1. Tekst

  2. Gotar

  3. Amîda Kurd
  4. AWIREK LI SER BAŞÛR
AWIREK LI SER BAŞÛR,awirek,li,ser,başûr

AWIREK LI SER BAŞÛR

A+ A-

 

Hasan Harranî

Ev demeke li rewşa Başûr û pirsgirêkên "navxweyî" yên miletê Kurd bi boneya Zînî Wertê dîsa hat ser rojevê. Di demeke ku Kurd bilîyê şewba koronayê bûne de ev hemle bi destê Turkîye û Îran´ê hat plankirin û bi destê PDK ê xistin merîyetê. 

 

Di pêvajoyeke wilo de helwestên partîzanî dikarin di demên pêş de bibine rûreşî ji bo xwediyên xwe. Lewre ev problem ne ya patîyan e. Rast e partî bûne aligir û parçeyeke vê lîstikê lê ev problema gelê Kurd e. 

Çima?

Ji ber, ev lîstik ne ji aliyê partîyên kurd ve hatiye amadekirin, lê ji hêla dijminên Kurdan ve hatiye amadekirin û plankirin. Lewma jî tu mafê kesî nîne xwe bide alîyê partî û hêzên bûne parçeyeke ji vê planê.

 

Ev plan komployekî sedsalê ye. Dijminên gelê kurd,  dewletên herêmê Îran û Tirkîye û Iraqê di nava xwe de li dijî destkeftîyên Kurdan li hev kirine.

Tu dewleteka herêmê naxwaze hêzên Kurd bêne cem hev, bibin yek û li ser sîyaseta netewî bi hev re tevbigerin. Li Başûr baş-xerab statuyekî heye,

li Rojava dîsa her wisa rewşekî defakto heye û gelê me yê wê derê jixwe re rêveberîyekî kantonî ava kirine û birêve dibin. 

Li Bakur rewş xerab e û ji sala 2015an û vir de karesatekî mezin jîya û ev hîn jî didome. Gelê Bakur tu taqetekî wî nema ku li hember zext û zilma Dewleta Tirk bilive.

Dewlet bi hêsanî û ewlehîya vê rewşê di xwe de hêz dibîne ku deverên din jî wekî vêderê birûxîne û qirkirina Kurdan temam bike. 

Rewşa Başûr ji berê ve armanca dewleta Tirkîyê ye. Ji hebûna PKKê neba niha ji zû ve statuya wê derê bihewa xistibû. Lê ji ber hebûna PKKê, tu carê vê armanca xwe nekir merîyetê. Ji ber ku her tim ji ber berjewendîyên teng û sivik her dem îhtîmala bikaranîna vê hêzê li hember PKKê hebû, şûna bi ser de here, bêhtir hêz dayê û xurt kir. Jiber armancên xwe yên demdirêj, li şûna dawî lê bîne bê daxwazîya wî be jî hêz dayê û xurt kir. Lê ev xurtkirin ne ya ku bikaribe xwe serbixwe bike ye. Ev xurtkirinekî bi kontrol bû. 

Tirkîyê di salên 2000 î û şûnde plan û vîzyonekî bi temamî dij Kurdbûnê amade kir û dest bi amadekarîya vê konseptê kir. Hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bicih kir û karê birêxistinakirina girseyî/gelî, îxtîxbarî û yekîneyên bi dizî yên leşkerî kir. Di vî demê 15-20 salî de bingehekî xurt li wir ava kir. Vê yekê bi kirrîna mirovan ya bi peran û berjewendîyên aborî qezenc kir. 

Kes nikare vê rastîyê înkar bike ku bêje hêza dewletê li başûr ya gelî/girseyî nîne. Min mal bat ditîn heyranê dewletê bûn û bi Tirkbûnê razîne. 

Hişmendîyek wilo kirine serê wan:

"We ji Seddam fikar dikir, we digot belkî Berzanî we xelas bike. Lê îro hun li Seddam digerin. Lê ev jî çare nîne. Çare em in. Werin Bakur bibînin û hunê ferqa me bibînin. Em dixwazin we ji van desthilatdarîyên axatî û eşîrtî rizgar bikin".

Bi berevajîkirina hişmendîyek wilo bi hezaran kes, mixabin li Başûr bi vê propagandayê ji dil bawere. 

Ez dixwazim werim seadetê: 
Baş e çima dewleta Tirk pêdivî bi xebatek wilo bi xeynî PDK ê li Başûr dît? Pirsa girîng ev e. Çima? Heke her Kurd û partî bê alîgirîtîya partîvanî û mentiqekî rasteqîn li ser vê pirsê kûr bibe wê bersiva vê pirsê bibîne û îkna bibe ku îro hebûn û tunebûna PDKê û YNK jî di xetereyêde ye. 

Lewre piştî salê 2000 î dewleta Tirk li hember nêzîkatîya PDK û eşîrên nav PDK ê û helwesta wan ya welatparêzî û Kurdewarî de mecbûr ma biryarek bide. Lewre bawer bû û dît ku bi vî polîtîkayê Kurd hevudu êdî nakujin û li ser tunekirina hevudu li kêleka wî cih nagirin. Hewldanên KCK, PDK YNK jibo Kongreya netewî yên di salên 2008 û 2009 î de dewleta Tirk tirsand û bawer bû ku êdî tenê piştgirêdana bi van partîyan dibe ku sibê wî li ser piştê bihêlin. Ev rewş wî kir nav fikaran û bi demkî be jî destpêkê de pêşî li hember van hewldanan girt û paşê biryar da ku bi lez û bez sazîyekî alternatîf di nava hêzên başûr de birêkûpêk bike. 

Ew biryar ev bû: 
"bi destekkirina partîyekî li hember partîyek din di demek dirêj de encamgirtin ne mimkûn e. Bi vê rêbazê yek diçe yekî din şûna wî de xurt dibe û ev jî dibe ku me sedsalan mişkul bike. Di şûna metod û biryarên wilo de divê em çareyên bingehîn û bi temamî ji holêrakirina kêşeyê bigirin û bikin merîyetê."

Nêrîn ev bû. Yanê rêxistinekî xwe înkarkirinê birêxistin bike ku dikaribe hemî hêzên din tasfîye bike. Ev hêz dîrek bi dewletêve girêdayîye û hemî rêveberên wê sûcdarin û jiber bexşandina canê xwe nikarin ji emir û fermana dewletê gavekî dûr bikevin. Van kesan, kesên ku berê gerîllabûne û li hember dewletê "tawanbar"in. Paşê poşman bûne, revîyan e û li başûr kom bûne. Kesên ku di nava vê rêxistina nû de bicih kirine û peywirdar kirine wekî me got hinek ji van kesanin û hinek jî kesîn dilsoz yên ku bi dilê xwe, xwe firotine dijminê xwe yên ji herêmê ne. 
Dewlet bi van kesan hêzekî cinawir, çavsor û di hundirê xwe de tije nefret amade kir. Ev hêz esasen jibo rewşekî demdirêj dijberî PDK û YNK ye. Lê berîya halkirina wan divê PKK hal bike. Dewlet du bijarte da pêşîya xwe yek ya heyî PDK û YNK ye, ya din jî hêza ku wî bi destê xwe bi birdozî û hişmendîya xwe daye afirandin e. 

Dewlet berê jî PDK û YNK li hember PKK bikar anî. Her cara bikaranî jî darbeya dawî li PKK neanî. Beravajî vê, PKK hê bêtir xurt bû. Dewletê fam kir ku bi PDK li gorî wî ev "bela" ji holê ranabe. Lewma aqil pêgihand ku divê rewşek wilo çêbikim ku PDK mecbur bimîne bi min re birayê xwe bikuje. Ev ev bijarteya afirandina hêza ji navikê de pêve girêdayî bû. Hêza paralel ya di nava pêşmerge û zêrevanî de. Navê wî Roj Pêşmerge lê di rastîyê de mekanîzma ji holêrakirina PDK û hemî destkeftîyên başûr e.

Ev hêz bi mîmarîya Ezîz Weysî Nîzametîn û hîn kesên din çêbûye. Ev hêz alternatîfa malbata Berzanî û Talebanî ye. Ev hêz hêza mekanîzma derbeyê ye li Başûr. 

Îro tu şans, derfet û hêza PDK ê nîne ku li hember daxwaza dewleta Tirk ku dixwaze wî li hember PKK bide şerkirin bêje na û birayê xwe nekuje. Lewre PDK îro di destê vê hêzê de dîl e. Nêçîrvan dîlê berjewendîya xwe ye. PDK hîn jî hêvî dîke ku ew hêza dewleta Tirk di nav wî de bi awayekî paralel birêxistin kirîye jibo wî bibe xetereyek mezin. Hîna jî ji ber berjewendîyên aborî hêvî dike ku dewlet di dema pêş de ji wî nebûhûre. Lê çi fayde. Ew dirince zûve derbas bûye. 

Emê di demekî kurt de PDK li Zînî Wertê li hember PKK xwezî bila şer bike xwezî bila neke, emê bibin şahidê darbeya li hember hêzên Başûr yên heyî wekî PDK û YNK. Ev tiştekî pir girîng e lê herkes pê bawer nîne. 

Argumanên vê hêza darbekar ku tê hêvîkirin, wê ji wan(PDK û YNK) bêhtir wê Kurdewartir be!. Wê ji wan bêhtir behsa Kurd û Kurdistanî bikin!. Wê ji wan bêhtir yekîtî û azadî bêjin!. 
Wê bêjin me dawî li desthilatdarîya malbatî anî. Ji vir şûnde wê demokrasî hebe. Û hwd. Lê di rastîyê de dema hemî hêzên heyî kirin bin kontrola xwe şûn de wê werin girêdanbûna xwe bi dewleta Tirk re îlan bikin û wê bîat bikin. Wê bi presedorên sîyasî, dîplomatîk û îdarî xwe bi Tirkîyê ve girêbidin. 

Paşê wê dewlet li wir bi lez û bezekî bê hempa avahîyên xwe yên asîmîlasyon û Tirkirinê ava bikin. Dibistan, zanîngeh û hwd. 

Plan ev e. Û amadekarîyên vê planê jî hazire. Îca hemî Kurd bila ji xwe re şîyar bin. Bila alîgirîya van partîyên bûne parçeyek ji vê planê nekin. Bila Kurd bisekinin, nehêlin tu partîyek tevlî vê planê bibe. Bila her Kurdek hişyarîya xwe li hemberî vê komploya sedsalê ya dijKurdistanîyê bisekine. Kîjan partî li dij vê planê bisekine bila li kêleka wî cîh bigire. 

Daxwaz û hêvîya min ev e. Ev plan ya sê dewletên dagirker ya hevbeşîye. .

Harranî .


Gotinên miftehî :