Amîda Kurd,amîda,kurd

Amîda Kurd

Rexne motora pêşkeftinê ye û ev felsefeya me ye. Lê em ê tu carî rê nedine êrîşên bêrêz û nêzîkayiyên ji nirxên exlaqî bêpar

A+ A-

Mahabad Felat

Di destpêka sala 2005an de, bi pêşniyaza kekê min Nîjad, ji bo kar û xebatên li ser ziman, dîrok, folklor, çand û wêjeya kurdî, komek rewşenbîr li Stenbolê kom bûn. Kekê min encamên wê civînê jî bi xwe re anî û hat Stockholmê. Li vir jî me civînek li dar xist, gelek kes hebûn di civînê de. Di encama her du civînan de, pêşniyaza komeleyekê û malperekê derkete pêş û biryar jî wisa hat girtin. Karê malperê dane ser milê min. Wê demê dostek ku di karê teknîkê de şareza bû, li mala min, em nêzî hefityekê bi şevê heya berdestê sibê li ser xebitîn û malperek derket holê.

 

Redaksiyona malperê hebû û hemû nivîs di kontrolê re derbas dibûn, eger pirsgirêkek hebuya dihate nîqaşkirin, biryareke hevpar dihate girtin û piştre dihat pêkanîn. Armanceka vê malperê jî, rêlibervekirina pênûsên ciwan yên nû bû û em di vî warî de jî bi raya min baş bi ser ketin. Lewre ez li vir jî dikarim gelek mînakan bidim ku niha ew ciwan îroj êdî romanên bi kurdî dinivîsin.

 

Komele jî dîsa di encama civîneke dûvedirêj de wekî prensîp hate damezirandin. Piştre me karên wê yên fermi pêk anîn û êdî komeleyeka me jî bi navê PERKURDê hebû. Dîsa li ser pêşniyazan bi îsrar, ez bûme serokê vê komeleyê û di nav du salan de me gelek karên baş kirin. Wekî me çar caran ji welat şano anîn, me ji başûr û bakur û ji Swêdê zimanzan vexwendin, semînereke bi ber û bereket me li dar xist. Me bi saziya 110 salî ya perwerdeyê ya Swêdê re peymana hevkariyê îmze kir. Bi rêya wan me bi Zanîngeha Uppsala û ya Manchesterê re ji bo perwerdeyeke ji ser înternetê, bi kurmancî, ji dibistana sereta heya zanîngehê li hev kir û bawername dê ji aliyê van her du zanîngehan ve bihatana dayîn ku li her aliyên cîhanê xwedî rûmet in. Me bi TZP Kurdî, Kurdîder û Înstîtuya Stenbolê re peymanên hevkariyê îmze kir û em bi Şaredariya Bajarê Amedê re jî di têkiliyê de bûn. Her tişt amade bû û em ji bo meaşên mamosteyan û hin lêçûnên teknîkê, li benda alîkariyekê bûn, me projeya xwe dabû Palme Centerê, me xwe dabû nasîn, me çend civîn bi wan re li dar xist û em li benda bersiva wan bûn. Rojek beriya em peyman bi wan re îmze bikin, nûçeya ku dê kurd li derveyê welat ji ser înternetê dest bi perwerdeya zimanê kurdî bikin di rojnameya Zamanê de derket. Dotira rojê, du kesên li ser nave komeleyê çûn ku peyman îmze bikin, Palme Centerê palan quluband, biryar guherand. Mijar bûbû sedema krîzeka dîplomatîkî.

Ev hemî di nav salekê de bûn. Destpêka sala duduyan, hinekên ji me gotin em di nav rêveberiyê de cî nagirin, bila rê ji ciwanan re vebibe. Min zanî ku ne ew e, lewre nedixwestin rêya xwe û çûndina welat bibirin, tirsiyabûn û hin tiştên din jî ku dema wê bê, dê bêne gotin hebûn. Min nepejirand û bi ser wan de çûm, heya min bi wan da pejirandin, lê êdî xerab bûbû. Van kesan xwe bi rengekî neexlaqî ji komelê jî û ji malperê jî vekişandin. Hîn em di destpêka sala duyem de bûn. Em mane pênc kes. Sê kes ji vir û kedkarê mezin ê malperê ku hemû barên malperê ragirtibû û ev nêzî 15sal in hîn jî ev bar li ser pişta wî ye û kesekî din ji welat. Her çendî ez derdikevim pêş jî, lê ya rastî hîn jî em her pênc in. Keda wan ne kêmî ya min e û di hin waran de ji ya min zêdetir e.

 

Kesên ji wê demê ve di nav vî karî de bûne niha vê nivîsê dixwînin. Şaşiyek, kêmasiyek hebe, bila bêjin, temam bikin.

 

Amîda, keda 15 salan a bi dehan nivîskarên hêja ye. Ne ji wan bûna, ev kar rojek jî li ser lingan nedima. Îroj jî wisan e. Rexne motora pêşkeftinê ye û ev felsefeya me ye. Lê em ê tu carî rê nedine êrîşên bêrêz û nêzîkayiyên ji nirxên exlaqî bêpar.

 

Kî bixwaze deriyê me jê re vekiriye û ev nivîsa li jêr ku me demek berê belav kiribû, xeta me ye:

Ev malper ji nîsana sala 2005an ve, di xizmeta ziman, çand, wêje, dîrok, folklor û civaka gelê kurd û Kurdistanê de ye.

 

Wekî malper pir tiştên me guherîn. Redaksiyon, teknîk, nivîskar; lê xeta me tu carî neguherî û wê neguhere.

 

Gelek êrîş û tehdît bi ser me ve hatin û hîn jî tên. amidakurd.com du caran ji aliyê du dadgehên tirk ve hate qedexekirin, lê me amidakurd.net´ê vekir. Ew jî hate qedexekirin, me amidakurd.org vekir. Xebatên me ranewestiyan. Bi piştgirî, dildarî û dilsoziya di serî de mêvan û nivîskarên melperê, wê ev xebat her bidome. 

 

Em spasiya hemû kedkar, nivîskar û mêvanên xwe dikin. Bila hûn her hebin.

 

Bijî kurd, bijî Kurdistan, bijî Tevgera Azadiya gelê kurd û Kurdistanê!


Gotinên miftehî :