Averê,averê

Averê

A+ A-

Hasan Haranî 

 

Ev demeke min li ser mijarên sîyasî û rojane zêde nenivisî. Ev hinek ji ber karên min ên din, hinek jî ji ber libendemayîna zelalbûna pêvajoyê bû. 

Di derheqê çareserîya rojava û hemî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de nêrîna min çibû û çîye pir hindik yên min dişopînin dizanin. 

Di van demên dawî de hevdîtin û çûnhatin di nabeyna kes û sîyaseta Kurd û Tirkan de çêbû û didome. Heta kuderê here ev ne dîyare. Wiha be jî ev tiştekî baş e û hemî hêvî û daxwaza min jî û ya ekseryeta Kurdan jî ev pêvajo û encamdayînekî erênîye. Yanî bijarkeya çareserîya sîyasî û demokratîk e. 

Pêvajo nêzîkî saleke  ji alîyê herdu alîyan ve bi awayekî eşkere û eyan dimeşe û êdî ev hatîye gihaştîye radeyekî krîtîk. Jixwe sedema ku min bixwe di van rojan de derbarê vê pêvajoyê de tiştek nenivisî jî ne zelalbûn û ne dîyarbûna vê pêvajoyê bû. 

Bi ya min ev pêvajo êdî bi piranî naverok  û çarçoveya wî zelal dibe. 

Kurd çi dixwazin û alîyê Tirkan bi dayîna çi razîne pir hindik em dibînin û dizanin. 

Pêvajo hatîye li serê durêyan qelibîye. Yanî em hatine ber averêyê. 

 

Averê çîye? 

 

Averê di kurmancîya me de veqetanka rê ye. Yanî dema mirov li riyek dihere û mirov gihaşt ber riyek ku ji riya mirov lê diçe vediqete ji wê rê re averê dibêjin. Di frensî de "bifurcation" , di tirkî de "yol ayrimi"  dibêjin. 

 

Em werin ser mijara xwe. Me got ku êdî herkes dizane Kurd çi dixwazin. Di serê birêz Ocalan de, di serê hemî sîyaseta Kurd û tevgerê Kurd de jibo hemî Kurdan, milet û kêmnetewên li vê erdnîgarîyê dijîn; ol, bawerî, çand û komên etnîkî ên cuda çareserîyek demokratîk, mafdayîn û mafnasînekî xwezayî û adilane heye. Vê yekê jî di nava projeyekî federalî an jî konfederalî de dixwazin bicihbînin. 

Di hemî hevditîn û mizekereyên nabeyna birêz Ocalan û Tirkan de û dîplomasîya Kurdan û cîhanê de ev proje û çarçoveya projeya çareserîyê heye û ji cîhana navdewletî re vedibêjin. Cîhan jî baş dizane Kurd çi dixwazin. 

 

Tirk jî vîya dizanin lê nêzîkatî û çareserîya di serê alîyê Tirkan de cudaye û ti carî bi ya Kurdan re ne yek in. 

Ji ber vê yekê îro herdu alî jî hatine serê averêyê. Cihên wiha, pêvajoyên wiha pir girîngin û pir krîtik in. Birêz Ocalan jî û hemî alîyên Kurdan jî vîya dizanin û dibînin. Hişyarîya birêz Berzanî di derbarê xeternakîya li pêşîya Kurdan jibo van rojan an jî jibo ev dema Kurd têde derbas dibin îşareta vê yekê bû.

 

Ev dema krîtîk ne demdirêje. Demekî teng û kurte. Berdana birêz Demirtaş, bendebûna çûna giravê û mijara sekinandina pêvajoya li rojava hemî girêdayîyê vê dema krîtîke. Yanî wê Tirkîye çi biryar bide? Tirkîye wê ji xeynî pilana ku jibo bekaya xwe amadekirine gavekî din û senkronîzeyê vê pêvajoyê bavêje an na? Jibo ev gavavêtina em îşaretê wî dikin bê famkirin divê em tişta ku Tirk pê razîne û li ber xwe erê kirine çîye? em bizanibin. Yanî tiştê ku Tirk di vê pêvajoyê de dixwazin pêkbînin û Kurdan pê razî bikin çîye?

 

Pîlana ku Tirkan ji bo Kurdan amade kirîye û dixwaze bi Kurdan bide qebûlkirin eve. Xurtkirina rêveberîyên herêmî, serbestkirina partîyên sîyasî yên bi nav û programên Kurdistanî, perwerdeya bi zimanê Kurdî jibo dibistanên seretayî û bikaranîna ziman di herêmên ku ekserîyeta Kurdan lê dijîn li sazîyên fermî. Erê hemî projeya dewleta Tirk ev e û vê çarçoveyê derbas nake. Tirkan di  dîroka xwe de tim ev model bikaranîye. Yanî di serê dewleta Tirk de rêxistinbûyînekî aborî û bazarek serbixwe û cuda, hebûna leşkerî li ser navê herêmê, asayîş û rêvebirîya îdarî a cuda nîne û ev jibo dewleta Tirk xeta sor e. Jibo Kurdan jî ger ev nebin, hebûna xalên din ne çareserîye û amûrên xapandinê ne. 

 

Dewleta Tirk çima van xalên dawî ku me got, qebûl nake? Çima jbo xwe xeta sor dibîne? Sedema vê yekê ev e. Qebûlkirina van xalan misogerkirina pergalekî federalîye. Pergala federalî de aborîya te jî, leşkerî û parastina te jî û hebûna te ya sîyasî û rêvebirî jî heye. Ew dibe egera tu bi wan re bibî yek û wekhev. Tirk tiştekî wiha qebûl nakin. Kurd jî van xalan di hevpeymana mizekerê û lihevkirinêde nebin îmkana ku qebûl bikin nîne. Lewre ji vîya kêmtir çi qebûl bikin sibê qeyd û zendê desteserkirina wan e. Kurd tenê ziman, rêvebirîyên herêmî, serbestbûna partîyên sîyasî û perwerdeya bi kurdî jibo dibistanên seretayî qebûl bikin ji van xalan û wêdetir piştî normalbûna konjonktorê û şûnde îmkana ku êdî daxwazek din bi Tirkan bidine qebûkirinê namîne û heta piştî normalbûna konjonktora herêmê Tirk dikarin mafên dayî jî qedeme bi qedeme ji holê rakin. Ev tiştekî ku ji hêla Tirkan ve neyê kirin nîne. Lewre dîroka wav bi van mînakên wiha tijîye. Jixwe sedema ku mafên maksîmal qebûl nake jî ji ber ev nîyeta wî ya dema pêş e. Artêşên te, parastina te, rêvebirîyên te yên îdarî yanî walîtî qaymekamtî û hwd. dema hebin di dema pêş de bixwaze jî nikare mafê te ji destê te bigire. Lê dema tu ji gelek amûrên civakî, sîyasî û îdarî pêpar mayî wê demê dikare her cure midexele li ser te bike. 

 

Ji ber vê yekê ez riya çareserîyekî medenî û sîyasî li pêşîya Kurd û Tirkan nabînim. Birêz Ocalan di hevdîtina duyemîn de jixwe vê xala ku “ger lihevkirin nebe wê şer ji sala 2015 an qat bi qat mezintir bibe”, îşaret kiribû. Îro em hatine ber wê astê. Tirk wê hebûn û mafên Kurdan hemî bi temamî qebûl bike an na? 

Emê di nava vê heftîyê de erê, yan na, bibînin. 

Xweşbînî û hêvîdarbûna zêde nebaşe û wê ev xisar bide me. Gotinên biratî û xwişk û biratîyê, aştî û aramîyê bi nîrxin û li hest û dilê mirovan xweş tên, lê rastî cudaye û jibo van herdu gelan jî kesek ne xwişk û biraye, ne çêbûye ne jî çêdibe. 

Rojava turnosola qebûlkirina çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdistane. Ger Tirk rojava nas bike û qebûl bike wê demê emê bawer bikin ku wê jibo Bakur jî tiştekî hêvîbar çêbibe. Lê mixabin ez pencereyekî ku ev dîmen têde xuya bike em bibînin nabînim. 


Gotinên miftehî :