û bavekî jî têkiliyên bi taybet mayende û stratejîk bi dijminan re deyne, beriya her tiştî ne birayê xwe lê biratiyê bixwe dikuje. Dema biratî hat kuştin, êdî divê qala "birakujî"yê jî neyê kirin, lewre ew êdî nabe "birakujî" lê dibe cahşîtî, sîxurî û xiyanet. Yek cudahiyeke bi tenê heye di navbera wî xayînî û dijminan de, xiyanet bi xwe ye ku ev ji dijminatiya herî xirab jî xirabtir e. Loma jî, divê nav lê rast bê danîn da rastî wenda nebin û em hemû di bin derewan de, li gel nirx û rûmetên xwe ve wenda nebin.
3- PDK-Eşîra Barzanî: Li gor rê, rêbaz û çanda demokrasiyê PDK tu carî pêwîstî, pêdivî, eger, rê û rêbazên partiyekê pêk neaniye û di dîroka xwe ya 75 salan de nebuye "Partî". Ew her rûpoşek bûye li ser ruyê berpirs û rêveberên eşîra barzaniyan û amûrek bûye li destê dagirkerên Kurdistanê.
4- Pêşmerge: Kesê li pêş şer dike û ji bo gel û welatê xwe fedaî ye. Navekî pîroz e, lê kiryar û neverok dijberê vê pîroziyê û ji bo valakirina naveroka vê pîroziyê ne. 75 sal in ev nav, bi destê êşîra barzaniyan tê gemirandin û îroj êdî bi saya vê eşîra sîxur, bi temamî ji wate, naverok û grîngiya xwe hatiye bidûrxistin, tu cudahî di navbera gotina Pêşmerge û cahşîtiyê de nehiştine.
5- Hêza Kurdistanî: Eşîra Barzaniyan û partiya(!) wan PDK ne hêzeke Kurdistanî ne, lewre di dîroka xwe de tu carî ne ji bo doza rizgariya gelê kurd û Kurdistanê hebûne. Ji kuştina her du Saîdan bigire, heya 7 pakrewanên îroj, bi hezaran mînakên vê rastiya wan ji nav rûpelên dîroka wan a bi gemar têne dîtin û xwendin.
Bila bimire xiyanet. Divê bimire xiyanet. Ta nemire xiyanet, dê ew roja pîroz tîrêjên xwe berî ser axa me û giyana me nede.

Gotinên miftehî :