1. Tekst

  2. Gotar

  3. Beghyani Shadi Sharin
  4. Awirek li ser etîmolojiya gotina ”Sofî”
Awirek li ser etîmolojiya gotina ”Sofî”,awirek,li,ser,etîmolojiya,gotina,sofî

Awirek li ser etîmolojiya gotina ”Sofî”

A+ A-

 

Beghyani Shadi Sharin 

Di yonaniya kevin da "philos" mahneya "yê hezkirî, yê hêźan; heval, dost" dida, u "sophia" źî mahneya "zanîn, zanyarî" dida (di kurdiya kevin u zmanên din yên îraniya kevin da dengê "o" tune bu).

 

Peyva "philosophia" źi van her du peyvan ćêbuye u peyveke yonanî ye, ti eleqeya xwa bi zmanê ereban ra tun e: "hevalê zanînê". Ango peyva "felsefe" bi xwa źî eynî peyv e u tenê hatiye erebî kirin.

 

Ez werim ser peyvên "sofî, sufîzm".

 

Di ferhenga peyvên biyanî yên zmanê elmanî da tê gotin ku ev peyv źi erebî "śûfî" tê. Di erebî da mahneya "heriyê xerabe/perperitî" dide u źê źî mahneya "merivê bi kincên herî(-yê xerabe)" hatiye hafirandin. Di nav pirtukên cîddî da bi vî hawî tê tarîf kirin. Di Wikipedia'yê da gelek vegotinên cihê hee ne, lê ez bawer nakim ku rast bin.

 

Di yonanî u latînî da dengê "ś" tune bu, loma dengên tuneyî dihatin guhartin.

Mesele gelek peyvên medî derbazî yonaniya kevin u latînî bune. Lê hindek peyv hee ne ku hindî qet nayên nas kirin.

Tesîreke mezin ya medan li ser yonan u romayan buye. Di dema Împeretoriya Medan da gelek zanyarên medî ćune Yonanistan'ê, li wan deran dibistan ava kirine u ciwan perwerde kirine. Meriv nikare tesîra wan zanyarên źi Medya'yê înkar bike. Bi taybet meriv vê yekê di peyvên deyngirtî da dibîne.

 

Tesîra bawerî u felsefeya Zerdeśt'iyê li ser Tewrat, Încîl (u Qur'an)ê źî hee ye. Mesele di Tewrat u Încîl'ê da gelekî caran behsa "Medya"yê tê kirin. Bêguman di hafirandina Tewrat u Încîl'ê da felsefeya Zerdeśt'iyê roleke esasî lîstiye.

 

Di dema yonaniya kevin da "magu"yên med bi heźmarên mezin ćuyî bun Yonanistan'ê u di dibistanan da dersên felsefeya Zerdeśt'iyê dayî bun. Ne tenê dersên felsefeya Zerdeśt'iyê, her weha di gelek warên zanyariyê da dersên din źî dayî bun, wekî mînak; astronomie, coxrefye, matematîk, texnîk u dîn.

 

Wan deman bi taybet "Mithra" wekî xwadêyê herî mezin li Yonanistan u Roma'yê belav buyî bu. Piśtî ku romiyan roźhilata navîn dagir kirin, bîr u baweriya Mithra'yî źî bi xwa ra birin hemî welatên din. Li temamê Ewrup'ê mabedên Mithra hatî bun ava kirin, xelkê baweriya xwa tenê bi Mithra taniya. Bi sedan salan xelkê Ewrup'î Mithra'yî mayî bun, heta ku xristiyanî hat u ciyê wî girt.

 

Mîna ku min got, xristiyanî li ser felsefeya Zerdeśt'iyê hatî bu ava kirin. Mesela 24-25 meha donzdehan roźbuna Mithra bu. Lê paśê, źi piśtî sê sed salan wekî roźbuna hezretî "Îsa" źî hate ragiyandin.

 

Ya rast, dîroka kurdan ewqas dewlemend e ku, tesîra vê dîrokê ewqas mezin e ku, meriv qet nizane ku źi ku dest pê bike. Ći heyf u mixabin ku dezgehên me yên netewî u zanyarên me yên ku bikarin li ser vê dîrokê runin u yek bi yek lêbikolin u daynen ber me, tun in. Loma źî kurd li ber qewad u qehpikên tirk, ereb u farsan xwa dikin wekî xulamên bê xurur u bê kibîr.