1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. AWIR’EK LI SER WÊJEYA K’URDÎ
AWIR’EK LI SER WÊJEYA K’URDÎ,awir,ek,li,ser,wêjeya,k,urdî

AWIR’EK LI SER WÊJEYA K’URDÎ

Wek ku hemû gelên cîhanê, wisa jî gelê k’urd xwedî şaristanî, çand û kevneşopîya xwe ya net’ewî ye…

A+ A-

Ezîz ê Cewo

Wek ku hemû gelên cîhanê, wisa jî gelê k’urd xwedî şaristanî, çand û kevneşopîya xwe ya net’ewî ye…   

Divê bibêjim, ku ez p’eyva  ‘çand’ li vira bi wat’eya wê ya berfireh va bi k’ar tînim, bi hemû  şax û têgînên wê va. Lewra ku bi bingeha xwe ya destpêkî va ziman û wêje, û, her weha,  huner, bi şaxên xwe yên cuda va (awazhunerî/mûzîk, wênegerî û yên dinê), wêjeya zarkî (zargotin) û stranbêjî,  r’abûn-r’ûniştina gelêrî a r’ojane û kevneşopîyên gel bi t’omerîya xwe va hema naver’oka çandê bi xwe ne... Hema bi van hemûyan va her net’ewek dibe xwedîya şaristanîyeke xweser û ciyawaz, ya ku wê ji gel û net’ewên dinê cuda dike. 

Û bi demê r’a her net’ewek dem bi dem paşva, berbi paşer’oja xwe va dizivir’e, awair’ekî davêje ser wê, dixwaze r’êya xwe ya bihûrî binirxîne, derxe zanebûnê, û bi wî awahî bi r’êya şaristanîya xwe hebûna xwe, wek net’ew, wat’edar bike. Û hema gelên cînar jî hev bi van ciyawazî û  t’aybetmendîyan dinirxînin, dinasînin û qîmet dikin.   

Û di vî warî da, wêje, wek şaxekî çanda net’ewî, di karê wat’edarkirina şaristanîya her net’ewekê da cîyekî xwe yê t’aybet heye.  

Helbet, her çiqas têrmîna ‘wêje’ bi giştî tê wat’eya “berhemên nivîskî” (yên wek: “wêjeya zanistî”, “wêjeya stêrkzanîyê”, “wêjeya bijîşkîyê”, “wêjeya dîrokzanîyê” û yên dinê), lê dîsa jî di nava civaka xwendevan da, dema dibêjin: ‘wêje’, mabest berhemên wêjeyî ne: r’oman, helbest, ç’îr’ok, pîês, poêm, novêl, êssê, û yên dinê. Û ev p’eyva hema bi vê wat’eyê jî di nava civaka xwendevan da hatye p’ejirandin û cîyê xwe girtye...  

Eger di nava wan gelên cîhanê da, yên ku xwedî paşeroj û kevneşopîyeke wêjeyî ya dewlemend in, di nava van hemû “wêjeyan” da eva dawîyê (roman, helbest, çîrok, pîês ...) navê xwe heye. Mînak, di nava înglîzan da ji vê wêjeyê r’a dibêjin: imaginative literature,  an belletristic literature, di nava r’ûsan da – художественная литература, di nava almanan da – “Die schöngeistige Literatur” an “die schöne Literatur, di nava firansûzan da – belles-lettres”. Ango, ev wêjeya navê xwe yê cuda heye, ya ku wê ji wêjeyên dinê cuda dike. Di nava wêjehez û wêjevanên k’urdên Sovêtê da ji bo vê tîgînê têrmîna “edebyet/wêjeya bedewetîyê” hatye bik’aranîn (eger mirov vê û  têrmîna almanî ya “Die schöngeistige Literatur” an die schöne Literatur hemberî hev bike, dê dîmenekî balk’êş derê holê!) ... Û, eger mirov van hemûyan di nava govekekê da  binirxîne, dikare vê wêjeyê bi hinek mercan va wek “wêjeya hunerî” nav bike ... Û ev wisa jî heye – wêjeya bedewetîyê jî mîna awazhunerîyê/sazbendîyê (mûzîk) û wênegerîyê, şanogerîyê şêwazekî hunerê ye, ew hunermendî ye. Û, eger di warê hunera sazbendîyê/ awazhunerîyê da awaz wek matêrîal tê bik’aranîn, di wênegerîyê da – r’eng, di şanoyê da deng (axavtina zarkî), lê di wêjeya bedewyetîyê da – gotin û bêje û hevsazîyên zimanê nivîskî... Û, lewra jî, dema hinek pênûsê hiltînin û tiştekî dinivîsin, ew nayê wê wat’eyê, ku nivîsên wan berhemên wêjeyî ne, û ew jî nivîsk’ar in. Ango, her kes, ê ku tiştekî dinivîse, nayê wê wat’eyê, ku ew nivîsk’ar e. Kesên nivîskar t’eybetmendîyên xwe yên hunerî hene, ew hunermend in, û pênûsa wana berhemên hunerî diafirîne.    

Lê, dîsa jî, heya ku berhemeke wêjeya bedewetîyê bigihîje asta berhema xwendinê, ew divê r’êyeke dûr û dirêj û dijwar derbaz bibe, heya ku bigihîje ber destê xwendevanan.

Lewra jî,  dê baş bibe, eger em naha ji vê hêlê va awir’ekî bavêjin ser wêjeya k’urdî – li ser paşer’oja wê, r’oja wê ya îroyîn û pêşer’oja wê.  

Îro gelek lêk’olîn û gotarên di derbarê wêje û nivîsk’arîya k’urdî da li holê hene. Her mijarek a her nivîsekê di cîyê xwe da xwedî nirxekî ye, her xudanekî her gotarekê jî ji hêla xwe va babet’ekê yan komek a babet’an hiltîne dest û anegorî zanebûn û derfet’ên xwe yên zanistî wan r’avedike û dinirxîne. Heya, eger hinek pirs, ji ber dijberîyên helwest û nêzîkbûnên xwe,  neyên p’ejirandin jî, dîsa ew bi nirxandinên t’omerîya nak’okîyan va dibin bingeh, ku mirov li ser bingeha r’exneya wêjeyî gotebêjan bidomîne û r’astîyê derêne holê...   

Gotebêj bi gotebêjan, lê mabesta min li vir tiştekî dinê ye! Ya ku ez li vira dixwazim li ser biaxivim, ew pirsa wêjeyê bi giştî ye, û di nava wê da jî – pirsa t’aybetmendîyên avabûn û pêşketina wêjeya k’urdî, rêyên wê yên berbi xwedîtin, xwewat’edarkirin, xweguhartin û nûjenbûnê va. Ezê hewl bidim di nav goveka pêşketinên civaka k’urdî da li ser avabûn û pêşk’etina wêjeya k’urdî dîtinên xwe bi giştî bînim zimên. 

Di dawîyê da ezê li ser r’ewşa wêjeya k’urdî ya vê serdemê, ya zimanê wêjeyî û weşana p’irtûkan jî r’awestim.  

 

*

*            *

Dema di derbarê wêjeya k’urdî da tê axavtin, divê bê zanîn, ku ew wêjeya gelekî  bindest e, yê ku heya nav, nasname û hebûna wî bi xwe di bin qedexeyan da ye. Ku, çawa hêzên mêtînger û serdest xwestine gelê k’urd tune bikin, wisa jî her tişt kirine, ku wêjeya wî wek wêjeyeke net’eweke yekgirtî negihîje. R’asttir dibû, ger mirov bigota, ewana her tişt kirine û îro jî dikin, ku wêjeya k’urdî pêk neyê û pêş nek’eve. Wan hewl daye (û îro jî hewl didin!), ku ewê wêjeyê hê di colangê da bifetisînin. Ji ber ku, wek ku ziman bingeha nasnameya net’ewî ye, wêje jî şêwazekî pêkanîna nasnameyê ye di jîyanê da. Wêje eyneya pêşk’evtin û dînamîka civakê ye – bi hêlên wê yên erênî û neyînî va. Ew hêmanek e, ya ku netew bi wê r’aman û dîtin, û nirxên xwe yên jiyanê, hest û ramanên xwe bi hunera wêjeyê tîne zimên, û bi wî awahî xwe baştir nas dike, dide nasandin û di civaka mirovayîyê ya giştî da net’ewbûna xwe dip’arêze û dide p’ejirandin.    

Her çendî em dikarin bibêjin, ku di dema xwe da serbilindîyên net’ewî yên wek Meleyê Batêyî, Elîyê Herîrî, Meleyê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Goran, Cegerxwîn û yên wek wan ji nava gelê me derk’etine, dîsa jî, ji bo xatirê r’astîyê, divê bê gotin, ku wêjeya me wek şêwazekî mitalekirina (r’amankirina) civakî nivîşkan û lewaz maye. Û ev jî, wek ku li jorê jî hate gotin, ji ber wê ye, ku hêzên dagirker û serdest hemû r’êyên pêşk’etina civakî li ber gelê me girtine. Ji ber ku gelê me bi xwe bindest bûye, r’aman û wêjeya wî nikaribûye azad be. Û, eger ji nava gelê me heçeyên[1] wêje û r’amanê yên mezin derk’etine, ewana wek vulkanekê dane der. Ewana ji bin derxûn[2], ber û zinaran, ên ku dijmin danîbûn ser devê beroşa r’aman û mitala net’ewî, bilqîn kirine û derk’etine r’onahîyê. Û, eger ew mezinayî, yên ku me li jorê behsa wan kir, derk’etine jî, t’u derfet û r’ê ji bo wan  venebûne, ku ew bibin hebûn û nirxên civaka giştî ya mirovayîyê. Ew demeke dirêj ji gelê k’urd û civaka cîhanê r’a veşartî mane, wek wan zêr’ û kevirên buha, yên ku bi sedsalan di bin axê da veşartî dimînin.  

Em îro dikarin bibêjin, ku heya nîveka sedsala XX yên ku navê wan Mezinên me 

dizanibûne (an bihîstibûne), mirovê bikaribûya li ser t’ilîyên destekî bihejmarta. Û, ji ber ku di nav civaka k’urdî da, t’u kesî nikaribû bi zimanê dê û li ser bingeha çand û wêjeya net’ewî p’erwerde bidîta, gelek lawên gelê me, yên ku p’erwerdeya xwe bi zimanên bîyanî dîtine, bûne hebûn û serbilindîya net’ewên dinê (Baba Tahêr, Nîzamî, Ahmed Şewqî,  Yaşar Kemal, Selîm Bereket û gelekên dinê). Di dema xwe da r’ojhilatzanê sovêtî yê  mezin Îosîf Orbêlî hê di nîveka sedsala XX da nivîsye, ku gelê kurd keda xwe kirye nava xezîna şaristanîya cîhanî, ku vî gelî di bin navê îranîyan  (farsan), tirkan, ereban, ermenîyan da gelek lawên xwe winda kirine, yên ku îro, wek helbestvan, sazbend (mûzîsîan), serleşker ên bi nav û deng, dîroka wan gelan dixemilînin.   

Belê, gelê k’urd k’eda xwe kirye nava xezîna şaristanîya cîhanî. Belê, gelek lawên wî  îro jî dîroka gelên cînar dixemilînin, lê mêtînger û serdestan bi her awayî r’ê li pêşîya wan girtine, ku ew nikaribin bi zimanê xwe, li ser bingeha çand û hunera net’ewî pêşbikevin, ji ber ku... Lê, her çendî r’ewş û mercên dîrokî wisa bûne jî, gelê k’urd di nav xwe da hêz û derfet dîtine, ku r’aman û gîyana net’ewî di nava xwe da zêndî bihêle û nehêle, ku ew vemire. Dibe ku ev bi t’evgerî nînbûye jî, lê di bingeha xwe ya xwezayî da çand û hunera gelê k’urd ewqasî bi hêz bûye, ku qedexe û t’evkujîyan (ên r’eş û sipî!) nikaribûne r’ê li pêşîya r’ûdana çandî û hunerî bigirin. Mêtîngeran wêjeya nivîskî qedexe kirine, gelê k’urd ya zarkî kirye altêrnatîv, û bi zargotina gelêrî r’a t’evayî gelek helbest û destaneyên helbestvanên k’urd ên sedsalên navîn bi zarkî di nav gel da ger’yane (p’arç’eyên destaneya helbestvanê bênav yê sedsala VII (ç’ermk’axeta Silêmanîyê), berhemên Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî, Meleyê Cizîrî û yên dinê).   

Di r’ewşeke weha da wêjeya k’urdî, bi wat’eya p’eyva ‘Wêje’ ya t’am va, nikaribû bighîşta wê astê, ya ku ji bo net’ewekê tê xwestin. Lê ew t’oxim, ên ku di nava sedê salan da hatibûn r’eşandin, zîl girtibûn û hatibûn gîhandin, bûn bingeh, ku di sedsala XX da wêjeya k’urdî jinûva vejîyan bibe. Guher’tinên di cîhanê da û p’êla t’evgerên azadîxwaz ên k’urdî bi xwe ra pêwîstîya jinûva xwendin û anegorî serdema nû wat’edarkirina efrandinên klasîkên wêjeya k’urdî derxistin holê. Û, dîsa jî, ji ber ku di welatê me da her tiştê me yê net’ewî bi astengî û qedexeyan r’a r’ûbirû bûn, dawîya sedsala XIX, destpêka sedsala XX zanista di derbarê k’urd û K’urdistanê da, wêje û çapemenîya k’urdî li derveyî Welêt r’êyên pêşk’etinê ger’yan (li Bexdayê, Yêrêvanê, Qahîrê, Moskovayê, Romayê, Sankt-Pêtêrbûrgê, Şamê û li deverên dinê)...    

 

*

*       *

 Helbet, her beşekî mijara vesazbûn û pêşvaçûna wêjeya k’urdî hêjeyî lêger’înên k’ûr û p’ir’alî ye. Û ji bo vê jî ezê vê mijarê bi t’omerîya wê va ji lêk’olînerên dihatûyê r’a bihêlim û ji vir û pêva li ser pirsgirêkên wêjeya k’urdî r’awestim – bi giştî, li ser r’êya wêjebûnê

Eger bê xwastin, ku mirov li ser wêjeya k’urdî bi nirxandinekê t’omar bike, ango, bi nivîskî dîmenekî wê yê t’am derîne holê, dikare bibêje, ku di nav me da nivîs p’ir’ in, heya gelek p’irtûkên stûr jî hatine û tên weşandin..., lê wêje kêm e. Belê, p’irtûk p’ir’ in, lê wêje kêm e! Û, ji bo ku wêjeya me xwe bigihîne asta pêwîst, ew divê hê r’êyeke dûr a dirêj derbaz bibe.  

Çima? 

Çima, em bibêjin, di nav me da hema r’omaneke li ser r’adeya “Memedê bejnzirav” ya Yaşar K’emal jî nîne. Êdî ez di derbarê efrandinên nivîsk’arên wek Hyûgo, Balzak, Tolstoy, Drayzêr, Şoloxov, Hêmêngûyêy û yên dinê da nabêjim.  

Çima? – Dema mirov nivîsên nivîsk’arên bîyanî yên bi net’ewa xwe va k’urd dixwîne, bi dilêşî vê pirsê dide xwe û bersîvekê diger’e, ya ku bikaribe r’astîya wêjeya me derîne holê...   

Îro “nexweşîya tişteknivîsandîn û tiştekweşandinê” di nav beşekî gelê me da (r’ewşenbîr-ne rewşenbîr, xwendî-nîvxwendî an nexwendî!) belav bûye. Hinek, dê her tiştî bikin, ji bo xatirê wê, ku tiştekî bi navê xwe biweşînin. Dibe ku li vir hinek xeyd û gazinên xwe jî bidin xuyan – hem ên ku bi r’astî nivîsk’ar in, hem jî, ew, ên ku bi hezarê kîlomêtran ji wêjeyê û nivîsk’arîyê dûr in. Helwest li hemberî vê çawa dibin, bila bibin, lê r’astîya me îro ev e! Û sedemên vê r’ewşê yên obyêktîv û sûbyêktîv li holê ne. 

R’ojekê divê em di nava xwe da wêrekîyê bibînin, r’astîya xwe bip’ejirînin û ji hev r’a bibêjin – ew çiqas tel dibe, bila bibe.  

Tiştê ku wêrekîyê dide yên dûrî wêjeyê, ku ew ç’epilan hildin û bik’evin govenda nivîsk’arîya k’urdî û vîalî-wîalî p’ê li nigên der-dorên xwe bikin, ew e, ku: 

 

– bi sîstêmî p’erwerdeyeke bi zimanê k’urdî nîne, û îro her k’urdek zimanê bîynî û serdestan ji zimanê xwe yê dê baştir dizane (bêguman, ev yek bêhtir tragêdîya wan e, ne ku  sûcê wan); 

– nexwendîtîya zimanê k’urdî, ya ku bi dîrokî di nava me da bûye “desthilatdar”, hê jî serdest e, û di warê nezanîna zimanê k’urdî da yên zane û nezan weke hev tên dîtin;   

– gelê me heya vê dawîyê bi sê alfabêyan dinivîsî û dixwend (ew jî – wey li wê nivîsandin û xwendinê!);  

– ji ber ku pirsgirêkên alfabêya heyî nehatine ç’areserkirin û di r’êzimana k’urdî da qanûnên r’astnivîsandin  û r’astaxavtinê hê bi zanistî nehatine şêwazdarkirin û cîyê xwe negirtine, dema xwendin û nivîsînê mirov dik’evin tengasîyê û şaşîyan têberdidin [3];   

– di nava me da înstîtûta (sazî) r’êdaktekirina p’irtûkan a berî weşandinê nîne, û di weşangerîya k’urdî da r’êdaktekirin û serer’astkirina berhemên nivîsk’aran nebûye çandekê: k’î çawa dinivîse, nivîsa wî wisa jî tê weşandin;  

– r’exneya wêjeyî di nava me da negihîştye û nebûye t’ore û çand. 

Dibe ku mirov bikaribe r’êze sedemên dinê jî bîne, lê ev jî bes in, kû mirov têbigihîje, k’a divê çi di nav nivîsandin, xwendin û pergala wêjegerîya me da bê guhartin û pêş bikeve, ji bo ku wêjeya me bi r’astî bibe Wêje.   

Wek ku tê zanîn, wêje ji bo wê tê nivîsîn, ji bo ku hinekên dinê wê bixwînin. Wek ku artîst (şanoger), hozan û dengbêj hewceyê bînêran û guhdaran in, ji wan hêzê werdigirin, wisa jî nivîskar pêdivî bi xwendina berhemên xwe hene...  

Ji bo ku xwendevanên me hebin, divê yên ku bi k’urdî dixwînin hebin. Û ev yek divê bi grseyî be – li seranserê welêt. Wek ku min li jorê jî anî zimên, dewletên serdestî K’urdistanê (ên mêtînger) li şûna merc û derfetan ji bo pêşk’etinan biefirînin, berovajî vê, her tiştê ku ji destê wan hatye, kirine (û îro jî dikin!), ku gelê me di tarîyê da bimîne. 

Di vê r’ewşê da k’î divê îro bi vê p’eywirê r’abin?    

Sazî û r’êxistinên me,  k’om û k’omeleyên me yên civakî û çandî hene, çapemanî, r’adîo–têlêvîzîon, r’ojnamegerî û weşanên me hene. Yêkîtîyên nivîsk’aran, ên hunermendan, mamostayan û r’ojnamegeran hene. Dawîya dawîyê, û ya sereke, malbetên k’urd hene.  

Eger zimanê dê mercê sereke yê hebûna her net’ewekê ye, wêje jî hêmana p’arastin, dewlemendkirin û pêşxistana wî mercî ye – mercê hebûna net’ewî!. 

Eger zanebûn û bik’aranîna zimanê dê, wek mercê hebûna gelê k’urd a netewî, bibe norm û pîvana jîyana civaka me, eger di jîyana r’ojane da ne ku t’enê bi wî bê axavtin, wisa jî bê nivîsandin û xwendin, bi wî bê stran û girîn, bi wî bê jîyan û xewdîtin, bi wî bê xwetêgihîştin û xwenaskirin, wê demê dê hem xwendevanên wêjeya k’urdî bi xwe ji nav gel derên, hem rexneger, hem jî pişgirî, piştovan û pêşvebirên wê.   

Ji ber sedemên jorgotî wêjeya me di nava govekek a teng da diger’e. Û ev yek ji hêla  

xwe va bûye sedem, ku îro gelek p’irtûkên ji hêla çawanîya çapê ya matêrîalî va xweşik, lê  ji hêla naver’okê va lewaz û li ser asta here nimz bigihîjin ber destê xwendevanan. Û ev jî dibin sedem, ku xwendevanên zane û aktîv (yên ji hêla zanebûna zimanê k’urdî va) bi girseyî di nav civaka me da p’ir’ kêm hebin – heya asta t’unebûnê! Ji ber van hemûyan jî wêjeya me lewaz, nivîşkan, bêhêz û bêç’are maye. P’ir’anîya wan kesan, ên ku dinivîsin, an nikarin, an jî di nava xwe da wêrekîyê nabînin, ku hev r’exne bikin, ji bo wan her  prênsîpek r’ewa ye û dikare pêkan be: bi gotinên gulover’ pesnên hev bidin, an jî bêdeng  bimînin. Her daxwezeke kesên weha heye: “Min nivîsye, an hûnê ji min ra çepikan lêdin, an jî hîç tiştekî nebêjin!”  Û li vira jî her sedemek heye: “Lê, eger?!..” – û her yek ji hêla xwe va weha hevsa xwe ji hev dikin û ji xwe r’a wisa di nava “ahengîyeke” bêdeng da dijîn. Û lewra jî têgîna “rexne” di nav wêjegerîya me da heya îro cîyê xwe negirtye, heya mirov dikare bibêje, ku ew nîne jî...  

Lêbelê, wek ku tê zanîn, r’exne motorê pêşketina her hêlên jîyanê ye, û di nava wan da, wisa jî, yê pêşketina wêjeyê bi xwe ye. 

Eger r’exne û r’êdaktekirin di nava jîyana wêje û weşangerîyê da bibin çand, wê demê emê bikaribin bibêjin, wêjeya me bi qanûn û pîvanên wêjegerîyê û wêjezanîyê dijî û pêşva diçe û dê di dema xwe da berbi wêjebûn û nûjenbûnê va her’e.  

Û ji bo vê pêşketin û pêşveçûnê jî hebûna kadroyên vî warî mercê sereke ye!

Dibe ku yek ji hêzên sereke, yên ku wêjeya her net’ewekê dewlemend dike, pêş dixe  û digihîne asta wêjeyê ya pêwîst jî, ew e, ku efrandinên wêjeya gelên cîhanê yên cuda tên wergerandin û weşandin. Di nava me – kurdan da hinek cêribandinên wergera berhemên nivîskarên bîyanî pêk hatine, lê wergera wêjeyî ya profêsîonal di nav me da hê jî negihîştye asteke pêwîst. Piştî salên şêstî yên sedsala XX hewleke weha ji hêla nivîsk’arên k’urd ên sovêtî va hate dayîn, lê ew jî di nîvê r’ê da ma û negihîşt asta pêwîst (Di vê derbarê da  binihêre: Ezîz ê Cewo, “Wêjeya kurdî li ser rêya xwedîtin û nûjenbûnê”,  kuvara “W”,  sal 2008, hejmar: 18, rû: 47-49; Ezîz ê Cewo, “Mitaledarîya kurdên Sovêtê li ser durêyanên dîrokê”, malpera PEN-a Kurd: www.pen-kurd.org ) ... 

Li jorê jî hate zimên, wek ku ziman bingeha nasnameya netewê ye, wêje jî şêwazekî pêkanîna vê nasnameyê ye  di jîyanê da... Bi awayekî dinê mirov dikare bibêje, wek ziman bingeha nasnameya net’ewî ye, ew her weha bingeha wêje, çand û hunera net’ewî ye jî. Ango, bi gotineke dinê, ziman ne ku t’enê qalibê r’amanê û hêmana mitalekirinê ye (wek ku ziman bê r’aman nabe, wisa jî r’aman bê ziman ne pêkan e!), ew wisa jî matêrîalê hevhûnandin û sazbûna wêjeyê ye. Û, mirov dikare bibêje, çawanîya wêjeyê, çand û hunerê ji gelek hêlan va bi çawanîya wî zimanî va girêdayî ye, yê ku ew pê tên hûnandin… 

Ji vir jî jêdera: “Zimanekî xweşk û şîrin mercê wêjeyek a xweşik û şîrîn e!” – dertê holê.  

Di jîyanê da her tişt bi hev ra di nav pêwendîyeke dîalêktîk da ne: bi zimên wêje tê hûnandin-ava dibe, lê bi wêjeyê gel fêrî paqij, r’ast û xweşik axavtina zimanê dê dibe, wî pêş dixe û diparêze... 

Lê ya me çawan e? 

Wek ku li jorê jî hate gotin, gelê me bi zimanê xwe p’erwerde nedîtye, dagerker û mêtîngeran mercên dîrokî nehiştine, ku zimanê k’urdî bgihîje pîvanên zimanê wêjeyî. Ji bo  wê jî di nava axavtina gelê me da gelek çewtî dertên holê.  Mînak, şûna ku bibêjin: “Tu kuda diçî?”, – dibêjin: “Tu kuda diçe?” – Wisa jî şûna: “Dayka mine delal!” dibêjin: “Dayka minî delal!”, – şûna: “Min bihîstye, tu nexweş î!” – dibêjin: “Min bihîstye, tu nexweş e!” – şûna: “Pirtûka here balkêş” – dibêjin: “Pirtûka herî balkêş”...  Mînakên weha mirov dikare dîsa û dîsa bîne. Lê ji bo mînakdayînê ev jî t’êrê dikin[4]. Û, eger di nava hinek beşên gel da bi çewtîyên weha bê axavtin, û nivîsk’ar jî di ser heman çewtîyan da yên xwe zêde bike û li gel veger’îne, wê demê çi cudayî di nav gelê sade û nivîsk’ar da dimîne? Wê demê – nivîsk’arî ji bo çi ye? Gel zimanê xwe bi r’êya wêjeya xwe paqij, bi r’êzimanî r’ast û xweşktir dike, ne ku... 

R’oman, wek janrek a wêjeyê (şêweyê wêjeyî), merc û pîvanên xwe hene. Belê, yek ji wan pîvanan jî pr’r’ûp’elbûn e, lê ev t’enê t’êrê nake, ku mirov nivîsekê r’oman nav bike... 

Belê, van salên dawîyê li welêt û dervayî welêt gelek p’irtûkên k’urdî tên weşandin – ç’îrok, helbest, r’oman.... Û ev yek ji hêla çêbûna derfetan va mirov dilxweş dike, lêbelê...!  

Û ji wan nivîsan hinek ji hêla naveroka xwe va p’ir’ balkêş in jî, lê wek matêrîalê ji bo weşanê p’ir’ xav in, wek hevîrê şkeva. Û sedema vê ya sereke jî ew e,  ku di weşanên k’urdî da ew berhemana bê r’êdaktekirin tên weşandin, an jî, eger hinek, xwedêgiravî, rêdakte dikin jî, wek ku di nava gel da têgotin: “Li şûna birûyê çê bikin, çêv jî derdixin!”...  

Lêbelê, wek ku cêr’ibandina gelên şaristanî û pêşk’etî dide xuyan, ên ku berhemên wêjeyê digihînin asta weşandinê (ya ji bo xwendevanên xwendî), r’êdaktor û sererastger (korrêktor, tesîsker) in, ên ku ne t’enê r’îzimanê dizanin, lê wisa jî pisporên zimanê wêjeyî ne. Heya, yên ku berhemên nivîsk’arên navdar digihînin şêwazê hunerî yê pêwîst jî, ew k’edkarên wêje û weşanê ne, yên ku îro, sed heyf, di nav me da wek “çîna” weşangerîyê nînin...   

Her çi jî hebe, ez bi hêvî me, ku dem û zeman wê bên guhartin, wê welatê me jî wek ên xelkê r’ojekê azad bibe, bibe welatê xwendîtîyê, wê di nav gelê me da ne ku t’enê nivîsk’arên xwendî, lê, her weha, xwendevanên xwendî dê hebin, dê xwendina wêje û çapemanîyê bibe çandeke civaka me ya bi nirx, weşangehên me jî dê t’enê r’ola çapxaneyan nelîzin, û emê her p’irtûkek a nûweşyayî hildin destê xwe û di wê da bxwînin: r’êdaktorê (êdîtor) weşanê yê sereke: ev mirov, r’êdaktorê wêjeyî: ev mirov, r’êdaktorê çapê: ev mirov, korrêktor (sererastger): ev mirov.     

 Wê demê bi r’astî çawanîya p’irtûkên k’urdî dê li ser asta pêwîst be...   

  

Û – GOTINA DAWÎYÊ

... Nivîsk’ar û r’onaydarê ermenî yê sedsala XIX Xaçatûr Abovyan  di dema xwe da nivîsye: Her kurdek ji roja bûyîna xwe va bi rewanî (ruhî) helbestvan e”.  – Belê, her k’urdek dikare van gotinan piştr’ast bike. Hemû jî baş dizanin, dema k’urd dik’evin govendê û distrên, ew dikarin bi dehan katan gotinên nû bisêwirînin û li hev veger’înin,  wisa jî kalik û pîrikên me şevên zivistanê yên dirêj li ber kevîya tendûrê ç’îrokên nû li hev dihûnan û ji me r’a vedigotin. Îro jî di şînan da jin û mêrên k’urd li ser ya/yê mirî dibêjin û dinivêjin, û ji bo her keseke/î mirî hema li ber darebestê, bê amadek’rî, anegorî hêjahîyên a/ê mirî li hev tînin û dinivêjin.  

Belê, ev taybetmedîyeke gelê k’urd e. ya ku di nava hezarê salan da bi xwezayî pêk hatye. Wisan e, bi r’astî, her k’urdek bi r’ewanê xwe va helbestvan e. Lêbelê – her t’enê bi r’uhî-r’ewanî. Lê helbestvanî û nivîskarî tiştne dinê ne, ji bo helbestvanîyê r’ewş û mercên dinê pêwîst dikin – bi t’aybetmendîyên mirov ên efrandarîyê,  bi zanînên r’êzik û pîvanên wêjeyê û nivîsk’arîyê, û, ya sereke, zanebûn û bik’aranîna zimanê wêjeyî va...   

 

Cotmeh, 2021.


[1] Heçe – serê ç’îya yê bilind, yê ku sal-dimdêre bi berfê pêçayî ye û di nav ewran da winda dibe, û her kes nikare xwe bigihîne wan bilindayan. A, hema ji  wan mirovan r’a, yên ku di nav zanizt, wêje, çand û hunerê da digihîjin destanînên mezin û bilind, wana bi wat’eyî Heçe nav dikin, ango, bilindayî, ya ku ji her kesî r’a li hev naê, ku xwe bigihînê.    

[2] Derxûn – devgîrk (qalpax) ê dîzan ê ji xwelîya kaxç’în çêkirî. 

 

[3] Li ser pirsên alfabê, r’êzimanê, r’astnivîsandinn û r’astaxavtinê di dema xwe da r’êzegotarên xudanê vê gotarê hatine weşandin û di konfêransên zanistî da hatine pêşk’êşkirin. Beşek ji wan gotaran di dema xwe da di malp’er’ên PENa kurd (www.pen-kurd.org), Mezopotanya (www.mezopotamya.gen.) û Amîdakurd (www.amidakurd.com) da hatine weşandin. 

 

[4] Li ser vê mijarê xwendevan dikarin wisa jî nivîsa xudanê vê gotarê ya  “Bingeheke zanistî ji bo p’erwerdeya zimên” bixwînin. 


Gotinên miftehî :