1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. AWIREK Û WÊNEYEK
AWIREK Û WÊNEYEK,awirek,û,wêneyek

AWIREK Û WÊNEYEK

A+ A-

 

Mahabad Felat 

Li pêş 16ê kewçêra sala2017an ji %90´ê Başûrê Kurdistanê di bin rêveberiya kurdan de bû, ji %10 di bin destê leşkerên tirk de bû (Sînorên Bakur û Başûr) ku ew jî dîsa encama hevkariya eşîra Barzaniyan a bi dewleta tirk re bû.

 

Piştî wê dîrokê û heya niha, ji %25´ê Başûrê Kurdistanê di bin destê dewleta tirk de ye; ji %51 di bin destê dewleta Îraqê de ye (Herêma Sîdekan û Mêrgesorê li gel hemû gumdên xwe ve û yên Bala, gundên nêzî başûrê Qendîlê; Xurmat, Tuzxurmat, Hawîca, Xaneqîn, Dibiz, Şengal, Guvêr, Kerkûk, Mexmûr).

 

Îcar kesên bi tenê qala Kerkûkê dikin û wê jî bi tenê dikine stuyê îxaneta YNKê, qala van bajaran nakin ku ew jî di nav çend saetan de radestî dewleta Îraqê hatine kirin.

Tirkiye niha li Başûr jî cahşan durust kiriye û meaşeka baş dide wan, ji bo li dijî PKKê şer bikin.

%24´ê ku îroj qaşo di bin rêveberiya kurdan de maye jî di nav xwe de sê beş in:

 

Beşa kesk (YNK) : Silêmanî, Çemçemal, Dokan, Koysancax, Ranya, Helebçe).

Beşa Mor (Goran) : Li Silêmanî wezaret di destê wan de ne û li herêmên din ên YNKê jî wekî hevpar in).

 

Beşa Zer (PDK) : Hewlêr, Dihok, Şeqlawa, Xebat, Berdereş, Sersing û Çomar).

Ev her sê jî û bi taybet Beşa Kesk û ya Zer nikarin derbasî aliyên hev bibin û bi tu rengî nikarin di biryarên rêveberiya van herêman de xwedî deng û vîn bin. Her alî herêma xwe bi rê ve dibe û li ser herêma xwe biryaran dide.

 

Pêşmerge? Tev birçî ne û karekî din jî ji bo wan nîne. Li gel vê yekê jî, her yek li ber deriyê rêveberiya xwe ye.

 

Kurt û kurmancî: "Seriyek çortan e heft malê biraxwa ne!"

Ev wêne?

 

Ev wêne pelgeya xiyanetê ye ku bûye sedema vê rewşa kambax a li jor bi kurtî hatiye nivîsîn.

 

Li gel silavan


Gotinên miftehî :